Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 46:
=== Berî dabeşbûnê ===
 
Gorî mîtolojiya damezirandinê ya Korêyê tarîxê Korêyê bi damezirandina Joseona efsanewî li sala 2333 B.Z. ê dest pê dike. (Wek Gojoseon jî tê zanîn, ji ber ku li sedsala 14emîn da jî xanedanekî bi heman navî hebû; pêşbendê Go- tê maneya "kevn" yan jî "ya berê") Gojoseon heta ku bakurê nîvgirava Korêyê û hin deverên [[Mançurya]]yê bi dest xist fera bû. Piştî ku bi [[Xanedana Han|xanedanê Hanê]] ya [[Çîn]]ê ra ket nav pevçûnên bêhesab [[Gojoseon]] parçebû û [[Korê]] ket serdema Proto-Sê-Qiraltiyan. Di destpêka vî serdemê da [[Qiraltiya Buyeoyê|Buyeo]], [[Okjeo]], [[Dongye]] û yekîtiya [[Samhan]]ê nîvgirava Korêyê û deverên li başûrê Mançuryayê dagir kirin. Piştî hilweşîna van dewletan, dewletên çûçik wek [[Goguryeo]], [[Qiraltiya Baekjeyê|Baekje]] û [[Qiraltiya Sillayê|Silla]] mezin bûn û nîvgiravê binavê [[Sisê Keyaniyan]] zeft kirin. Dû re hersê keyaniyan jî ji hêla Sillayê ve hatin zeftkirin. Bi vê yekê ra li Korêyê serdema Dewletên Bakur - Başûr dest pê kir. Bi vê yekê pirraniya nîvgirava Korêyê ket bin destê [[Sillaya YekpareYekbûyî]] û di heman demê da jî [[Qiraltiya Balhaeyê|Balhae]] jî li bakurê Goguryeoyê hebû. Li heyna Sillaya YekpareYekbûyî hunerê helbestnivêsandinê û huner hate teşwîq kirin, çandeya [[Budîzm]]ê pêş ket. Pêwendiyên di navbera Korê û Çînê li vê heynê rind man. Lê belê Sillaya YekpareYekbûyî ji ber berberiyên navxwayî her ku çû lawaz bû û li sala 935ê da teslîmî [[Goryeo]]yê bû. Cîranê Sillayê ku li bakurê vê dimîne Balhae, wek wêrisê Goguryeoyê hat damezirandin. Li dema xwa ya herî rind Balhae beşekî mezin ya Mançuryayê û hinek deverên [[Rûsya]]ya hiroyîn zeft kir. Balhae li sala 926ê ket destê [[Kîtaniyan]].
 
Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê [[Taejo Wang Geon]] ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û li sala 1377ê da [[Jikji]] pêk hat, makînaya livdar ya [[kanza]]yî ya herî kevn. Li sedsala 13ê [[îstilayên mongolan|îstilayên mongolan]] Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra [[xerac]] dan berevajî vê jî [[mitefiqê]] wan bûn. Piştî hilweşîna [[Împeratoriya Mongolan]] li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general [[Yi Seong-gye]] ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima [[Xanedaniya Joseonê|xanedaniya Joseonê]]. Key Taejo navê Korê ya nûv kir [[Joseon]], ji ber ku berê jî navê Korêyê Joseon (Gojoseon) bû. Sêûl jî kir paytexta nûv ya vê dewletê. 200 salên xanedaniya Joseonê hema hema bi haşitî derbas bûn. Li sedsala 14emîn li heyna [[Qiralê Mezin Sejong]]ê da [[Hangul]] (nivêsê korêyî) pêk hat û ji xeynî wê girîngiya [[Konfusiyanîzm]] zêde bû.
Rêz 56:
=== Piştî dabeşbûnê ===
 
Li gorî planê ku siftê hat kirin li dema Deklarasyona [[Qahîre]]yê qirarêqerarê Korêyekî yekpareyekbûyî hate dan. Ji ber Şerê Sar di navbera Yekîtiya Sovyetan û DYAyê dwudu hikûmat hatin damezirandin. Her yekî bi îdeolojiya xwa rêh li ber dabeşbûna Korêyê vekirin. Bi vî awayî li sala 1948ê Korê dabeş bû û dwudu dewletên serbixwa pêk hatin. Li Bakurê Korêyê gerîlayê berê û çalakvanê komunîst [[Kim Il-sung]] bi piştgiriya Sovyetan bi hêz bû û li Başûrê Korêyê jî siyasetmedarê rastgir ku li sirgûnê bû Syngman Rhee erkê serekcimhûrkiyê ya Başûrê Korêyê girt ser xwa.
 
Li 25ê hezîranê 1950ê de Korêya Bakur hewl da ku Korêya Başûr dagir bike û ev bûyer jî çirûska Şerê Korêyê bû. Va şera jî di heyna Şera Sar de pevçûna mezin ya ewil bû. Di heman demê da Yekîtiya Sovyetê [[Netewên Yekbûyî]] baykot kir. Ev jî bû sedema wendakirina mafê vetokirina wan. Piştî xuyabûna yekkirina welatê ji hêla Korêya Bakur ve ku bihêz bû û bi wendakirina mafê vetokirinê ya Yekîtiya Sovyetan, îmkana midaxelekirinê jibo Netewên Yekbûyî çêbû. Yekîtiya Sovyetan û Çîn bi her awayî piştgirî dan Korêyê Bakur. Di salên paş de bi milyonan leşkerên artêşa çîniyan beşdarî şerê bûn û piştgiriya leşkerî dan Korêyê Bakur. Li herdu hêlan jî gelek merivên sîvîl mirin û herdu hêl jî ketin neçariyê. Li sala 1953ê agirbest hat îlankirin, lê ti carî ev agirbest ji hêla Korêya Başûr û Korêya Bakur ve nehat îmzakirin. Ev jî vê nîşan dide ku herdu hêl jî bi teknîkî hîn di rewşa şer de ne. Di encama [[Şerê Korêyê]] de 2.5 milyon kes jiyana xwa ji dest dan.