′′′Menaqib el Arifîn′′′ (bi farisî: مناقبالعارفین) pirtûkekakitêbeka [[Ehmedê Eflakî]] yek ji mirîdên [[terîqet|terîqeta]] [[Mewlewîye|Mewlewîyeyê]] ye. Ev pirtûkkitêb yek ji pirtûkênkitêbên giring di warê zarav û termên [[sofîtî|sofîtîyê]] û rewşa sofiyan da ye.
==Naveroka wê ==
PirtûkKitêb di 10 pişkan da bi rêz behsa jiyana van dike: [[Behaedîn Weled]] babê [[Celaledînê Rûmî]], [[Birhanedînê Tirmizî]], [[Celaledînê Rûmî]], [[Şemsê Tevrêzî]], [[Selahedînê Zerkûb]], [[Hisamedînê Çelebî]], [[Siltan Weled]], [[Arifê Çelebî|Celaledînê Çelebî Mîr Arif]], Şemsedînê Çelebî Mîr Abid, û zaroyên dî yên wan.
pirtûkakitêba Menaqib el Arifînê neynikeka zelal ji jiyana serdema xwe ye. Zimanê wê sade û rehwan e û tijî ye ji zarav û termên dîwanî yên dema [[Selcûqî|Selcûqîyên]] [[Rûm|Rûmê]].
Lêkolînvanê [[tirk]] Tehsînê Yazîcî ev pirtûkkitêb di du bergan da li weşanxaneya [[Civata Dîroka Tirkan]] li salên 1959 û 1961ê li [[Ankara|Ankarayê]] çap kir.
Kesekê bi navê Ebdilwehabê pisê Celaledînê Mehmedê Hemedanî (mirî 954ê mişextî) kurtkirîyeka vê pirtûkêkitêbê bi navê Sewabit el Menaqib-ê nivîsîye.