Omer: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina Drüfft (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya MikaelF
Etîket: Vegerandin
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min du peyven biyani yê negerek ( qîz , qebûlkirin ) û ji bo wan peyvên kurdî nivîsand.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 43:
Omer 13 sal di pey [[cenga Fîl]], li [[Meke|Mekeyê]] hatiye dinyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey [[cenga Fîcar a mezin]] ji dayîka xwe bûye. (1)
 
Bavê wî [[Xetabê kurê Nufeyl]] e, neseba wî di Ke'b de digihîje Pêxember, ji [[qebîla Qureyş]], ji mala Edî ye. Diya wî qîzakeça birayê [[Ebû Cehl]] (an jî qîzakeça apê wî) [[Henteme]] ye. (2)
 
Dîrok ji dema beriya mislimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re şivanî kiriye, dû re jî dest bi tîcaretê kiriye. Bi piranî bi tev karwanên ku diçûn [[Sûrî|Suriyê]] re hevaltî dikir. (3)
 
Di [[Nezantî|dewra cahiliyeyê]] de yek ji eşrefên Mekeyê bû û sefareta dewleta Mekeyê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera her du terefa bû; Omer çi raporê bida mekiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekeyê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat qebûlkirinpejirandin. (4)
 
Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember mislimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirtir wî dixwest ji Îslamê re astengiyê derxe. Heta rojekî [[şûr]]ê xwe girt û çu ku Hz. Muhemmed bikuje. Lewra bi angorî wî; [[Muhemmed]] pêxember dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji [[put]]ên wan re tunebû. Di civînekî de mekeyiyan biryara kuştina Hz. Muhemmed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer şûrê xwe girt û bi rê ket ku biçe ji boy kuştina Hz. Muhemmed. Lê çuyîna wi, bû sedemê [[Îslam|mislimantiya]] wî.