Dijepeydaker: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Pêşnûmeya gotarek nû çê kir. |
Girêdanan lê zêde kir |
||
Rêz 1:
[[Wêne:antigen-antibody interactions (agglutination)2_ku .png|thumb|241.997x241.997px|Li ser rûyê dijepeydakeran molekulên epîtop he ye.]]
Hemû tiştên ku dibin sedema çalakbûna [[sîstema bergiriyê]], wekî '''dijepeydaker''' bi nav dibin<ref name="OpenStax, Biology"/><ref name="Campbell"/>. Dijepeydaker bi îngilîzî wekî ''antigen'' tê binavkirin. Peyva ''antigen'' ji pêşgira -anti ya ''antibody''([[dijeten]]) û paşgira -gen pêk tê. Paşgira -gen ji boy peydakirin, berhemkirin, çekirin tê bikaranîn. Ango di zimanê îngilîzî de wateya ''antigen'' “tişta ku dijeten (''antibody'') peyda dike” ye <ref>https://www.merriam-webster.com/dictionary/antigen</ref>. Dijepeydaker bi taybetî [[Lîmfexane|lîmfexaneyan]] çalak dike. Lîmfexane jî [[dijeten]] der didin. Bi gelemperî, du beşên serekî yên dijepeydaker ji aliyê lîmfexaneyan ve tê nasîn. Dijepeydakerên bîyanî û dijepeydakerên xwemalî.
== Dijepeydakerên biyanî ==
[[Wêne:Clinical_Trial_Participant_Receives_Injection_(34033294061).jpg|thumb|241.997x241.997px| Bi kutanê(vakslêdan) dijepeydakerên neçalak an jî yên lawaz tûşî laş dibe.]]
[[Wêne:Apis.mellifera.-.lindsey.jpg|thumb|241.997x241.997px| Mêşhingiv ji kulîlkên riwekan tozkulilk(polen) berhev dike. Ev giloka zer a li ser lingê mêşhingivê, polen e. Herwisa li gel jehra mêşhingivê tozkulîlk jî madeyek dijepeydaker e.]]
Çavkaniya dijepeydakerên biyanî (bi îngilîzî: ''foreign antigens, heteroantigens'') derveyî laş e<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"/>, ji hawirdorê peyda dibin. Wekî mînak pirtikên [[bakterî]] û [[Vîrus (biyolojî)|vîrusan]] an jî bermahiyên bakterî û hokarên nexweşiyê dijepeydakerên biyani ne. Herwiha jehra maran, jehra [[Mêşhingiv|mêşhingivan]], hin cureyên proteînên nav xurekan, an jî [[xwîn]] û plazmaya mirovekî din jî ji boy laşê me dijepeydakerên biyanî ne. Hin cureyên dijepeydaker dibin sedema hestiyariyê(alerjî) wekî mînak tozkulîlk (polen) ên [[Riwek|riwekan]] an jî hin proteînên nav xurekan dijepeydakerên ji hawirdor in<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref> . Kutan(vaksîn) ji boy çalakkirina sistema bergiriyê tê bikaranîn, bi [[Kutan|kutanê]] (vakslêdan ) dijepeydakerên lavazkirî tûşî laş dibe, ango kutan jî dijepeydaker e<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013.[http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>.
== Dijepeydakerên xwemalî ==
Dijepeydakerên xwemalî (bi îngilîzî: ''self-antigens, autoantigens'')<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"/> di laşê mirov de çê dibin. Laşê mirov dijepeydakera xwemalî û ya biyanî ji hev derdixe û li dij dijepeydakera xwemalî sîstema bergiriyê çalak nake.
== Pêkhateya dijepeydakeran ==
Ji bo her cureyek dijepeydaker, plazmaxane cureyek dijeten berhem dike û der dide<ref name="Campbell"/>. Dijepeydaker bi gelemperî ji [[Proteîn|proteînan]], peptîdan (zincîra [[Tirşeya amînî|asîden amînî]]) û [[Polîsakkarîd|polîsakkarîdan]](zincîra monosakkarîdan/şekirên basît) çêbûyî ne. Lê hin dijepeydaker ji yekgirtina [[Lîpîd|çewrî]] û polîsakkarîdan çê dibin, ev dijepeydaker wekî dijepeydakerên ji lîpopolîsakkarîd çêbûyî tê
== Hevbandoriya dijepeydaker û dijetanan ==
Line 23 ⟶ 20:
=== Qusîn(aglutînasyon) ===
Dijeten xwe bi rûyê dijepeydakeran ve girê didin û kom dibin. Çawa kî dema proteînên nav şîrê tov dibin û şîr diquse, koma dijeten û dijepeydaker jî wisa di nav xwînê de an jî di nav şileya navbera [[Şane (biyolojî)|şaneyan]] de diqusin. [[Xaneya hellûşêner|Xaneyên hellûşêner]], bi hesanî ji ev qusînê agahdar dibin û koma dijepeydaker û dijetenan têkdişikestin<ref name="Microbiology"/>.
=== Opsonîzasyon ===
Di zimanê yewnanî de wateya opsōneîn (opsonin) “ji boy xwarinê amede kirin” e. Dijeten li ser rûyê dijepeydaker de kom dibin, ji bo qûtdana dijepeydaker xaneyên hellûşêner hander dikin. Bi taybetî dijetena IgG xwe li ser epîtopên dijepeydakeran ve girê dide, beşa Fc (bi îngilîzî ''FC=fragment of crystallization'') ya dijeten jî vala dimîne, li ser rûyê xaneyên hellûşêner û [[Kujerexaneya sirûştî|kujerexaneyên sirûştî]] de wergirên FC hene, ev xaneyan bi navbeynkariya van wergiran bi hesanî xwe bi beşa FC ya dijetenê ve girê didin û dijepeydakera bi dijeten ve girêdayî têk dibin<ref name="Microbiology"/>.
=== Nêtarkirin ===
[[Wêne:Antigen-antibody interactions (neutralization ku .png|thumb|241.997x241.997px|Dijeten xwe li ser rûyên dijepeydakeran ve girê dide.]]
Nêtarkirin( bi îngilîzî: ''neutralisation'') ango bêbandorkirin. Dijeten xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girêdidin, nahêlin ku dijepeydaker tûşê [[Xane|xaneyên]] sax bibin. Bi vî awayê êrîşên hokarên nexweşiyê bêbandor dikin<ref name="Microbiology"/>.
=== Çalakirina sîstema temamker ===
Dijeten xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin û proteînên [[Sîstema temamker|sîstema tememker]] hander dikin. Bi handera dijetenan sîstema temamker çalak dibe û [[Parzûna xaneyê|parzûna xaneya]] hokara nexweşiyê(dijepeydaker) kun dike û hokara nexweşiyê dikuje . Bi taybetî, dijetenên ImG û IgM xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin û sîstema temamker a rîya klasikî didin destpêkirin<ref name="Microbiology"/>.
== Çavkanî ==
|