Mîxaîl Gorbaçov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo peyva qebûlkirin peyva pejirandin nivîsand.
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 3:
'''Mîxaîl Sergeyevîç Gorbaçov''' (bi [[rûsî]]: Михаил Серге́евич Горбачёв, ''Mikhail Gorbachov'') * [[2'ê adarê]] [[1931]] li [[Prîvolnoye]] li herêma [[Stavropol]]ê ya li başûrê [[Rûsya]]yê di malbeteke [[Ukrayna|Ûkraînî]] de ji dayik bû.
 
[[Dibistan]] bi mêdala zîv temam kir , piştre di zangoya [[Moskow]]ê beşa qanûnê de xwe tomarkir. Dema kursê 10 a qedand di nav rêzên partiya komonîst ya [[Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst|Yekîtiya Sovyetê]] de hate pejirandin .
 
Di avdara sala 1985 a de hate helbijartin jibo postê sekretêrê giştî yê partiya komonîsta Yekîtiya Sovyetê . Girbaçev piştî bû berpirsê Sovyetê dest bi proseya Pirîstroîka (veavakirin, vejîn) û Glasnast (zelalî) kir . Di encamê siyaseta Girbaçov de sala 1990 î yekemîn car di dîroka Sovyetê de desthilat ket destê perlemanê welat. 15'ê meha adarê sala 1990 hate helbijartin jibo serokatiya Yekîtiya Sovyetê . Ji sala 1985 a heta sala 1991 , têkiliyên Yekîtiya Sobvyetê û rojava pêşketin . Bi saya siyaseta ku Gorbaçev meşand, [[şerê sar]] bi dawî hat , [[Almanya]] bû yek û rêkeftina kêmkirina [[çekên atomî]] hate îmzekirin . Jibo xebata ku kir, di sala 1990 î de bi [[xelata Nobel]] ya aştiyê hate xelatkirin . Di 15'ê meha kanûna pêşîn sala 1991 ê de Gorbaçev îstîqala xwe ji postê serokatiya Yekîtiya Sovyetê ragihand . Lê bivê yekê xebata Gorbaçev bi dawî nebû , û di sala 1992 fondê velêkolînên civatî-aborî –siyasî bi navê Gorbaçov damezrand . Gorbaçov bi xurtî beşdariyê di jiyana siyasî ya Rûsyayê de dike . Di sala 1996 de jî bû namzedê serokatiya Rûsyayê . Mîkayîl Gorbaçov sosyal demoqrate û partiya [[Sosyal Demoqrat]] li Rûsyayê damezrand .Ji sala 1992 heta sala 2008a Gorbaçev 266 serdan jibo welatên biyanî encamdan û nêzê 300 xelatên dîplomasî yên navnetewî wergirtine , ji bilî vê bi dehan [[pirtûk]] nivîsîye û ev pirtûk jibo gelek zimanên biyanî hatine wergerandin.