Hellûşîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Pêşnumaya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Phagocytosis2_ku.svg|alt=|thumb|Hellûşênera gewre hokara nexweşiyê qûtdide]]
Ji aliyê [[Xiroka spî|xirokên spî]] ve daqurtandina(xwarin) hokarên nexweşiyê, wekî '''hellûşîn''', '''daûrandin''' an jî '''fagosîtosîs''' tê binavkirin. Xaneyên karê hellûşînê pêk tîn jî wekî '''hellûşêner'''(fagosît) bi nav dibin. Heke hokara nexweşiyê ji [[çerm]] û linceperdeyê derbasî nav laş bibe, [[bergiriya xaneyî]] çalak dibe. [[Xaneya dendrîdî]], [[hellûşênera gewre]] û [[nêtrofîl]] ‘berbestaberbesta yekemîna xaneyî’xaneyî ya laş in û bi hellûşînê<ref>{{Cite book|url=http://worldcat.org/oclc/900895954|title=Anatomy & physiology.|last=author.|first=Betts, J. Gordon, 1954-|isbn=9781938168130|oclc=900895954}}</ref>, rê li ber [[hokarên nexweşiyê]] digirin. Xaneyên hellûşêner bi awayek çalak, li her derê laş de, di nav xwînê, an jî li nav xane û şaneyan de digerin. Heke rastê hokarên nexweşiyê werin, hellûşêner hokarên nexweşiyê qûtdidin (daqurtînin) û têkdişkînin<ref name=":0">{{Cite journal|last=Shaw|first=Pamela|date=2014-08-06|title=Ross and Wilson Anatomy and Physiology in Health and Illness – Twelfth edition Waugh Anne and Grant Allison Ross and Wilson Anatomy and Physiology in Health and Illness – Twelfth edition 528pp £31.99 Elsevier 978 0 7020 5325 2 0702053252|url=http://dx.doi.org/10.7748/ns.28.49.32.s38|journal=Nursing Standard|volume=28|issue=49|pages=32–32|doi=10.7748/ns.28.49.32.s38|issn=0029-6570}}</ref>. Ji ber ku li ser rûyê hokarên nexweşiyê de '''nexşên molekulên tekîldarê hokarên nexweşiyê''' (PAMPs) heye<ref>{{Cite book|url=http://worldcat.org/oclc/1052621913|title=Biology|last=author.|first=Clark, Mary Ann, author. Choi, Jung Ho, 1956- author. Douglas, Matthew M., 1949-|isbn=9781947172517|oclc=1052621913}}</ref>, xaneya hellûşêner bi alîkariya '''wergirên nasîna nexşan'''(PRRs)<ref name=":0" /> ji hebûna hokara nexweşiyê (dijapeydaker) haydar dibe. Dema hokara nexweşiyê bi wergirên nasîna nexşê re ket têkiliyê(temas), ev beşa [[parzûna xaneyê]] ber bi [[Sîtoplazma|sîtoplazmayê]] ve tê kişandin. Parzûna hellûşênerê bi [[Zirpê|zirpêyan]] hokarên nexweşiyê dorpêç dike û hokara nexweşiyê dixe nav kisikê, ev kîsik wekî fagozom tê binavkirin. [[Lîzozom]] [[Endamok|endamokek]] xaneyê ye û [[enzîmên herisînê]] lixwe digire. Lîzozomên xaneya hellûşênerê, xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê binavkirin. Lîzozom, [[Enzîm|enzîmên]] herisînê berdide ser hokara nexweşiyê. Enzîm hokara nexweşîyê diherisîne û têkdişikîne, hin madeyên neherisbar û bêkêr bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin. Bi vî awayê di nav [[xwîn]] û derdora xaneyan de rê li ber zêdebûna hokorên nexweşiyê tê girtin.
 
== Çavkanî ==