Xaneya B: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 17:
=== Xaneya plazma ===
Piraniya xaneyên nû dibin xaneya plazma (plazmaxane) û dijeten der didin. Dijeten molekulên proteînî ne, loma plazma xane gelek zêde ji [[retîkûlûma endoplazmî ya girûzî]] di nav [[Sîtoplazma|sîtoplazmaya]] xwe de digirin<ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p934
</ref>. Dijeten xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê(dijepeydaker) de girê didin û bi hin rêbazan bergiriya derdanî dabîn dikin. TemanêTemenê plazmaxaneyan kin e, bi qasê rojek e<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref> .
 
=== Xaneya B bîrker ===
 
Hinek ji xaneyên nû jî dibin xaneya bîrker (xaneya B bîrker). Piştî tunekirina dijepeydakeran û saxbûnê, xaneyên bîrker ji boy demek dûr û dirêj di nav laş de dijîn û hêdî bi hêdî dijeten der didedidin<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Heke heman cure dijepeydaker cara duyem tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker [[bersîvdana bergiriya duyemî]] dabîn dikin. Ji ber hebûna lîmfexaneyên B yên bîrker, bersîvdana bergiriya duyemî leztir û hêztir dibe<ref name="Leland G">Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8 </ref>.
 
== Çavkanî ==