Ta (biyolojî): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Hê pirtir zanyarî li gotarê zêde kir.
Rêz 4:
'''Ta''' (bi [[Zimanê îngilîzî|îngilîzî]] ''fever''<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology / fever. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 </ref>), bersîvdanek bergiriya giştî ye.
 
Bi gelemperî ta û [[bersîvdana hewdanî]] di heman demê de rû didin, loma li hin çavkaniyan de ta wekî beşek ji bersîvdana hewdaniyê tê nîşankirin<ref name="Campbell"/>. Heke [[Endam|endamek]] laşê mirov tûşî hokarên nexweşiyê bibe, ta tê mirov. Ta ne tenê li devrûbera tûşbûyî, lê li seranserê laş de pileya germiya laş bilind dike. Ango ta ji ber tekoşîna laş a li dijî [[Hokara nexweşiyê|hokarên nexweşiyê]] peyda dibe, loma gava ta tê mirov, ev tê vî weteyê ku [[Koendama bergiriyê|sîstema bergiriya]] mirov çalak e.
 
== Pileya asayî ya laşê mirov ==
Pileya asayî (sirûştî) ya germiya laşê mirov 37<sup>o</sup>C ye. Di demên asayî de pileya germahiya laş ji aliyê [[hîpotalamus]]ê ve tê rêkxistin<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. p867 p687,935 ISBN 978-0-8053-6844-4 </ref> . Heke beşek ji laş tûşî hokarên nexweşiyê bibe, hokarên nexweşiyê li beşa tûşbûyî de madeyek kîmyayî ya bi navê [[pîrocena derveyî]] (''exogenous pyrogen'') der didin. Pîrocena derveyî bandor li ser xaneyên hellûşêner dike, xaneyên hellûşêner jî di tekoşîna xwe ya li dij hokarên nexweşiyê de [[pîrocena nawxweyî]] (''endogenous pyrogen'') der didin nav [[Xwîn|xwînê]]<ref>Miller-Keane Encyclopedia and Dictionary of Medicine, Nursing, and Allied Health, Seventh Edition. © 2003 by Saunders, an imprint of Elsevier, Inc. All rights reserved.</ref>. Pîrocenên hokarê nexweşiyê û yên [[Hellûşênera gewre|hellûşênerên gewre]] bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin hîpotalamusê. Hipotalamus ji ber hebûna pîrocenan êdî nikare rêkxistina pileya germî ya laş a asayî kontrol bike, divê asta pileya germahiya laş bê bilindkirin<ref name="Campbell"/>, ango ji nû va bê sazkirin. Di rewşek wiha de pileya germahiya laş di asta asayî de namîne û bilind dibe. Heke pileya germî li der dora 38<sup>o</sup>C yê de bimîne ev ta, weki taya sivik ango [[siviketa]] bi nav dibe.
 
== Siviketa ==
Rêz 13:
[https://openstax.org/details/books/biology-ap-courses] </ref>.
 
Dema ta tê mirov, hîpotalamus hewl dide laş hê germtir bike, [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] girj dike û teng dike. [[Mûlûleya xwînê|Mûlûleyên xwînê]] ji rûyê [[çerm]], ber bi jêrê çerm ve dikişîne ku germahiya laş bi xwînê belavê hawirdor nebe. Ji ber vî sedemê çerm û rûyê mirovên ta hatî, çilmisî û zerokî dibe. Her wisa dema ta tê, hîpotalamus [[Masûlke|masûlkeyan]] hander dike ku biricifin. Masûlke bi ricifînê germahiya hawîrdorê zêde dikin. Her ku pileya germiya laşê nexweş bilind bibe jî, ji mîrovên nexweş wetra ew dicemidin, loma diricifin û dixwazin xwe hê pirtir germ bikin.Germayhiya laşê mirov gav bi gav zêde dibe û digihîje derdora 38-39 <sup>o</sup>C ye. Ev germahî ji boy siviketa, xala berteng e. Ji vî xalê şunda hîpotalamus hewla sarkirina laş dide destpêkirine. Hîpotalamus bi navbeynkariya sîstema demarî ya sîmpasawî lûleyen xwînê fireh dike, loma hê piritir xwîn diherike navbera şaneyên çermê<ref name="Microbiology"/> . Mûlûleyen xwînê ber bi rûyê çerm ve bilind dibin, ev rewş rengê çermê çilmisî û zerokîyê diguherîne, bi taybetî rengê çermê rûyê mirov sor dibe. Ji ber ku herika xwîna bin çerm zêde dibe û mûlûleyen xwînê nezikê rûyê çerm dibin, tîna laş belavê derûdor dibe, pileya germahiya laş dadikeve<ref>Colbourne, H. (2007).Inquiry into biology. Toronto, ON: McGraw-Hill Ryerson. p286 ISBN 978-0-07-096052-7</ref>. Di heman demê de hîpotalamus rijênên xwêdanê hander dike. Bi derdena xwêdanê, ji rûyê çerm şileya xwêdanê dûkel dibe, bi dûkelbûna xwêdanê, hê pirtir tîn ji laşê mirov belavê hawirdor dibe. Bi vî awayê pileya geramhiya laş dadikeve asta asayî.
 
== Çavkanî ==
<references />