Indira Gandhi: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
|||
Rêz 1:
[[Wêne:Indira Gandhi 1966.jpg|thumb|200px|Indira Gandhi (1966)]]
'''Indira Priyadarshini Gandhi''' (
Indîra di salên 1947ê heta 1964ê da, wekî alîkara babê xwe, ko wê demê serokwezîr bû, xebitî. Ew li sala 1959ê bû seroka [[Kongireya Neteweyî ya Hindistanê]]. Piştî mirina babê wê, ew wekî endameka [[Rajya Sabha|Rajya Sabhayê]] anko Civata Jorîn hat hilbijartin û di kabîneya serokwezîr [[Lal Bahadur Shastri]] da bû [[wezîr|wezîra]] zanyaran û weşanê. Pishti mirina Shastri li sala 1966ê, di hilbijartina seroktiya [[Partiya Kongiresê (Hidistan)|Partiya Kongiresê]] da, zora hevrrikê xwe [[Morarji Desai]] bir û bû seroka partîyê û bi wî rengî bû serokwezîra Hindistanê.
Wekî serokwezîr, ew bi sehişkiya di danûstandinan da û bi navendîkirina zêde ya desthilatê dihat niyasîn. Wê seba piştevaniya bizava serxwebûna [[Pakistana Rojhilatê]] şerr li dijî [[Pakistan|Pakistanê]] dest pê kir. Ew di şerrî da bi ser kevt û li encama wî şerrî welatê [[Bengiladiş|Bengiladişê]] hat avakirin. Hêza Hindistanê jî li herêmê zêde bû û bû hêza serdest anko hegemon ya [[Başûrê Asyayê]]. Bi mihaneya cidaxwaziyê û li dijî bangewazeka ji bo serhildanê, Indîrayê rewşa awarte ragehand, ko ji 1975ê heta 1977ê dewam kir. Di wan du salan da azadîyên medenî bertesk kirin û ragehandin jî hat sansorkirin. Zordarîyên berfireh hatin kirin. Li sala 1980ê, piştî hilbijartinên azad û bêlayenane, ew dîsa wekî serokwezîr hat hilbijartin. Ew bi destê pasevanekê xwe û neteweperwerên [[sîkîtî|sîk]] hat kuştin.
== Girêdanên derve ==
|