Koendama lîmfê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Hin pirtir zanyarî li gotarê zêde kir.
wêneyên kurdîkirî li gotarê hat zêdekirin
Rêz 1:
[[Wêne:Sîstema lînfê ku.png|thumb|285x285px|Sîstema lîmfê ya mirov]]
'''Sîstema lîmfe''' ,'''sîstema lîmfî''', an jî '''koendama lîmfê''' sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Gera şileya lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yek alî ye, şileya limfê ji navbera şaneyan derdikeve, ber bi [[Dilê mirov|dil]] ve diherike. Berevajî sîstema gera [[Xwîn|xwînê]], di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Anko sîstema gera lîmfê wekî mîna [[Xwînhêner|xwînhêneran]], bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, şileya lîmfê ber bi dil ve diherikîne. Şileya lîmfê dawiya dawî di nav guhika rastê ya dil de vala dibe û tevlê xwînê dibe.
 
Line 13 ⟶ 14:
{{Gotara bingehîn|mûlûleya lîmfê}}
 
[[Wêne:2202 Lymphatic Capillaries ku.jpg|thumb|285x285px|Lûleyên lîmfê û şileya lîmfê]]
Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Kotayî ya mûlûleyên lîmfê daxiraw e(girtî ye). Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî(endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayê derîçok çê dibin. Şileya şanêyê ji derîçokan (derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevî hev dibin bi vî awayê lûleyên lîmfê yên hê firehtir çê dibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî coyên(cogên) lîmfê tên binavkirin. Coyên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne.
<br />
 
== Şileya lîmfê ==
{{Gotara bingehîn|Şileya lîmfê}}
 
[[Wêne:Capillaire lymphatique ku.jpg|thumb|285x285px|Şileya lîmfê ji navbera xaneyan tê tovkirin]]
Xane ji boy berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê digire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin. Dîwarê mûlûleya xwînê bi [[parzûna xaneyê]] ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê [[mûlûleya xwînê]], mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî valahiya navbera xaneyan tê binavkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan, paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav [[Sîtoplazma|sîtoplazmaya]] xaneyê dibe. Valahiya navbera xaneyan ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî şileya şaneyê an jî şileya navbera xaneyan tê binavkirin. Çavkaniya şileya şaneyê [[plazmaya xwînê]] ye. Sîstema lîmfê şileya şaneyê ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike. Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe. Lîmf ji av, mîneral, [[asîdên amînî]], glukoz û lîpîd pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî jî heye. Lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye.
 
Line 23 ⟶ 27:
{{Gotara bingehîn|Lîmfegirê}}
 
[[Wêne:Diagram of a lymph node CRUK 022 ku.svg|thumb|218.993x218.993px|Pêkhateya gireya lîmfê]]
Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi înglîzî:lymph node) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe [[Gurçik|gurçikan]]. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên [[xiroka spî]] lixwe digire. [[Lîmfosîta B]], [[lîmfosîta T]], xaneyên [[hellûşênera gewre]] û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike. Hin caran dibe ku ji ber tûşbûyîna hokarên nexweşiyê an jî ji ber [[Şêrpence|şêrpenceyê]] girêyên lîmfê biwerime.
<br />
 
== Sipil ==
{{Gotara bingehîn|Sipil}}
 
[[Wêne:Illu spleen ku.jpg|thumb|208.958x208.958px]]
Li nav gel de ev lebat wekî fatareşk ,xalxalk jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê(biyolojî) de navê vê endamê sipil e (bi înglîzî:spleen). Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve tekîldar e. Sipil [[Xiroka sor|xirokên sor]] enbar dike, Xaneyên xwînê yên di kotayiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil [[dijeten]] berhem dike û bergiriya laş dirûst dike. Korpele(dergûşa hîn di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike. Sipil endama(organ) herî gewrê ya sîstema lîmfê ye.
 
 
== Aloq ==
{{Gotara bingehîn|Aloq }}
 
[[Wêne:Blausen 0861 Tonsils&Throat Anatomy2 ku.png|thumb]]
Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji boy sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên daqurtokê (adenoîd). Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê daqurtokê dibe, aloq bakterî û vîrusan ji nav xurekan parzûn dike. Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase (bihn) wergirtinê, ji poz derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dabînkirina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî bi nav dibe.
<br />
 
== Tîmus ==
{{Gotara bingehîn|Tîmus }}
 
[[Wêne:2206 The Location Structure and Histology of the Thymus ku.jpg|thumb]]
Tîmus endama sîstema lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî vî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî sîstema korrijên (hormon) jî tê hesîbandin. Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane(lîmfosît) jî di moxê hestî yê sor de tê berhemkirin. Lîmfosîtên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresandin û geşbûna lîmfosîtan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfosîtan diqede, êdî lîmfosît wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe. Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û [[Dijepeydaker|dijepeydakeran]] (antîjen) bertek nîşan didin. Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên têgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e.
 
Line 43 ⟶ 52:
{{Gotara bingehîn|Moxê hestî}}
 
[[Wêne:Bone cross-section ku.svg|thumb|280x280px|Pêkhateya hestiyê dirêj]]
Moxê hestî an jî mejiyê hestî şaneyek nerm e û dişibe jelatînê. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox (hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê (pelvîs), û hestiyê perasûbend( hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran(femur), hestiyên perasû û hestiyên pazû( humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire, rengê wî ji ber xaneyên çewrî(lîpîd) zer e. Di moxê sor de xaneyên bineratî (bi înglîzî:stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Xirokên spî û xaneyên lîmfê (lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke ya sîstema lîmfê tê binavkirin.