Endezyariya kîmyayê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 8:
== Dîrok ==
Kîmendaze li ser bingehê [[kiryara yekîneyanî]] hat avakirin. Kiryara yekîneyanî çemk anko mefhûmeka bingehîn ya kîmendazeyê ye. Bawerîya pirranîya rayedaran ew e ko Davîsî çemka kiryara yekîneyanî dahîna. Wî li sala 1887ê, çend [[dersgotar]] li [[Xwandingeha Teknîkî ya Mançesterê|Xwandingeha Teknîkî ya Mançesterê]] (ko paştir bû parçeyek ji [[Zanîngeha Mançesterê]] pêşkêş kirin, ko wesa dihêt bawerkirin ko dersgotarên herî pêşîn di kîmendazeyê da bin. Sê salan berî dersgotarên Davîsî, [[Henry Edward Armstrong]] di xuleka kîmendazeyê da li [[Binkeyê Bajar û Pîşekarên Londonê]] (City and Guilds of London Institute) ders dida. Xula Armstrongî bi ser nekevt, hema ji ber wê ko ... derçûyên wê xulê bi dilê kardaran nebûn. Kardarên wê demê zêdetir ji [[kîmya|kîmyanasan]] û [[endazyar|endazyarên]] mekanîkê hez dikir. Xulên kîmendazeyê li [[Bingehê Teknolojîyê yê Masaçûsetê]] ([[Massachusetts Institute of Technology|MIT]]) li Amerîkayê, [[Zanînkoma Owensê]] ([[Owens College]]) li [[Mançester|Mançesterê]] û li [[Zanînkoma Zanîngehî ya Londonê]] tûşî wê arêşeyê bûn.
Li destpêka 1888ê, [[Lewis Nortont|Lewis Nortonî]] li MITyê dest bi xula yekê ya kîmendazeyê li Amerîkayê kir. Xula Nortonî hevdem û hevrengî xula Armstrongî bû. Her du xulan bi sanahî babetên kîmyayê û endazyarîyê digel nitilandin anko dîzayna berheman tev li hev dikirin.
|