Cudahiya di navbera guhertoyên "Asîda deoksîrîbonukleyî" de

B
kurteya guhartinê tune ye
(Guhertoya 697135 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir)
Etîket: Betal bike
B
 
== Pêkhateya ADNyê ==
ADN ji du bendik (zincîr) an pêk tê. Her du şerîd li ba hev lûl bûyî ne. Loma modela ADNyê wekî lûlpêçê hevcot(double helix) tê bi navkirin. Her zincîr ji gelek hejmarên nukleotîdan pêk tê.[[Nukleotîd]] li gor zagona Chargaf rêz dibin. Ango, baza Guanînê bi baza Sîtozînê re, baza Adenînê jî bi baza Tîmînê re dibe hevbeş. Di navbera bazên hevbeş da bendê hîdrojênî çê dibe. Di navbera baza Adenîn û Tîmînê de du bendên hîdrojenî, navbera Guanîn û Sîtozînê de sê bendên hîdrojenî çê dibe.Di modela ADNyê de Komeleya fosfatî û şekirê deoksîriboz herdu zincîran pêk tînin. Bazên nîtrojenî jî di navbera zincîran rêz dibin.Her du şerîdên(bendikên) lûlpêç,bi bazên hevbeş bi hev re girêdayî ne. Lê ji ber ku hîn bazên nîtrojenî (Purîn) cot xelekî ne, hînekî jî yek xelekî ne(Pîrîmîdîn), purîn bi prîmîdan re hevbeşî dikin. Bi vî awayê firehiya navbera herdu şerîdan hertim sabit dimîne. Ji ber vî sedemê di hemû molkulên ADNyê de hejmara bazên nîtrojenî yên purînan bi qasî hejmara bazên prîmîdînan e.(hejmara Purîn = hejmara pîrîmîdîn.Hemû zîndever(bakterî, arkeabakterî, protîst, karok, riwek û ajal) di nav xaneyên[[xane]]yên xwe de ADN dihundirînin.Şiklê ADNyê di hemû xaneyan de wekhev e. Taybetmendiya herî girîng a ADNyê ev e ku, ADN berê dabeşbûna xaneyê, bi duhendebûnê xwe zêde dike. ADN molekulek pir dirêj e, xwe li ser proteîna hîston ve ba dide û kin dibe. ADN û Proteîna hîston bi hev re wekî [[kromatîn]] tê bi nav kirin. Dema dabeş bûna xaneyê, kromotîn hê pirtir, kin û qalind dibe û wek [[kromozom]] bi nav dibe. Li ser ADN’ê beşên zanyariyên genetîkî, wekî gen tê bi nav kirin. [[Gen]], parek ADNyê ye ku zanyariya çêkirina proteînek li ser e. Di xaneyêk mirovan de bi qasî 25000 gen heye. Dibe ku gen ji 1500 - 2000 cotên nukleotîdan çêbûyî be, lê hin genên ji 2 mîlyon cotan pirtir nukleotîdan çêbûyî jî heye. Di destpêka jiyanê de laşê mirov ji yek xaneyê,ango ji [[zîgot]]ê pêk tê. Zîgot, bi dabeşbûnê zêde dibe û hejmara xaneyên mirov digihîje mîlyaran. Ne tenê hejmara xaneyan lê erk û şiklê xaneyan jî diguhere. [[Şane (biyolojî)|Şane]] û lebatendam(organ) li gor erkê xwe dibin çerm, [[xwîn]], [[gurçik]], hestî hwd. Di laşê mirov de li gor erk û şikl û şemal, ji 200î zêdetir cureyên xane heye, lê, rêz, hejmar û mêjera nukleotîdên ADNyê hemû xaneyên mirovek wekhev in. Kromozomên hemû xaneyan kopîyên hev in. Ev kopîyên kromozoman bi kopîbûna ADNyê (DNA replication), ango bi duhendebûna ADNyê çê dibin.
 
== ADN çawa duhende dibe? ==
1731

guhartin