Koendama lîmfê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Zindewerzani navê Sîstema lîmfî weke Sîstema lîmfê guherand
Hin pirtir zanyarî li gotarê zêde kir.
Rêz 1:
'''Sîstema lîmfe''' ,'''sîstema lîmfî''', an jî '''koendama lîmfê''' sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Gera şileya lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yek alî ye, şileya limfê ji navbera şaneyan derdikeve, ber bi [[Dilê mirov|dil]] ve diherike. Berevajî sîstema gera [[Xwîn|xwînê]], di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Anko sîstema gera lîmfê wekî mîna [[Xwînhêner|xwînhêneran]], bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, şileya lîmfê ber bi dil ve diherikîne. Şileya lîmfê dawiya dawî di nav guhika rastê ya dil de vala dibe û tevlê xwînê dibe.
{{Infobox Anatomî
| Nav = Sîstema lîmfî
| Latînî =
| MijaraGray =
| RûpelaGray =
| Wêne = Lymphatic system.png
| Girtin = Demar û girêkên lîmfî
| Pehnî = 250px
| Wêne2 =
| Girtin2 =
| Nexş =
| ŞûnaNexş =
| GirtinaNexş =
| Prîkursor =
| Sîstem =
| Demara xwînber =
| Xwînhêner =
| Reh =
| Xwîna spî =
| NavSnMB =
| JimarSnMB =
| Kod =
| Dorlands =
| DorlandsID =
}}
'''Sistema lîmfî''' ango koendamê [[xwînê spî]] wekî sistema [[xwîn]] li her dera bedenî heye. Ew, ji demarên gelek tenik u girêkên lenfî hatiye avakirin. Ew demar ji tevinekî ber bi girêka lenfî dikêain. Ji girêka lenfan ji aliyê din, disa wekî demar dikişînin girêkeka din ya ko, hîn jortir e. Anko ji hêla jêr dikişin hêla jor ber bi dilî.
 
Erka sereke ya sîstema lîmfê;
Di demarên lenfan da avek ruhn u protîndar diherikit; ji wê re dibêjin lenf an jî ava lenfê. Lîmf yek ji şileyên leşî ye. Serokaniya xwînê spî an lîmfê ji [[xwîn|xwînê]] ye. Dema xwîn bi rêya [[mûxwînborî|mûxwînboriyan]] digehit hemî [[şane|şaneyên]] leşî, hindek ji [[plasma]] û [[sêrom|sêromê]] bi hêza [[avpest|avpestê]] ji dîwarê wan derdikevit û diçit valahiya navbera [[xane|xaneyên]] şaneyan û digel hindek ji derdayî yên xaneyan ko paşmayên [[mêtabolîzm|mêtabolîzmê]] ne nikarin vegerin nav gerra xwînê. Paştir nêzîkî 90 ji sedê ji vê şilemeya ko dibêjinê [[şilemeya navxaneyî]] bi hêza [[ozmosîs|ozmosîsê]] vedigerit nav mûxwînboriyan. lê 10% a mayî bi rêya [[dozena lîmfî]] vedigerit gerra xwînê. Her ûsa jî li tev wê avê gelek lenfosît jî dihên dîtin. Lenfen hêla zikê madeyên wekî çevrî u [[protein]], yên ko paşî xwarinê ji rûviyan digehin nav demarên lenfî, ber bi jor dibin û di sîngî da diherikînin hindurê sîndemarê xwînê. Ger demarên lenfî rind ne xebitin î avê ji tevinê nekişînin, ew ava di tevinê da dimine u tevinkên wan derên bedenî diperçivin (ling, dest, qor). Her ûsa jî gelek şane, wekî şaneyên [[şêrpence|şêrpenceyê]], (şaneyên ure xirab) bi rêya demarên lîmfî digehin nav xwînê û dikanin di girekên lîmfî da xwe zêdebikin, an jî şaneyên şêrpenceyê ragihînin cihên din yên laşê.
 
* Ji navbera xaneyan, şileya şaneyê dimijîne û şileyê tevlî xwînê dike.
== Çavkanî ==
* Bergiriya laş dabîn dike.
{{Çavkanî}}
* Ji xurekên di nav rûviyê zirav de, [[Lîpîd|çewrî]](lîpîd) û vîtamînên A,D,E,K. dimijînê û tevlî xwînê dike.
 
Sîstema lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê(lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî sipil, aloq (argûşk), rijênê tîmus û mejiyî hestî pêk tê.
== Girêdanên derve ==
{{Commons-b|Sîstema lîmfî}}
* [http://www.emc.maricopa.edu/faculty/farabee/BIOBK/BioBookIMMUN.html Sîstema lîmfî]
* [http://www.innerbody.com/image/lympov.html Lymphatic System Overview] (innerbody.com)
 
== Lûleyên lîmfê ==
 
{{Gotara bingehîn|mûlûleya lîmfê}}
{{Xwînber û xwînhêneran}}
 
{{Sîstemên organan}}
Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Kotayî ya mûlûleyên lîmfê daxiraw e(girtî ye). Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî(endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayê derîçok çê dibin. Şileya şanêyê ji derîçokan (derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevî hev dibin bi vî awayê lûleyên lîmfê yên hê firehtir çê dibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî coyên(cogên) lîmfê tên binavkirin. Coyên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne.
 
== Şileya lîmfê ==
{{Gotara bingehîn|Şileya lîmfê}}
 
Xane ji boy berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê digire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin. Dîwarê mûlûleya xwînê bi [[parzûna xaneyê]] ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê [[mûlûleya xwînê]], mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî valahiya navbera xaneyan tê binavkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan, paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav [[Sîtoplazma|sîtoplazmaya]] xaneyê dibe. Valahiya navbera xaneyan ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî şileya şaneyê an jî şileya navbera xaneyan tê binavkirin. Çavkaniya şileya şaneyê [[plazmaya xwînê]] ye. Sîstema lîmfê şileya şaneyê ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike. Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe. Lîmf ji av, mîneral, [[asîdên amînî]], glukoz û lîpîd pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî jî heye. Lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye.
 
== lîmfegirê ==
{{Gotara bingehîn|Lîmfegirê}}
 
Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi înglîzî:lymph node) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe [[Gurçik|gurçikan]]. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên [[xiroka spî]] lixwe digire. [[Lîmfosîta B]], [[lîmfosîta T]], xaneyên [[hellûşênera gewre]] û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike. Hin caran dibe ku ji ber tûşbûyîna hokarên nexweşiyê an jî ji ber [[Şêrpence|şêrpenceyê]] girêyên lîmfê biwerime.
 
== Sipil ==
{{Gotara bingehîn|Sipil}}
 
Li nav gel de ev lebat wekî fatareşk ,xalxalk jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê(biyolojî) de navê vê endamê sipil e (bi înglîzî:spleen). Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve tekîldar e. Sipil [[Xiroka sor|xirokên sor]] enbar dike, Xaneyên xwînê yên di kotayiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil [[dijeten]] berhem dike û bergiriya laş dirûst dike. Korpele(dergûşa hîn di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike. Sipil endama(organ) herî gewrê ya sîstema lîmfê ye.
 
== Aloq ==
{{Gotara bingehîn|Aloq }}
 
Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji boy sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên daqurtokê (adenoîd). Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê daqurtokê dibe, aloq bakterî û vîrusan ji nav xurekan parzûn dike. Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase (bihn) wergirtinê, ji poz derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dabînkirina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî bi nav dibe.
 
== Tîmus ==
{{Gotara bingehîn|Tîmus }}
 
Tîmus endama sîstema lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî vî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî sîstema korrijên (hormon) jî tê hesîbandin. Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane(lîmfosît) jî di moxê hestî yê sor de tê berhemkirin. Lîmfosîtên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresandin û geşbûna lîmfosîtan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfosîtan diqede, êdî lîmfosît wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe. Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û [[Dijepeydaker|dijepeydakeran]] (antîjen) bertek nîşan didin. Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên têgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e.
 
== Moxê hestî ==
{{Gotara bingehîn|Moxê hestî}}
 
Moxê hestî an jî mejiyê hestî şaneyek nerm e û dişibe jelatînê. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox (hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê (pelvîs), û hestiyê perasûbend( hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran(femur), hestiyên perasû û hestiyên pazû( humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire, rengê wî ji ber xaneyên çewrî(lîpîd) zer e. Di moxê sor de xaneyên bineratî (bi înglîzî:stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Xirokên spî û xaneyên lîmfê (lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke ya sîstema lîmfê tê binavkirin.
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
[[Kategorî:Sîstema lîmfîBiyolojî]]
[[Kategorî:Anatomiya mirov]]