Koendama lîmfê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
wêneyên kurdîkirî li gotarê hat zêdekirin
Kurteya guhartinê tine
Rêz 17:
Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Kotayî ya mûlûleyên lîmfê daxiraw e(girtî ye). Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî(endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayê derîçok çê dibin. Şileya şanêyê ji derîçokan (derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevî hev dibin bi vî awayê lûleyên lîmfê yên hê firehtir çê dibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî coyên(cogên) lîmfê tên binavkirin. Coyên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne.
<br />
<br />
 
== Şileya lîmfê ==
{{Gotara bingehîn|Şileya lîmfê}}
Rêz 33:
{{Gotara bingehîn|Sipil}}
 
[[Wêne:Illu spleen ku.jpg|thumb|208.958x208.958px]]
Li nav gel de ev lebat wekî fatareşk ,xalxalk jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê(biyolojî) de navê vê endamê sipil e (bi înglîzî:spleen). Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve tekîldar e. Sipil [[Xiroka sor|xirokên sor]] enbar dike, Xaneyên xwînê yên di kotayiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil [[dijeten]] berhem dike û bergiriya laş dirûst dike. Korpele(dergûşa hîn di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike. Sipil endama(organ) herî gewrê ya sîstema lîmfê ye.
 
 
 
 
Line 42 ⟶ 44:
[[Wêne:Blausen 0861 Tonsils&Throat Anatomy2 ku.png|thumb]]
Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji boy sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên daqurtokê (adenoîd). Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê daqurtokê dibe, aloq bakterî û vîrusan ji nav xurekan parzûn dike. Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase (bihn) wergirtinê, ji poz derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dabînkirina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî bi nav dibe.
<br />
<br />
== Tîmus ==