Koendama lîmfê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Sîstema lînfê ku.png|thumb|285x285px|Sîstema lîmfê ya mirov]]
'''Sîstema lîmfe''' ,'''sîstema lîmfî''', an jî '''koendama lîmfê''' sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Gera şileya lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yek alî ye, şileya limfê ji navbera şaneyan derdikeve, ber bi [[Dilê mirov|dil]] ve diherike<ref name=":0">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/898069394|title=Anatomy & physiology|last=1954-|first=Betts, J. Gordon,|others=Desaix, Peter,, Johnson, Eddie (Edward W.),, Johnson, Jody E.,, Korol, Oksana,, Kruse, Dean,, Poe, Brandon, 1969-|isbn=9781947172043|location=Houston, Texas|oclc=898069394}}</ref>. Berevajî sîstema gera [[Xwîn|xwînê]], di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Anko sîstema gera lîmfê wekî mîna [[Xwînhêner|xwînhêneran]], bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, şileya lîmfê ber bi dil ve diherikîne<ref name=":1">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/66301963|title=BSCS biology. Blue version : a molecular approach.|date=2006|publisher=Glencoe/McGraw-Hill|others=Biological Sciences Curriculum Study.|isbn=0078664276|edition=9th ed|location=New York|oclc=66301963}}</ref>. Şileya lîmfê dawiya dawî di nav guhika rastê ya dil de vala dibe û tevlê xwînê dibe.

Erka sereke ya sîstema lîmfê;

* Ji navbera xaneyan, şileya şaneyê dimijîne û şileyê tevlî xwînê dike.<ref name=":0" />.
* Bergiriya laş dabîn dike.
* Ji xurekên di nav rûviyê zirav de, [[Lîpîd|çewrî]](lîpîd) û vîtamînên A, D, E, K. dimijînê û tevlî xwînê dike<ref name=":2">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/863202761|title=Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness|last=Anne,|first=Waugh,|others=Grant, Allison (Allison Wynn), 1961-|isbn=9780702053252|edition=12th edition|location=Edinburgh|oclc=863202761}}</ref>.

Sîstema lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê(lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî sipil, aloq (argûşk), rijênê tîmus û mejiyî hestî pêk tê<ref name=":3">{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/896436135|title=Concepts of biology / senior contributing authors, Samantha Fowler, Rebecca Roush, James Wise.|last=Samantha,|first=Fowler,|others=Roush, Rebecca,, Wise, James, 1957-, OpenStax College,|isbn=9781947172036|location=Houston, Texas|oclc=896436135}}</ref>.

== Lûleyên lîmfê ==
Rêz 15:

[[Wêne:2202 Lymphatic Capillaries ku.jpg|thumb|285x285px|Lûleyên lîmfê û şileya lîmfê]]
Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Kotayî ya mûlûleyên lîmfê daxiraw e(girtî ye)<ref name=":2" />. Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî(endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayê derîçok çê dibin. Şileya şanêyê ji derîçokan (derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevî hev dibin bi vî awayê lûleyên lîmfê yên hê firehtir çê dibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî coyên(cogên) lîmfê tên binavkirin. Coyên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne.

Rêz 22:

[[Wêne:Capillaire lymphatique ku.jpg|thumb|285x285px|Şileya lîmfê ji navbera xaneyan tê tovkirin]]
Xane ji boy berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê digire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin. Dîwarê mûlûleya xwînê bi [[parzûna xaneyê]] ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê [[mûlûleya xwînê]], mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî valahiya navbera xaneyan tê binavkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan, paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav [[Sîtoplazma|sîtoplazmaya]] xaneyê dibe. Valahiya navbera xaneyan ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî şileya şaneyê an jî şileya navbera xaneyan tê binavkirin. Çavkaniya şileya şaneyê [[plazmaya xwînê]] ye. Sîstema lîmfê şileya şaneyê ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike. Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe. Lîmf ji av, mîneral, [[asîdên amînî]], glukoz û lîpîd pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî jî heye<ref name=":1" />. Lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye.

== lîmfegirê ==
Rêz 28:

[[Wêne:Diagram of a lymph node CRUK 022 ku.svg|thumb|218.993x218.993px|Pêkhateya gireya lîmfê]]
Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi înglîzî:lymph node) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe [[Gurçik|gurçikan]]. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên [[xiroka spî]] lixwe digire. [[Lîmfosîta B]], [[lîmfosîta T]], xaneyên [[hellûşênera gewre]] û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin<ref name=":0" />. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike<ref>{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/174138981|title=Biology|last=1946-2004.|first=Campbell, Neil A.,|date=2009|publisher=Pearson Benjamin Cummings|others=Reece, Jane B.|isbn=9780805368444|edition=8th ed|location=San Francisco|oclc=174138981}}</ref>. Hin caran dibe ku ji ber tûşbûyîna hokarên nexweşiyê an jî ji ber [[Şêrpence|şêrpenceyê]] girêyên lîmfê biwerime.

== Sipil ==
Rêz 34:

[[Wêne:Illu spleen ku.jpg|thumb]]
Li nav gel de ev lebat wekî fatareşk ,xalxalk jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê(biyolojî) de navê vê endamê sipil e (bi înglîzî:spleen). Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve tekîldar e. Sipil [[Xiroka sor|xirokên sor]] enbar dike, Xaneyên xwînê yên di kotayiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil [[dijeten]] berhem dike û bergiriya laş dirûst dike<ref name=":3" />. Korpele(dergûşa hîn di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike. Sipil endama(organ) herî gewrê ya sîstema lîmfê ye.

Rêz 43:

[[Wêne:Blausen 0861 Tonsils&Throat Anatomy2 ku.png|thumb]]
Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji boy sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne<ref name=":0" />. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên daqurtokê (adenoîd). Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê daqurtokê dibe, aloq bakterî û vîrusan ji nav xurekan parzûn dike. Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase (bihn) wergirtinê, ji poz derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dabînkirina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî bi nav dibe.

Rêz 50:

[[Wêne:2206 The Location Structure and Histology of the Thymus ku.jpg|thumb]]
Tîmus endama sîstema lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî vî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî sîstema korrijên (hormon) jî tê hesîbandin. Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane(lîmfosît) jî di moxê hestî yê sor de tê berhemkirin. Lîmfosîtên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresandin û geşbûna lîmfosîtan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfosîtan diqede, êdî lîmfosît wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe<ref>{{Cite book|url=https://www.worldcat.org/oclc/1011689135|title=Biology for AP® courses|last=Julianne,|first=Zedalis,|others=Eggebrecht, John,, OpenStax College,|isbn=9781947172401|edition=(2nd edition)|location=Houston, Texas|oclc=1011689135}}</ref>. Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û [[Dijepeydaker|dijepeydakeran]] (antîjen) bertek nîşan didin. Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên têgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e<ref name=":2" />.

== Moxê hestî ==