Xaneya T: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4:
== Naskirina hokara nexweşiyê ==
[[Wêne:Antigen presenting cell activation ku.png|thumb|Pirtikên dijepeydaker xwe li ser rûyê MHC yê de cih dikin]]
Li ser rûyê hokarên nexweşiyê de dijepeydaker heye. Li ser rûyê lîmfexaneyên T yê jî proteînên wergir hene. Heke [[lîmfexane]] rastê dijepeydaker were, bi alikariya proteînên wergir dijapeydakerê dinase û xwe bi dijepeydakerê ve girê dide. Anko cureyek xaneya T, yek cureya proteînên wergir ên diyarkirî li ser parzûna xaneyê digirin. Gava lîmfexane cara pêşîn rastê hokara nexweşiyê tê, wê gavê li dij hokara nexweşiyê çalak dibe. Xaneya T her tim raste rast bi hokara nexweşiyê ve tekilî çê neke, di nav laş de bi navê [[xaneyên desnîşankirina dijepeydaker]] hin xane hene (bi îngilîzî: ''antigen presenting cells''<ref name=":4">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/1010949969|title=Biology|last=Connie.|first=Rye,|others=Wise, Robert R., Jurukovski, Vladimir., Desaix, Jean-Frédéric., Choi, Jung Ho., Avissar, Yael.|isbn=9781947172029|location=Houston, Texas|oclc=1010949969}}</ref>), van xaneyan alîkariya xaneyên T dikin ku ji hebûna hokara nexweşiya ji derveyê laş hatiye agahdar be. Li ser rûyê xaneyên desnîşankirina dijepeydaker de hin proteînên taybet hene ev proteîn wekî pêkhateyên MHC (bi îngilîzî: ''major histocompatibility complexes'') tê binavkirin. Dijepeydaker xwe li ser MHC girê dide, xaneyên T jî bi vî awayê ji dijepeydakeran agahdar dibe. MHC du cure ne, MHC I û MHC II<ref name=":4" />. Gellek cureyên xaneyên desnîşankirina dijepeydaker heye, xaneya [[hellûşênera gewre]] yek ji van xaneyan e<ref name=":0" />. Xaneya hellûşênera gewre (xaneya makrofaj) beşek ji [[bergiriya giştî]] ye, lê ji boy bergiriya taybet jî kar dike. Hellûşênera gewre hokara nexweşiyê qût dide (diqurtîne) û di nav xaneyê de diherisîne. Piştê hilweşîna hokara nexweşiyê, hin pirtikên (perçeyên) dijepeydaker li ser rûyê [[Parzûna xaneyê|parzûna xaneya]] hellûşênera gewre de, li ser proteînên MHC de cih dibin. Anko xaneya desnîşankirina dijepeydaker, hokara nexweşiyê (dijepeydaker) li ser protînên MHCyan de bi xaneyên T ve dide naskirin<ref name=":1" />. Ev pirtikên li ser rûyê hellûşênera gewre xaneyên T çalak dikin, Xaneyên T dabeş dibin û hejmara xwe zêde dikin<ref name=":2" />. Xaneyên T xwe bi pirtikên dijepeydakerên li ser MHCyan ve girê didin. Dibe ku ji xeynî xaneyên hellûşênera gewre, pirtikên dijepeydaker li ser rûyê xaneyên tûşî hokara nexweşiyê bûyî jî hebin. Vê demê xaneyên T xwe bi van xaneyên tûşbûyî ve jî girê didin. Di nav xaneyên asayî de gelek cureyên proteîn tê dirustkirin. Xane ji hemû cureyên proteînan perçeyek li ser parzûna xaneya xwe de cih dike. Xaneyên T ev hemû perçeyên proteînan nas dikin, li hember wan bergiriyê dabîn nakin. Heke hin [[Şane (biyolojî)|şaneyên]] laş tûşî nexweşiya [[Şêrpence|şêrpenceyê]] bibe, li ser rûyê xaneyên şêrpenceyî jî pirtikên biyanî(dijapeydaker) peyda dibin. Ji ber ku ev pirtik li ser parzûna xaneyên asayî de tune ye, xaneya T van xaneyên bi şêrpenceyî jî wekî hokara nexweşiyê dehsibîne û li hember van xaneyan bergiriya taybet dabîn dike.
 
== Cureyên lîmfexaneya T ==