Xaneya B: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Min pêşnûmeya gotarek nû çê kir. |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
'''Xaneya B''' an jî '''lîmfexaneya B''' cureyek [[Xiroka spî|xirokên spî]] ye. [[Bergiriya taybet]] a derdanî bi navbeynkariya lîmfexaneyên B tê dabînkirin<ref name="Villee"/>. Xaneyên B jî wekî mîna hemû xaneyên xwînê di [[moxê hestî]] de tê berhemkirin. Lîmfexaneyên B bi navbeynkariya [[Xwîn|xwînê]] belavê laş dibe, lê di nav [[Endam|endamên]] lîmfê yên wekî [[sipil]], [[lîmfegirê]] û şileya lîmfê de hê pirtir in<ref name="Leland G"/>. Di laşê [[Balinde|balîndeyan]] de kîsikek heye navê wî bi îngilîzî: ''bursa of Fabricius'' e. Wateya “bursa” kîsik e, “Fabricius” jî ji paşnavê zanyarê '''Hieronymus Fabricius''' ê hatiye girtin<ref>bursa of Fabricius. (n.d.) American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved February 2 2019 from [https://www.thefreedictionary.com/bursa+of+Fabricius]</ref>. Di laşê balîndeyan de hemû xaneyên xwînê di nav moxê hestî de tê berhemkirin û di nav [[plazmaya xwînê]] de belavî laş dibin. Lîmfexaneyên B jî di moxê hestî de tê dirûstkirin<ref name=" Microbiology">OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology] </ref>, lê geşbûn û peresandina lîmfexaneyên B di nav kîsikê bursa Fabriciusê de rû dide<ref name="Villee"/>. Zanyar cara ewil geşbûna lîmfexaneyên B yê li vî endamê de kifş kirine loma navê lîmfexaneyê kirine lîmfexaneya B, ango pîta B ji navê kîsike bursa Fabricius a balîndeyan tê. Ji xeynî balîndeyan tu ajal kîsika bursa Fabriciusê lixwe nagire<ref name="Leland G"/>.
[[Wêne:B-cell receptor structure_ku.png|thumb|300px|Li ser rûyê xaneyên B de wergirên taybet heye.]]
== Pêkhateya xaneya B ==
Berevajiyê [[Xaneya T|Xaneyên T]],
== Çalakbûna Xaneya B ==
[[Wêne:T cell-dependent activation of B cells_ku.png|thumb|300px|Gavên rêbaza çalakbûna xaneyên B bi alîkariya T alîkar]]
Heke hokara nexweşiyê bikeve nav xwînê an jî navbera şileya şaneyan, [[bergiriya derdanî]] bi du awayê rû dide. Rêbaza yekem lîmfexaneya B rastê rast bi navbeynkariya wergirên ser rûyê xwe, xwe bi dijepeydaker ve girê dide. Rêbaza duyem jî bi navbeynkariya lîmfexaneya T alîkar a çalak, Lîmexaneya B çalak dibe<ref name="Villee"/>.
=== Gavên rêbaza çalakbûna xaneyên B bi alîkariya T alîkar ===
Xaneya B bi alîkariya wergirên ser rûyê xwe ji [[Dijpeydaker|dijepeydakerê]] agahdar dibe. Xaneya B xwe bi dijepeydaker (hokara nexweşiyê) ve girê dide û hokara nexweşiyê dadiqurtîne. Hin pirtikên dijepeydakerê li ser parzûna xaneya xwe de bi molekula MHC II ve girê dide. Bi vî awayê xaneya B, ji boy xaneya T alîkar, dibe xaneya desnîşankirina dijepeydaker. Xaneya T alîkar bi navbeynakiya wergirên xwe ji xaneya desnîşankirina dijepeydaker (Xaneya B) ve agahdar dibe û xwe bi vî xaneyê ve girê dide. Xaneya T alîkar sîtokîn (înterlukîn) der dide. Xaneya B ji ber bandora sîtokînan dest bi dabeşbûnê dike<ref name="Microbiology"/>.▼
▲Xaneya B xwe bi dijepeydaker (hokara nexweşiyê) ve girê dide û hokara nexweşiyê dadiqurtîne. Hin pirtikên dijepeydakerê li ser parzûna xaneya xwe de bi molekula MHC II ve girê dide. Bi vî awayê xaneya B, ji boy xaneya T alîkar, dibe xaneya desnîşankirina dijepeydaker. Xaneya T alîkar bi navbeynakiya wergirên xwe ji xaneya desnîşankirina dijepeydaker (Xaneya B) ve agahdar dibe û xwe bi vî xaneyê ve girê dide. Xaneya T alîkar sîtokîn der dide. Xaneya B ji ber bandora sîtokînan dest bi dabeşbûnê dike<ref name="Microbiology"/>.
== Cureyên xaneya B ==
Hejmara lîmfexaneyên B bi [[Dabeşbûna xaneyê|dabeşbûna mîtozî]] zêde dibe. Bi dabeşbûnê, du cureyên lîmfexaneyên B çê dibe.
=== Xaneya plazma ===
Piraniya xaneyên nû dibin xaneya plazma (plazmaxane) û dijeten der didin. Dijeten molekulên proteînî ne, loma plazma xane gelek zêde ji [[retîkûlûma endoplazmî ya girûzî]] di nav [[Sîtoplazma|sîtoplazmaya]] xwe de digirin<ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p934
</ref>. Dijeten xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê(dijepeydaker) de girê didin û bi hin rêbazan bergiriya derdanî dabîn dikin. Temanê plazmaxaneyan kin e
=== Xaneya B bîrker ===
Hinek ji xaneyên nû jî dibin xaneya bîrker (xaneya B bîrker). Piştî tunekirina dijepeydakeran û saxbûnê, xaneyên bîrker ji boy demek dûr û dirêj di nav laş de dijîn û hêdî bi hêdî dijeten der dide<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>
== Çavkanî ==
|