Ta (biyolojî): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Ta''' (bi [[Zimanê îngilîzî|îngilîzî]] ''fever''<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology / fever. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 </ref>, bersîvdanek bergiriya giştî ye.
 
Bi gelemperî ta û [[bersîvdana hewdanî]] di heman demê de rû didin, loma li hin çavkaniyan de ta wekî beşek ji bersîvdana hewdaniyê tê nîşankirin. Heke [[Endam|endamek]] laşê mirov tûşî hokarên nexweşiyê bibe, ta tê mirov. Ta ne tenê li devrûbera tûşbûyî, lê li seranserê laş de pileya germiya laş bilind dike. Ango ta ji ber tekoşîna laş a li dijî [[Hokara nexweşiyê|hokarên nexweşiyê]] peyda dibe, loma gava ta tê mirov, ev tê vî weteyê ku [[Koendama bergiriyê|sîstema bergiriya]] mirov çalak e. Pileya asayî(sirûştî) ya germiya laşê mirov 37<sup>o</sup>C ye. Di demên asayî de pileya germahiya laş ji aliyê [[hîpotalamus]]ê ve tê rêkxistin<ref>Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. p867 ISBN 978-0-8053-6844-4 </ref>. Heke beşek ji laş tûşî hokarên nexweşiyê bibe, hokarên nexweşiyê li beşa tûşbûyî de madeyek kîmyayî ya bi navê [[pîrocena derveyî]] (''exogenous pyrogen'') der didin. Pîrocena derveyî bandor li ser xaneyên hellûşêner dike, xaneyên hellûşêner jî di tekoşîna xwe ya li dij hokarên nexweşiyê de [[pîrocena nawxweyî]] (''endogenous pyrogen'') der didin nav [[Xwîn|xwînê]]<ref>Miller-Keane Encyclopedia and Dictionary of Medicine, Nursing, and Allied Health, Seventh Edition. © 2003 by Saunders, an imprint of Elsevier, Inc. All rights reserved.</ref>. Pîrocenên hokarê nexweşiyê û yên [[Hellûşênera gewre|hellûşênerên gewre]] bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin hîpotalamusê. Hipotalamus ji ber hebûna pîrocenan êdî nikare rêkxistina pileya germî ya laş a asayî kontrol bike, divê asta pileya germahiya laş bê bilindkirin, angoji nû va bê sazkirin. Di rewşek wiha de pileya germahiya laş di asta asayî de namîne û bilind dibe. Heke pileya germî li der dora 38<sup>o</sup>C yê de bimîne ev ta, weki taya sivik ango '''[[siviketa''']] bi nav dibe. Siviketa ji boy mirov sûdbexş e. Gava siviketa hat mirov, [[hellûşêner]] hê pirtir çalak dibin<ref name="Microbiology"/>, [[Xiroka spî|xirokên spî]] hê pirtir [[dijeten]] berhem dikin û hokarên nexweşiyê têk dibin. Her wisa ji boy piraniya hokarên nexweşiyê pileya germiya asayî 35<sup>o</sup>C ye<ref name=" Microbiology">OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 p766 [https://openstax.org/details/books/microbiology] </ref> , loma dema ta tê, hokarên nexweşiyê bêçalak dimînin. Taya sivik [[Kezeb|kezebê]] hander dike ku hin madeyan berhem bike. Ev madeyên ji kezebê tên derdan<ref name="Microbiology"/> [[Hesin|hesinên]] nav xwînê lixwe girê didin. Bi vî awayê rêjeya hesinê xwînê kêm dibe, hesin têra hokarên nexweşiyê nake ku zêde bibin û belavê laş bibin<ref>OpenStax, Biology for AP® Courses, openstax, 2018 p1045
[https://openstax.org/details/books/biology-ap-courses] </ref>.