Sîstema gera xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Hê pirtir zanyari, wêne û çavkanî lê zêde kir.
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Ajal zindewerên firexaneyî ne(bi Inglîzî, “multicellular”). Hema hemû [[ajal]] bi sîstema gera xwînê oksijen û xurek digihîne [[Şane (biyolojî)|şane]] û [[Xane|xaneyên]] xwe. Herwisa madeyên paşmayî an jî berhemên wekî [[proteîn]] û [[hormon]] jî bi navbeynkariya xwînê xwe digihînin endama armanc. Wekî mînak xwîn karbona dioksîdê diguhezîne pişikan. Xwêy, ure, av jî bi navbeynkariya xwînê di gûrçikan de tê parzûnkirin. Du cureyên sîstema gera xwînê heye. Sîstema gera kirawe û sîstema gera daxiraw.
 
== Sîstema gera kirawe ==
Rêz 18:
=== Gera xwînê ya sîstemî ===
[[Wêne:Sankey_diagram_human_circulatory_system_ku.svg|thumb|250px|Pêdiviya şaneyan a bi xwînê ne wek hev e.]]
Xwîn di navbera dil û hemû beşên laş de tevdigere. Dil xwînê ji malika çepê pompe dike, xwîn diherike nav [[şahxwînber]]ê. Şahxwînber(aort) xwînê ji dil dûr dixe. Her ku ji dil dûr dikeve, şahxwînber şax dide û xwînber û [[xwînberok]]an çê dike. Xwinberok jî hê pirtir şax dide û mûlûleyên xwînê çê dibin. Navbera xwînê û [[Şane (biyolojî)|şaneyan]] de guherîna madeyan li tora mûleya xwînê de rû dide. Xwîn ji tora mûlûleyan ber bi [[xwînhênerok]] û xwînhêneran ve diherike. Xwînhênerên jorê dil ên ji ser û mil û qirikê tên, digihîjin hev û tevî hev dibin, bi vî awayê [[xwînhênera sereke ya jorîn]] çê dibe <ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Herwisa xwînhênerên jêrê dil jî tevî hev dibin û xwînhênera sereke ya jêrîn çê dikin. Xwînhênera sereke ya jorîn û ya jerîn xwîna nav xwe dirijînin nav guhika rastê ya dil. Gera xwînê ya sîstemî ji malika çepê dest pê dike, di guhika rastê de bi dawî dibe
<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Du ger, gera pişikan û gera sîstemî ya xwînê, ji xeynî masiyan, di laşê hemû movikdaran de rû dide.