Robotên sazbend: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Edo Makuyî (gotûbêj | beşdarî) Cezerî: Bavê Robota Cîhanê Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
(Cudahî nîne)
|
Guhartoya 19:55, 22 kanûna paşîn 2019
Wêne û nivîsa ser cild:
بديع الزمان ابوالعز اسماعيل ابن الرزاز الجزري
" باڤي روبوتا جيهاني"
Fihrist:
Serdema Zêrîna Zanist, Selaheddînê Eyûbî û hin Zaniyarên Kurd yên herî navdar
Bavê Robota Cîhanê Îsmayîlê Cizîrî,
Yekemîn Robot û Amûra otomatîka Mûzîkê
Hin ji 700 Peyvên Kurdî ku Cezerî di şahesera zanistiya xwe da bikarhaniye
Yekeya Pîvandina Kurdan beriya 850 salan
Roja Cîhaniya Cezerî
Tirb û Mûzexaneya Cizîrî
Jêder
Di serdema hukmeta Selaheddînê Eyûbiyê(1138- 1193 Zayînî) Kurd, apê wî Şêrko û Kurên wî da(di navbera 250 salan da), piraniya zaniyarên Rojhilata Navîn, Kurd bûne:
12 ilm û 12 alim û zanyarên Kurd yên herî navdar ku siyarê hespê zanistê bûne û çargavî meydana zanista rojhilata navîn dane ber simên zêrîn :
1-Îsmayîlê Cizîrî “Bavê Robota Cîhanê “( 1136-1206 z) yan ( 1153-1233 z), Elhiyel
Malbata Ibni Esîrê Cizîrî(1230-1231 Zayînî): Kamil fî Tarîx 2-
Ibni Xelkan(1211-1282),Wefat ul Eiyan(Mirina Zadigan)3-
Şehabeddînê Suhreverdî(1155-1191 Zayînî), damezrînerê Felsefeya Işraq 4-
Îbrahîmê Xelatî(sedsala 13) Kîmiyager 5-
6-Fexreddînê Exlatî(sedsala 13), Feleknas
Ebulfîda(sedsala 13), Muxteser El Tarîx ul Beşer 7-
8-Şemseddînê Şehrezûrî(sedsala 13), Fîlozof, Dîroknas,Bijîşk û zaniyar
Sefyeddînê Ûrmewî(1216-1294 Zayînî), Mûzîkzan û damezrênerê mûzîka Nuzhe, Kitab ul Edwar 9-
10-Mûsa Kemaliddîn(1156-1241 Zayînî), Estêrnas,Fîzîkzan û Matematîkza
Fîlsûfê Mezin Amêdî(1156-1233 Zayînî) 11-
Ibni Ezraq(1116*1176 Zayînî) Dîrokzan, Tarîxa Meya Farqîn 12-
Xwendevanên hêja, zanisthezên delal û zaniyarên ezîz, bînin ber çavê xwe ku tam 850 salan beriya niha bajareke kevnare wek Ameda rengîn, piraniya alav û amûrên hîdrolîk-otomatîka cîhanê yên bêhempa û bêmînak di nav bedena xwe ya navdar da hêwirandiye û buye hêlekana yekem bajarê modernê seranserê cîhanê. Ji derwazeya wê ya hîdrolîk-otomatîk bigire heya keştiya wê ya herî navdar ku wek yekemîn robota cîhanê tê nasîn û ji Saeta Fîlana wê ya herî meşhûr ku wek yekemîn kompiyotera cîhanê tê zanîn(alavê ku bername werdigire)heya pompên wê yên kişandina avê, avhilavêjên wê yên avê,quflên sandiqên wê û sîfonên wê yên hîdrolîk-otomatîk, giş nuwaze, bêhempa, bêmînak û muhteşem bûne.Ya herî balkêş jî ew e ku di serdema Cezrî da tenê li kitêbxaneya Amedê, 140,000 pirtûk hebûne û bi riya xwendina hin jê, Cezerî kariye li ser gelek zaniyariyên împeratoriyên Çîn, Yewnan, Misir, Hindûstan û Mezopotamyayê, şareza, pispor û zal be.
Bedî uzzeman Ebulizz Ismaîlê ibni Rezzazê El-Cezerî,navdartirîn Zaniyar, Endazyar, Fîzîkzan, Matematîkzan, Terrah, Sinetger û hertištzanê Kurd e ku li seranserê Cîhanê wek " Bavê Robota Cîhanê " tê nasîn. Cezerî Kurdê navçeya Tora Şirnexa Cizîrê buye û bi fermana Qere Erselanê hakimê Amedê ku di bin hukumraniya Selaheddînê Eyûbî buye dest bi nivîsandina şahesera mihendisiya cîhanê kiriye û di sala 1206 zayînî da wê qedandiye.
Navê Šahesera Mihendisiya Cîhanê:
الجامع بين العلم و العمل، النافع في صنايع الحيل
The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices(Prof.Dr.Donald Hill, 1974)
مبانی نظری و عملی مهندسی مکانیک در تمدن اسلامی(ترجمه به فارسی از: محمد جواد ناطق، حمید رضا نفیسی ، سعید رفعت جاه) سالا 1380 شمسی
الحیل: پروفسور احمد یوسف الحسن(ته رجومه یا عه ره بییا نوو، زانینگه ها حه له با سووریه یی، سالا 1979)
Mizgînî: Wergera Kurdiya Kurmanciya Şahesera Cezerî, dê di zûtirîn dema mumkin da ji aliyê komek ji endazyarên Kurd va were weşandin.
Prof.Dr.Donald Hill(1922-1992), Endazyarê Mekanîk û rojhilatnasê Ingilîsî ku di sala 1974 zayînî da Şahesera zanistiya cîhanê wergerandiye ser Ingilîsiyê, li ser şahberhema Cezerî wuha gotiye:
Heya niha, li tu dera cîhanê, li tu medeniyeteke dunyayê, tu berhemeke zanistî wek ya Cezerî, ewqas kamil, zanistî-piratîk û bêqusûr nehatiye nivîsîn.
Cezerî di şahesera zanistiya cîhanê da bi baştirîn şêwaza mumkin behsa çawaniya çêkirin, serhevkirin û xebitîna giş 50 Dahênanên xwe yên hîdrolîk-otomatîk yên nuwaze û bêhempa kiriye. Wî maketa giş îcadên xwe, berê bi hevîra kaxezê çêkiriye û paşê bi riya ceribandina hemû riyên heyî(Try and error – Do It Yourself), gihîştiye armancên xwe yên zanistî.Cezerî bi çêkirina çerxa-bidiran(Gearbox) kariye hereketa zivronekî(Rotary) veguherîne hereketa çuyîn-hatinî(Reciprocating) û bi vê keşfa nuwaze, bingeha sîstema mîlleng-pîstûnê(Cranck-Piston) daniye û buye sedema çêbûna matora erebeyên şewathindirîn(Internal Combustion) û matora keştiyên ku bi hulmê dixebitin.Berê ji zanista Mekanîkê ra Elhiyel û ji alav û amûrên ku pê dixebitîn ra Alatul Rûhaniye digotin, jiber ku xelk wusa dizanîn di xebitîna wan amûran da, fêl û hîlehatiye bikaranîn nek zanist....
Jiber zêdebûna hejmara îxtiraên Cezerî, em neçarin li vir, tenê hinik behsa Robota wî ya herî navdar bikin û dahênanên wî yên din bikin mijara meqaleyên din.
Cezerî 850 salan beriya niha avhilavêjek bêhempa çêkiriye ku bi qasî 13.6 metreyan av pekandiye hewayê. Bavê Robota Cîhanê, bi pompek avê ku bi hêza heywanan xebitiye, ji binê 4 bîrên cihê yên avê, di demek da, avê kişandiye nav pompê û derbasî ser erdê kiriye(Pompa Xestexaneya Helebê ku heya 1936 zayînî jî dixebitî, wate zêdetir ji 700 salan...). Serokê Endazyarên Cîhanê, yekemîn şîreya yekaliya avê ya cîhanê jî çêkiriye. Bedîuzzemanê Kurd, yekemîn qaliba çêkirina derwazeyên metalîka dunyayê jî, bi keresteyên wek dar û qûmê, terrahî kiriye û buye yekem endazyarê dunyayê ku kariye metoda Kalîbrasyonê pêkbîne.Cezerî bi çêkirina amûrek otomatîk ya xwîngirtinê, îsbat kiriye ku di warê endazyariya bîjîşkiyê da jî şareza û pispor buye.
Navdartirîn berhem, îcad, keşf û dahênanê Cezerî, çêkirina keştiyek bêhempa ye ku liser wê 4 robotên mûzîkjen(2 daholjen, bilûrvan û Tembûrvanek ku 2 jê jin û duduyê din mêr bûne), roboteke av, şerbet û şerabçêker, robotekaşerbetpêşkêşker, roboteka avliserdestrêjer û robotekeholîpêşkêşker heye. Keştiya han di dema cejn û merasîman da buye mazûvanê mêvanên hakim û bi herikîna gemiyê, av bi riya hin kevçiyên taybet û bi riya hin boriyên taybet derbasî amûrên mûzîkjen buye û bi pestoya avê, hewayê xistiye nav perçeyên amûrên han.Balkêştirîn mesel e ew e ku her çar robotên mûzîkjen, bi 50 şêwazên ciyawaz dikarin werin guhertin ku 50 ahengên cihê jê derkevin.......Hêjayê gotinê ye, eger Cezerî liser mûzîkê şareza nebuya ewê tu carî nekaribuya berhemek ewqas bêhempa bixulqîne ku aniha jî cihê matmayîn û şaşometelmayînê ye......Cezerî bi pevgirêdana hêza avê, hêza sermestker ya vexwarina şerabê, hêza bedewiya jinê, hêza mestker ya mûzîkê, hêza bêdawî ya zanistê û hêza reqsên vejîner û kêfxweşker yên nav cejnan, şadtirîn û bêhempatirîn tabloya cîhana 900 salan beriya niha,raxistiye ber çavan......
Cezerî, hin nîşane, sîmbol û elametên balkêş ku hin pispor dibêjin alfabeyeke kevnare ya Kurdan e, jibo şirovekirina mezinahiya perçeyên alav û amûrên xwe bikaraniye.Ya herî balkêş ew e ku aniha jî zaniyar dikarin li ser pirtûka Cezerî hemû îcadên wî tam wek xwe çêbikin.Li Almaniyayê piraniya keşfên Cezerî çêkirine û di pêşangehek navdar da raxistine ber çavên endazyar û terrahên cîhanê. Divê bê gotin ku yekem car pirtûka Cezerî ji aliyê 2 endazyarên Almanî EilhardWiedemann û Fritz Hauser hatiye wergerandin. Leonardo Davînçiyê Îtalî jî aniye zimên ku di hin îxtiraên xwe da ji dahênanên Cezerî îstîfade kiriye.
Meqaleyek zanistî liser amûra hîdrolîk-otomatîka Îsmayîlê Cizîriyê Kurd di Journal'a ELSEVIER da:
Amûra Jenîna Mûzîkê ya Hîdrolîk-Otomatîk
Sala 2017
Sala nivîsandina destnivîsa herî qedîmî ya šaheserê 1206 buye (Osmanê Heskêfî)
Divê bê gotin ku Cezerî li seranserê Cîhanê wek " Serokê Endazyaran", " Bavê Rastînê Endazyariyê", " Bavê Zanista Sîbernetîkê" û " Bavê Endazyariya Mekanîkê" jî tê nasîn.
Hin Peyvên( 700 peyv, nav û bêjeyên Kurdî)Kurdî ku " Bavê Robota Cîhanê " Cezerîyê Kurd di šahesera mihendisiya cîhanê da bikarhanîye ev in:
Mîzab: boriyek zirav ku av tê ra derbas dibe( kanalîzasyonek zirav)
Baziyan: Baz, Heylo( eagle)
Mûm: candle
Destûr: alavek tenzîmker( regulator)
Šinaber: šinber( çember, helqe, xelek)
Sonbazec: sombade( alavek jibo safkirin û verotina rûbera tištekî yan jibo firekirina kunan)
Ref: Ifrîz
Dirhim: yekeya kêšê( 2.97-3.98 gr)
Sewelcan: gopala darîn, avhilavêja xilloxar, šivdarê daholê
Isfazrewe: metala Sifr yan Borinz a sipî
Qezîb: mîle
Šadirvan: bend, bendav
Zurfîn: helqe
Šîz: darek reš
Tercihar: alavek dempîv
Tas: piyale
Dolab: çerx
Derazink: çarçeveya derî
Qendîl: guldan
Birkar: alavek ku dayîreyê dike çend bir ( beš, qismet, par) bazinek pê dibe 360 bir yan derece
Fîson: šîra avê( water valve)
Cam: šûše yan dewrî( bolme)
Šeziye: eqrebeya saetê
Nermazec: Nêromê, pevgirêder( joint)
Sufûd: mîleya hesinî
Qese': sinî
Selceme: šelqem
Sukurrece: yataqan ( Bearing)
Karizvan: zimandar û pevgirêder( joint) jibo pevgirêdana daran
Hendam, hendem, muhendim: lihevhatî û rêkopêk tam wek endamek rindik
Tût
Sosin
Nîlûfer
Vazî: paralel
Nay: amûra Neyê
Men: yekeya kêšê
Kîl: yekeya kêšê( peymane)
Mušerbeš: bi kumek tûj
Qerrabe: sorahî, šûše
Qunneb, Qinneb: kenef ( hemp)
Finkan, fincan, binkam, pingan
Ferciye: cubbe ( short jacket)
Sinc: amûrek mûzîkê
Tesûs, test, tešt
Šerbûš: kumê tûj
Zurfîn: helqe
Rewšen: balkon û heyverûn
Dendance: tooth
Cunkiye: çengjen
Xabiye: mexzen
Bondiqe: gog
Tennûr: dewsa rûniština Šîralî avê
Batiye: firaqa vexwarina šerbetê
Ibrîsem: silk
Ibrîq, ibrîk: misîn
Û hwd
Yekeya Pîvandina Kurdan ya 850 salan beriya niha
Jiber ku di serdema Îsmayîlê Cizîriyê Kurd " Bavê Robota Cîhanê " yanê 850 salan beriya niha da hê yekeyên pîvandin yên wek kg, gr, meter, cm, mm û hwd nehatibûn danîn loma jî Cezerî ji bihost, tilî, nînok, ceh û hwd jibo pîvandina beš û perçeyên alav, amûr û dahênanên xwe yên nuwaze, bêhempa û bêmînak îstîfade kiriye.
Prof. Donald Hill di wergera Ingilîsiya pirtûka Cezerî da liser piraniya lêkolîn û nivîsên zaniyaran disekine û encama wê xebatê wusa tîne zimên:
Dirhim = 3 gr
Misqalek = 4.5 gr
Oqiye( Sûrî)= 150 gr
Retl ( Demišq)= 1850 gr
Men= 1 kg
Zer'i= 0.5 m
Šibr( Bihost)= 0.5 Zer'i= 25 cm
Fitr( Bihosta biçûk)= 16cm(fasileya navbera tiliya beranî û ešedê)
Her bihost= 12 tilî
Qalinahiya Her tilî= 2 cm
Berahiya her tilî: 1 cm
Esbe'i Meftûh( dirêjahiya tilî)= 4 cm
Berahiya Ceh ( Še'îret)= 0.3333333333 cm
Qalinahiya Her 6 cehê ku zik bi pišt zeliqîbine hev= qalinahiya tiliyek
Berahiya Nînok( Zofr yan Sedef)= 1 cm
Berahiya perçeyek ji nînoka jêbuyî: jibo nîšandana mezinahiyên pir biçûk
Divê bê gotin ku Bihosta piraniya me 20 cm e lê wer xuyaye ku Bihosta Cizîrî yan Cizîriyan 25 cm buye.
Ev jî istirana " Cizîr e Cizîr e wayyyyy Seet û Zincîr e wayyyyy delalam wezîr e wayyyyyy.... ku behsa ixtira'a Cezerî yanê Seeta wî ya navdar dike...... Her bijî Kurdo çimku
Piranîya belge û senedên xwe di sitran û kilamên xwenî gelêrî û folkulor da bicih kirîye e û nehîštîye winda bibin...... Edoyê Wez(ciz)îr
https://m.youtube.com/watch?v=myG2KvcKXeU
Ecêba Herî Giran:
Li seranserê cîhanê, herî kêm 400-500 milyon kesan, Îsmayîlê Cizîriyê Kurd wek " Bavê Robota Cîhanê " nas dikin,
Lê sed heyf û mixabin li Îran û Kurdistanê, herî zêde [[1]] Kurd, Ismayîlê Cizîriyê EsilKurd, wek jêhatîtirîn zanistvanê çêkerê 50 amûrên hîdrolîk-otomatîk di 850 salan beriya niha da, nas dikin......?!?
Ji kerema xwe di ragihandina " Roja Cîhaniya Cezerî" û nasandina navdartirîn Zaniyar, Endazyar, Fîzîkzan, Matematîkzan, Terrah, Sinetger û hertištzanê Kurd, Îsmayîlê Cizîrî ku li seranserê Cîhanê wek " Bavê Robota Cîhanê " tê nasîn, alîkar bibin û erka xwe ya netewî bicih bînin.
Roja Cîhaniya Cezerî (Roja Cîhaniya Robotê): 2017/12/06
Bi dîtina min lazim e ku di salnameya Kurdî da rojek wek "Roja Cezerî " were diyarkirin û di wê rojê da giš xebatkarên ku liser Cezerî sekinîne werin cem hev.
Em dikarin liser navê Semînar, Konferans, civîn, salveger, cejn yan hwd, " Bavê Robota Cîhanê " tevî berhemên wî yên nuwaze, bêmînak û bêhempa bi Kurdan bidin nasîn.
Sedema diyarkirina roja 6'ê Kanûna Yekem wek " RojaCîhaniya Cezerî "
Sala nivîsandina destnivîsa herî qedîmî ya šaheserê 1206 buye (Osmanê Heskêfî) û Cizîrî bi dahênan û kešfên xwe yên nuwaze, Zivistana siksar û rešotarî ya Cîhana Zanistî veguherandiye Buhareke xweš û rengîn(Serdema Zêrîna Kurdan)
Hinik jî dibêjin Cezerî di 1206'an da wefat kiriye.
Roj û meh diyar nînin loma me 1206 kire 12/06 û me xwest em bêjin Cezerî di 1206 da nemiriye belke teze dunyaya tarî û nezanistî, ronî kiriye û bingeha zanista Robotîkê di 850 salan beriya niha da daniye.
Em dixwazin di 12/06 da wî, berhem û dahênanên wî yên nuwaze, bêhempa û bêmînak VEJÎNIN.....
Bi dîtina min dema Kurd di 850 salan berîya niha da karîne kesên wek Ismayîlê Cizîrî ku wek " Bavê Robota Cîhanê " tê nasîn û karîye 50 amûr, alav û kelmelên hîdrolîk-otomatîk yên wek pompa avê, Tûrbîn, Saet û hwd çê bike, baştirîn pirtûka zanistî ya Mekanîkê binivîse ku 16 nusxeyên wê yên destnivîs aniha li kitêbxaneyên London, Parîs, Dûblîn, Berlîn, Lîdin, Lenîngirad, Stenbol, Amerîka û hwd de tê xweyîkirin ku bi hemû zimanên cîhanê xêncî Kurdî hatîye wergerandin û îstîfadeyên pir pir mezin jê hatine kirin ji bo terrahî û çêkirina motorên ku bi holmê dixebitin, makîne yan maşîna ihtiraq-daxilî (şewat-hindirîn) û gelek mekanîzmên din, naxwe niha jî dikarin bi zimanê Kurdî, gelek berhemên nuwaze û bibandor binivîsin.
Tirba Bavê Robota Cîhanê " Îsmayîlê Cizîriyê Kurd" li bajarê Cizîrê li kêleka tirba Nûh pêxember e.
Ev jî Navnîšana Mûzeya Bavê Robota Cîhanê " ÎsmayîlêCizîriyê Kurd" li bajarê Cizîrê:
Özel Cizre İsmail Ebul-iz-cezeri Müzesi
Ali Bey Mahallesi, Yardımcı Sk. No:75, 73200 Cizre/Şırnak
https://goo.gl/maps/WMwpo4i2Bxs
Amadekar:
Edo Makûyî(Endazyarê Kîmiya)
Û
Memo Makûyî (Masterê Endazyariya Mekanîk)
2018/12/03
Jêde