Misira kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min hinek sozên biyanî ku negerek bûn derxist. Her wiha min çewtîyên nivîsandinê sererast kir.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 6:
 
== Dîrok ==
Pêkhatin û damezirandina çanda misirî digihêje heta demên herî kevnar ên mirovahiyê. Çanda ku îro wek çandeke pêşketî bi nav û deng e di [[çaxaserdema berî hanedanê]] de (bi îngilîzî ''Predynastic period'') destpêkir, gava ku li [[Misira Jorîn]] împeratoriyeke yekem hat damezirandin. Digel hereketêntevgerên leşkerî yên dagîrkirinê ev împeratorî her ku çû berve [[Deltaya Nîlê]] meztir bû. Li wê derê [[Misira Jêrîn]] a îro hate bidestxistin - û bi vê pêşketinê yekem gava yekbûyîna împeratoriyê hat kirin.
 
== Civak ==
Pirraniya gelê misirî cotkar bûn û jiyaneke zehf sivik derbas dikirin. Erdên wan ên biçûk hebûn, ên ku li dora qeraxên çemê Nîl xwe dirêj dikirin. Li ber çemê Nîlê, gelê misirî yê kevin salê 8-9 meh [[genim]], mêwe û zebze diçand. Ji ber ku ew mecbûr mabûn jiyana xwe bi cotkarî û ajaldariyê derbas bikin (bona têrkirina zikên xwe), wan [[bizin]], [[berx]] û [[ga]] jî xwedî dikirin. Herwiha, ji bo demên sêlavê her sal depoyên xwarinê jî dihatin amadekirin.
 
Rola civakî ya jinan bi tevahî nehatiye ronîkirin, lewra hê jî tê guftûgokirin ka jin bi çi havî tevlî jiyana civakî bûne, lê dîroknas li ser vê mijarê wiha li hev dikin ku rewşa wan wek di dema Yewnanistana Kevnar de pir baş bûye. Wer xuya dike ku jin û mêr li gorî qanûnê wekhev bûn, lê rastiyek e ku jin pir nadîr digihîştin [[pozîsyon]]ên rêveberiyê. Gelo di vê mijarê de jin rastî tengasiyan dihatin an na, an jî bi dilê xwe nadixwestin bikevin karên wiha naye zanîn. Ji cavkaniyên dîrokî yên wê demê ew derdikeve holê ku jimara jinên tevlî rêveberiyên bilind bûne pir kêm in. Lê di pîşeyên aşvanî û bîra çêkirinê de çavkaniyên misirî destnîşan didin ku gelek jin wek xebatkar aktîvçalak bûn. Herwiha, nivîsên dîrokî yên wê demê pir caran qala xwedîkirina jinên bî dikin. Evya kare wek kêmbûna îmkanên bi dest xistina abor ji bo jinên bî kare bê fehmkirin. Jin û mêrên zweicîzewicî bi giştî monogam dijîyan. [[Polîgamî]] heta neha tenê ji bo keyaniyê û hin memûrên bilind hatiye îspatkirin.
 
Di wê demê de gelek bebik û zarok ji ber nexweşî û birçîbûnê dimiriyan, lewra malbatên ku çiqas zêde zarok xwedî dikirin, ewqas jî [[prestîj]]a wan hebû. Demajoya jiyanê ya gelemperî jî pir ne bilind bû. Misirî hertim bi vê baweriyê bûn ku xwedayên wan li hêla wan in. Tirsa wan bi pirranî ji sextekarî û 'ruhên nexweş' hebû. Li gorî baweriya wan, gava ku mirovek dimiriya, ruhê wî kesî diçû seyahatekê bo ku bigihêje welatê miriyan. Û heger tirbek dihate şaetandin, ruhê ew kesê mirî xwe li ser rêya xwe winda dikir û bi ketina xewnan heyfa xwe ji mirovan dihilandin. Tê gotin ku rojekê [[fîrawin]]ekî, piştî ku ruheke wendayî ketiye xewna wî û jê re qala derdê xwe kiriye, biryar daye ku goristaneke hilweşandî ji nu ve avabike da ku ruhên nexweş dîsa bikevin riya rast û bigihêjin welatê miriyan.
Rêz 19:
[[Wêne:Grabmalereien.jpg|thumb|Dîmenek ji pirtûka deriyan, pirtûka derheqê jiyana pistî mirinê, ji dîwarên gora firawûn [[Ramses IV.]], Desta Qiralan]]
[[Wêne:S F-E-CAMERON 2006-10-EGYPT-PHILAE-0114.JPG|thumb|Dîmeneke perestgeha Isiss a li Philae yê]]
Di dema Misira kevin de ji her xwedayekî re peredtgehekperestgehek dihate avakirin. Û di her perestgehê de peykerê heman xwedayan hebûn. Car caran di perestgehên miriyan de (ên ku wek 'Perestgehên mîlyon salan' dihatin bi nav kirin) beşên taybet ji bo pîrozkirina xwedayan hebû. Di ew demên kevin de fîrawin wek kesayetên pîroz û olî dihatin hesibandin. Piştre wek qasidên di nava cîhana mirovahî û ya ruhan dihatin qebûlkirinpejirandin. Ji ber vê sedemê peykerên fîrawinan jî hebûn: gel bi vê baweriyê bû ku bi pîrozkirina wan wê welat refahtir bibe.
 
Her roja sibehê berî berbanga rojê berpirsyarê perestgehê digel mûmikekî perestgehê digeriya û diçû pêşkêşgehê, li cihê ku peykera pîroz di qefeseke girtî de dihate veşartin. Piştre li deriya qefesê dixist û wiha, bona ji xew rakirinê deng li xwedayan dikir. Bi vê merasîmê re xweda ji xew radibûn û dikete hundirê peykerên xwe, yên ku wek xaniyên wan ên li ser erdê dihatin hesibandin. Berpirsiyarê  perestgehê peykerê dişuşt û wek silavdayînê bi pêçiya xwe ya biçûk rûna dara erz û ya mîrra li heniyê peykerê dikir (ew rûn wek rûnên pîroz dihatin qebûlkirinpejirandin). Kinc li peykerê dihatin lêkirin û xwarin û vexwarin wek daşte jê re dihatin pêşkêşkirin.
 
Herwiha, car caran kulîlk jî jê re dibirin, ji ber ku olperest bi vê baweriyê bûn ku xweda bi xwe di behna kulîlkan de ne. Bi vî havî qurban ji xwedayan re dihatin dayîn, sewa ku xêr û xweşiya li erdê firehtir bibe. Ji xwarin, vexwarin û kulîlkan bêhtir şerab, parfum û bixûr jî sewa xwedayan dihatin qurbankirin. Bixûr ji bo qewitandina cin û nersiziyên xeraw dihate bikaranîn û ji aliyê berpirsiyarên perestgehê ve di odeyên taybet de dihate amadekirin. Tarîfa çêkirina bixûrê ê li ser dîwarên ew odeyan de nivîsî bûn. Di çarçoveya merasîman de peyker ji bo çerxkirina di qadan de ji perestgehê dihat derxistin, lê dîsa kesî nikarîbû rûyê peykerê bidîta û lewra serê wê bi paçekê digirtin.
Rêz 30:
=== Keyanî ===
[[Wêne:Pharaoh with double crown.svg|thumb|Keyê bi du tacî û riyê a merasîmê.]]
Welat ji aliyê firawinê weke welateke navendî dihat birêvebirin, û firawin bi xwe wek kurê rojê dihat qebûlkirinpejirandin. Gel wî wek temsîlê xwedayan ê li rûyê erdê pîroz dikir û di vê baweriyê de bû ku ew erkeke pîroz dimeşîne. Loma hêz û mafê wî bêsînor bû. Ew xwediyê tenê yê hemû erd û rezan bû: çi li ser wê rûerdê hatibe çandin jî, ya fîrawinê tenê bû. Zelalbûnên xwezayî yên erdê û hemû qezenckiriyên şeran ên wî tenê bûn. <ref>[[Thomas Schneider (Ägyptologe)|Thomas Schneider]]: ''Lexikon der Pharaonen'' (Ensîklopediya Fîrawinan). Albatros, Düsseldorf 2002, ISBN 3-491-96053-3, S. 28.</ref> QiralêKeyê bi gelemperî rêveberiya xwe ji wergirtina textê heta dawiya jiyana xwe dimeşand. Gava ew dimiriya, paşhatiyê wî kurê wî yê herî mezin bû. Key û malbata wî di sarayeke taybet de dijiya. Saray ji aliyê malbata pîroz ve hatibe bikaranîn jî, ji raya giştî re vekirî bû û bi pirranî li paytexta welêt peyda bûbû. Kar û armanca herî mezin a qiralê hertim rihetî û serkeftina welêt û Maat (başbûyîna nîzama cîhanê) bû. Hemû qanûn û ferman bi destûra wî derdiketin, aborî û danûstandin jî di bin kontrola wî de bûn. Herwiha, ew serokê artêşê jî bû û bernameyên avahî lêkirinê - bi taybetî avakirina perestgehan - di bin emrê wî de bûn. Ji bilî vê, reformên pêwîst derbas dikir, wezîrên bilind ên ku di mijarên rêveberiyê de alîkariya wî dikirin hildijart û ji kesên ku serkeftinên balkêş bidestdixistin xelata zêrîn dida wan. Ji vê bêhtir, ew ji bo bi cih anîna ol û îbadetan jî berpirsiyar bû û sewa vê armancê berpirsiyarên perestgehan  hildijart.
 
Meth lê daneke taybet ji jiyana wî ya bêdawî ya piştî mirinê hebû. Lewra di dema rêveberiya wî de dest bi avakirina gora wî ya qiralî dihat kirin. Di 30'emîn rojbûyîna wî de, û piştre her sê salan carekê, [[mîhrîcana Sed]] (ji bo tezekirina rêveberiya qiralan) dihat pîrozkirin. Ji bilî vê yekê, pîrozbahiyên din ên wek ya seydê - bi taybetî ya seyda hîpopotam û şêran - û [[mîhrîcana yekbûyînê]] hatin lidarxistin. Di çarçoveya mîhrîcana yekbûyînê de qiral weke paşhqtiyê yekemîn qirala Misirê dihat pîrozkirin, yê ku li gorî gotegotê (rîwayetê) emperatiriyê ji nu ve kiribû yek.