Heybera Golgî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
[[Wêne:Golgi apparatus (borderless version)-ku.svg|thumb|250px]]
 
Ev [[lebatokendamok]](organel) bi navên wekî Heybera Golgî,[[kompleksa Golgî]] an jî [[Golgî]] tê bi nav kirin. Heybera Golgî di sala 1897an de ji aliyê zanyarên Îtalî [[Camillo Golgi]] ve hate vedîtin. LebatokaEndamoka Golgî ji loda kîsên pehnikî(sîsterna) pêk tê. Di nav [[sîtoplazma]]ya xaneyên eukaryotiyan[[(xaneya navik dirustî]]) de ne yek, lê bi dehan lod ên Golgî hene. Kîsikên ji [[Retîkûlûma endoplazmî]](RE) diqetin, bi kîsên pehnikî yên heybera Golgî ve dizeliqin. Ev bêşa Golgî ku kîsikên ji RE digire nav xwe, wekî rûxara(rûyê) cîs (Golgî ya cîs) tê bi nav kirin. Ji beşek heybera Golgî jî hin kîsan, kîsikên hûrik bûtik didin. Ev beşa Golgî wekî rûxara trans (Golgî ya trans) bi nav dibe. Golgî navenda çêkirina [[karbohîdrad]]an e. Di nav xaneyê de veguhastina [[lîpîd]], karbohîdrad û [[proteîn]] karê Retîkûlûma endoplazmî û Golgî ye. Di nav kîsên pehnikî(sîsterne) de hin [[enzîm]] hene bi alîkariya van enzîman guherandin(modîfî) û nûrexistinkirina molekulên wek çewrî(lîpîd), [[karbohîdrat]] û proteînan pêk tê. Di nav xaneyê de cure cur [[makromolekul]] çê dibin van molekulan di nav heybera Golgî de tên Komkomî kirin. Golgî molekulên komkomî bûyî berhêlî dike ku ,biçin cihê ku pêdivî pê van heye. [[Lîzozom]] jî ji heybera Golgî çê dibe. Bûtikên ji Golgî diqetin an dibin lîzozom an jî xwe bi parzûna xaneyê ve dizeliqine û şileya hundirê xwe bi [[egzosîtoz]]ê davêjên derveyî xaneyê. [[Dîwarê xaneyê]]n riwekan ji aliyê Golgî ve tê çêkirin. Her wisa ,Golgî û retîkûlûma endoplazmî bi hev re, veherandin û çêkirina parzûnên lebatok û xaneyê pêk tînin. Hejmara Golgî di xaneyên avzeyî de pirtir e.