Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
wêneyek lê zêde kir.
Rêz 7:
== Karê parzûna plazmayê ==
 
* Xaneyê dorpêç dike û wî ji hawirdorê vediqetîne, bi vê awayê hem plazma û lebatok[[endamok]] bi hev re dimînin, hem jî xane xwe ji guhertinên neyîni yên hawirdorê diparêze.
* Kontrola molekulên wê biçe hundirê xaneyê an ji yên ji xaneyê derdikevin derve dike.
* Bi xaneyên din re guftûgo (ragihandin) dike.
Rêz 34:
 
==== Dîfuzyona hêsankirî ====
Molekulên wek Oksîjen,Karbon dîoksît,etanol [[dijav]] in (hîdrofobî ne),loma di nav tebeqeyên lîpîd de belav dibin û ji parzûnê rasterast bi hêsanî derbas dibin. Molekulên [[avxwaz]] (hîdrofîlî) di nav molekulên lîpîdan de belav nabin. Av, [[glukoz]], proteîn, hin îyon û molekulên din ên avxwaz ji ber astengiya molekulên [[lîpîd]], nikarin bi serê xwe ji parzûna plazmayê derbas bibin. molekulên avxwaz bi alîkariya proteînên parzûnê cih diguherînin. Ev veguhastin jî dîfuzyon e, lê ji ber ku proteîn navbeynkarî dikin, ev kar wekî [[dîfuzyona hêsankirî]] tê bi nav kirin. Di vî cure ya dîfuzyonê de,dîsa molekulên tiwawe ji devera tîr ber bi devera ronkî de belav dibin û pêwistî bi ATP nîn e. Her çiqas gelek cureyên proteînên parzûnê hene jî, ji wan du texlît proteîn di dîfuzyona hêsankirî de kar dikin, [[proteîna kanalî]] û [[proteîna hilgir]] .Van proteînan wekî [[enzîm]] kar dikin û molekulên wê ji parzûnê derbas bin, nas dikin. Piraniya molekulên avê bi navbeynkariya proteînê hilgir(kanalî) ji parzûnê derbas dibin. Proteînê kanalî navbera molekulên avê û lîpîdan dibe çeper û rê nade molekulên lîpîdê ku derbasbûna avê asteng bike. molekulên wekwekî [[glukoz]] an jî [[sukroz]] bi alîkariya proteînê hilgir ji parzûnê derbas dibin.
 
==== Osmoz ====
Rêz 51:
=== Veguhastina molekulên gir ===
Molekulên hûrik bi veguhastina pasîf an jî çalak bi hêsanî ji parzûne derbas dibin. Lê pêdiviya xaneyê pê molekul an jî madeyên gir jî heye. Ev madeyan wisa gir in ku ne rasterast ji nav molekulên lîpîd ên parzûnê, ne jî di nav proteînên hilgir û kanalî de vediguhazin. Di nav xaneyê de ji molekulên hûrik, molekulên gir ên wekî, [proteîn],enzîm,hormon,şîr û hwd. tên çê kirin. Her ku van madeyan di nav xaneyê de çê dibin jî ,ew li derveyî xane tên bi kar anîn. Loma divê van madeyan ji xaneyê derkeve derve. Xane molekulên gir ji parzûnê vedirişîne. Veguhastina molekul an jî madeyên gir ji sîtoplazmayê ber bi dorhêlê xaneyê, wekî [[egzosîtoz]] tê bi navkirin. Tûk a devê însan, enzîmê bi navê amîlaz e. Amîlaz di xaneyên rijênên tûkê de çê dibe, bi egzosîtozê ji xaneyê derdikeve û di co(kanal) û kisikên tûkê de berhev dibe. Her wekî hormonê însulîn jî di xaneyên pankreasê de çê dibin û bi egzosîtozê ji xaneyên pankrease vediguhazin nav Xwînê. Hin caran xane ji derdora xwe molekulên gir digre nav sîtoplazmayê. Zîndewerên yekxaneyî adanên neherisî(nedehandî) di nav xaneyê de diherisînin. Adanên nedehandî gelek gir in loma ji parzûnê derbas nabin. Lekosît (xaneyên xwînê yên spî) ji bo parastina laşê mirov bakteriyên di nav xwînê de rasterast dadigurtînê û digre nav sîtoplazmayê û li vir diherisîne. Daqurtandina molekulên gir wekî [[endosîtoz]] tê bi nav kirin. Ku molekulên gir ên ku xane digire nav sîtoplazmayê şile be, ev cureya endosîtozê wekî [[pînosîtoz]] bi nav dibe. Endosîtoza molekulên hişk jî wekî [[fagosîtoz]] tê bi nav kirin. Xane dema dilopa rûn vedixwe ev pînosîtoz e, lê gava bakterîyek dadiqurtîne ev kar fagosîtoz e.
 
 
== Girêdanên derve ==