Sofîtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
′′′Sofîtî′′′ an ′′′tesewwuf′′′ an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên [[Îslam|Îslamî]] ye. Li goreyê sofîtîyê [[benî (dîn)|benî]] anko ebidê [[Xweda|Xudê]] dibê bi rêya îbadet anko [[peristin|peristina]] Xudê, û xwedûrgirtina ji [[guneh|gunehan]] û terikandina xirabîyan û evîna [[dinya (dîn)|dinyayê]] rêyekê ber bi Xudê û niyasîna wî bibîne. Ew dibê [[nefs (dîn)|nefsa]] xwe bi peristinê û terikandina gunehan û xweşîyên cihanê pakij bike ko Xudê û mezinahî û bedewî ya Wî di dilê rêvîngê rêya sofîtîyê da eşkira bibe.
 
Di nav Îslamê da, nemaze di sedsala 20ê û 21ê da, bi giştî piştî serdestbûna bawerîyên [[selefîtî|selefîtîyê]] di nav [[misilman|misilmanan]] da, bawerîyeka weha heye ko sofîtî varrêbûn û derkevtina ji Îslamê ye. Her çend e, berî wê jî kes hebûne ko digot sofîtî ne ji Îslamê ye. Lê koma zanayên Îslamê, bi giregire yên mîna [[Ibn Erebî|Şêx Mihyedînê Ibn Erebî]], [[Xezalî|Îmam Mehmedê Xezalî]], [[Celaledînê Rûmî|Mewlana Celaledînê Rûmî]] û gelekên dî ji wan in.
 
Ji alîyê bawerîya kelamî ve, pirranîya sofîyan ji [[sunnîtî|sunnîyan]] in, lê sofîyên [[şîetî|şîe]] jî hene û hebûne.