Koendama lîmfê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Sîstema lînfê ku.png|thumb|285x285px|Sîstema lîmfê ya mirov]]
'''Sîstema lîmfe''' ,'''sîstema lîmfî''', an jî '''koendama lîmfê''' sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Gera şileya lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yek alî ye, şileya limfê ji navbera [[Şane (biyolojî)|şaneyan]] derdikeve, ber bi [[Dilê mirov|dil]] ve diherike<ref name=":0">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/898069394|title=Anatomy & physiology|last=1954-|first=Betts, J. Gordon,|others=Desaix, Peter,, Johnson, Eddie (Edward W.),, Johnson, Jody E.,, Korol, Oksana,, Kruse, Dean,, Poe, Brandon, 1969-|isbn=9781947172043|location=Houston, Texas|oclc=898069394}}</ref>. Berevajî sîstema gera [[Xwîn|xwînê]], di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Anko sîstema gera lîmfê wekî mîna [[Xwînhêner|xwînhêneran]], bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, şileya lîmfê ber bi dil ve diherikîne<ref name=":1">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/66301963|title=BSCS biology. Blue version : a molecular approach.|date=2006|publisher=Glencoe/McGraw-Hill|others=Biological Sciences Curriculum Study.|isbn=0078664276|edition=9th ed|location=New York|oclc=66301963}}</ref>. Şileya lîmfê dawiya dawî di nav guhika rastê ya [[dil]] de vala dibe û tevlê xwînê dibe.
 
Erka sereke ya sîstema lîmfê;
Rêz 8:
* Ji xurekên di nav rûviyê zirav de, [[Lîpîd|çewrî]](lîpîd) û vîtamînên A, D, E, K dimijînê û tevlî xwînê dike<ref name=":2">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/863202761|title=Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness|last=Anne,|first=Waugh,|others=Grant, Allison (Allison Wynn), 1961-|isbn=9780702053252|edition=12th edition|location=Edinburgh|oclc=863202761}}</ref>.
 
Sîstema lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê(lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî [[sipil]], [[aloq (argûşk)]], [[rijênê tîmus]] û mejiyî hestî pêk tê<ref name=":3">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/896436135|title=Concepts of biology / senior contributing authors, Samantha Fowler, Rebecca Roush, James Wise.|last=Samantha,|first=Fowler,|others=Roush, Rebecca,, Wise, James, 1957-, OpenStax College,|isbn=9781947172036|location=Houston, Texas|oclc=896436135}}</ref>.
 
== Lûleyên lîmfê ==
Rêz 28:
 
[[Wêne:Diagram of a lymph node CRUK 022 ku.svg|thumb|218.993x218.993px|Pêkhateya gireya lîmfê]]
Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi înglîzî:lymph node) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe [[Gurçik|gurçikan]]. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên [[xiroka spî]] lixwe digire. [[Xaneya B|Lîmfosîta B]], [[Xaneya T|lîmfosîta T]], xaneyên [[hellûşênera gewre]] û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin<ref name=":0" />. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike<ref>{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/174138981|title=Biology|last=1946-2004.|first=Campbell, Neil A.,|date=2009|publisher=Pearson Benjamin Cummings|others=Reece, Jane B.|isbn=9780805368444|edition=8th ed|location=San Francisco|oclc=174138981}}</ref>. Hin caran dibe ku ji ber tûşbûyîna hokarên nexweşiyê an jî ji ber [[Şêrpence|şêrpenceyê]] girêyên lîmfê biwerime.
<br />
== Sipil ==
Rêz 50:
 
[[Wêne:2206 The Location Structure and Histology of the Thymus ku.jpg|thumb]]
Tîmus endama sîstema lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî vî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî sîstema korrijên (hormon) jî tê hesîbandin. Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane(lîmfosît) jî di moxê hestî yê sor de tê berhemkirin. Lîmfosîtên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresandin û geşbûna lîmfosîtan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfosîtan diqede, êdî lîmfosît wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe<ref>{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/1011689135|title=Biology for AP® courses|last=Julianne,|first=Zedalis,|others=Eggebrecht, John,, OpenStax College,|isbn=9781947172401|edition=(2nd edition)|location=Houston, Texas|oclc=1011689135}}</ref>. Lîmfosîtên T, [[şane (biyolojî)|şane]] û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û [[Dijepeydaker|dijepeydakeran]] (antîjen) bertek nîşan didin. Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên têgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e<ref name=":2" />.
 
== Moxê hestî ==
Rêz 56:
 
[[Wêne:Bone cross-section ku.svg|thumb|280x280px|Pêkhateya hestiyê dirêj]]
Moxê hestî an jî mejiyê hestî şaneyek nerm e û dişibe jelatînê. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox (hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê (pelvîs), û hestiyê perasûbend( hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran(femur), hestiyên perasû û hestiyên pazû( humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên [[Lîpîd|çewrî]] lixwe digire, rengê wî ji ber xaneyên çewrî(lîpîd) zer e. Di moxê sor de xaneyên bineratî (bi înglîzî:stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Xirokên spî û xaneyên lîmfê (lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke ya sîstema lîmfê tê binavkirin.
 
== Çavkanî ==