Şiîtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B MikaelF navê Şîe weke Şiîtî guherand
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
[[Wêne:Islam-by-country-smooth.png|thumb|Şiîtî (rengê heşîn); sunîtî (rengê kesk) li cîhanê.]]
[[Wêne:ImamAliMosqueNajafIraq.JPG|thumb|Mizgefta Îmamê Elî li [[Necef]]ê (Îraq). Gora îmamê yekê yê şiîtiyê li vir tê dîtin.]]
'''Şiîtî'''<ref>[[Zana anFarqînî]], Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stembolê. Zana Farqînî (2000). Ferhenga mezin tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.</ref>, '''şîa'''<ref>[[Zana Farqînî]], Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stembolê. Zana Farqînî (2000). Ferhenga mezin tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.</ref> yan '''Şîeşîe'''{{Çavk}} ({{bi-ar|شيعة|shī‘ah}}) piştî [[Sunîtî|sunîtiyê]] [[mezheb|mezhebê]] duyem ê [[dîn|dînê]] [[îslam]]ê ye. Ji kesên ko baweriya wan bi şiîtiyê ra heye [[şîa]] dibêjin. Nêzîkî 10% ji [[misilman]]ên cîhanê li ser mezhebê şiîtiyê ne û piraniya wan jî li welatên wekî [[Îran]], [[Azerbaycan]], [[Îraq]], [[Sûrî]] û [[Libnan]]ê dijîn. Şiîtiya ko xelik zêdetir diniyasin [[Şiîtiya Dozdehan]] ([[Şiîtiya Dozdeh Îmaman]]) an jî [[Şiîtiya Isnaeşeriyê]] ye. Lê, rêçikên dî yên mîna [[Şiîtiya Heftan]] ([[Şiîtiya Heft Îmaman]]) an jî [[Şiîtiya Îsmaîliyê]] û [[Şiîtiya Pêncan]] ([[Şiîtiya Pênc Îmaman]]) an jî [[Zeydîtî]] jî hene. Hindek rêçikên dî yên mîna [[Elewîtî]] û [[Dirûzî]] jî hindek rêçikên nerasterê (ne ortodoks) yên şiîtiyê ne. Piraniya elewiyan li [[Tirkiye]]yê û piraniya dirûziyan jî li Sûrî û Libnanê dijîn. Dûra [[Ismaîlî]] jî li dewleta [[Hindistan]], [[Pakistan]], [[Afxanistan]] û [[Tacîkistan]]ê dijin. [[Zeydî]] jî yek ji komela şîayan in û tenê li welatê [[Yemen]]ê dijîn.
 
Şiîtî li ser lihevnegiritna misilmanan li ser cêgiriya [[pêxember|pêxemberê]] îslamê, anko [[xelafet|xelafetê]] peyda bû. Şia bawer in ko dibê li paşî mirina Hz. [[Mihemed]] dibê li şûna [[Ebûbekir]], [[Elî ibn Ebî Talib]] bibûya xelîfe. Cidatiyên navbera şiîtî û sunîtiyê bi dirêjahiya 1400 salên bihurî gelek ji vê yekê zêdetir bûne. Di gelek parên baweriya îslamî da niha şia û sunî wekî hev nafikirin. Ji ber nerazîbûna dîrokî ya şîayan li ser cêgiriya pêxemberî, ew dijberî hemî desthilatên îslamî yên van 1400 salên bihurî, nemaz [[xelafeta Emewiyan]], [[xelafeta Ebasiyan]], [[xelafeta Osmaniyan]] bûne. [[Şîayên Fatimî]] heyamekê li bakurê [[Afrîka|Afrîkayê]] desthilatdarî kir. [[Zanîngeha el-Azher]] ya bajarê [[Qahîre|Qahîreyê]] yadgara wî çaxî ye.