Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Min ji bo qiral û qiraltî , key û keyanî nivîsand. Çinkî qiral peyveke Tirkî-Îslav ( tirkî Kral ) . Bi Kurdî key an jî şah tê gotin. Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 43:
Korêya Başûr yek ji wan welatan e ko li paş [[Şerê Iraqê]] li sala 2003'ê pişikdarî ya [[Hêzên pirrnetew]] li Iraqê kirîye. Niha tîpeka leşkirî Komara Korêyê binavê [[Tîpa Zeytûnê]] li derveyî [[Hewlêr]]a paytexta [[Herêma Kurdistana Iraqê]] li başûrê Kurdistanê ye. Ev hêz pirranî bi karên civakî ve mijûl e. Nexweşxane ya vê tîpê çaresera nesaxên Kurdistanî dikit. Pişkên dî yên Tîpê arîkarî ya avakirina dibistanan û bingehên saxlemiyê û rahînan karmendan didin.
==
=== Berî dabeşbûnê ===
Gorî mîtolojiya damezirandinê ya Korêyê tarîxê Korêyê bi damezirandina Joseona efsanewî li sala 2333 B.Z. ê dest pê dike. (Wek Gojoseon jî tê zanîn, ji ber ku li sedsala 14emîn da jî xanedanekî bi heman navî hebû; pêşbendê Go- tê maneya "kevn" yan jî "ya berê") Gojoseon heta ku bakurê nîvgirava Korêyê û hin deverên [[Mançurya]]yê bi dest xist fera bû. Piştî ku bi [[Xanedana Han|xanedanê Hanê]] ya [[Çîn]]ê ra ket nav pevçûnên bêhesab [[Gojoseon]] parçebû û [[Korê]] ket serdema Proto-Sê-Qiraltiyan. Di destpêka vî serdemê da [[Qiraltiya Buyeoyê|Buyeo]], [[Okjeo]], [[Dongye]] û yekîtiya [[Samhan]]ê nîvgirava Korêyê û deverên li başûrê Mançuryayê dagir kirin. Piştî hilweşîna van dewletan, dewletên çûçik wek [[Goguryeo]], [[Qiraltiya Baekjeyê|Baekje]] û [[Qiraltiya Sillayê|Silla]] mezin bûn û nîvgiravê binavê [[Sisê Qiraltiyan]] zeft kirin. Dû re hersê qiraltiyan jî ji hêla Sillayê ve hatin zeftkirin. Bi vê yekê ra li Korêyê serdema Dewletên Bakur - Başûr dest pê kir. Bi vê yekê pirraniya nîvgirava Korêyê ket bin destê [[Sillaya Yekpare]] û di heman demê da jî [[Qiraltiya Balhaeyê|Balhae]] jî li bakurê Goguryeoyê hebû. Li heyna Sillaya Yekpare hunerê helbestnivêsandinê û huner hate teşwîq kirin, çandeya [[Budîzm]]ê pêş ket. Pêwendiyên di navbera Korê û Çînê li vê heynê rind man. Lê belê Sillaya Yekpare ji ber berberiyên navxwayî her ku çû lawaz bû û li sala 935ê da teslîmî [[Goryeo]]yê bû. Cîranê Sillayê ku li bakurê vê dimîne Balhae, wek wêrisê Goguryeoyê hat damezirandin. Li dema xwa ya herî rind Balhae beşekî mezin ya Mançuryayê û hinek deverên [[Rûsya]]ya hiroyîn zeft kir. Balhae li sala 926ê ket destê [[Kîtaniyan]].
Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê [[Taejo Wang Geon]] ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û li sala 1377ê da [[Jikji]] pêk hat, makînaya livdar ya [[kanza]]yî ya herî kevn. Li sedsala 13ê [[îstilayên mongolan|îstilayên mongolan]] Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra [[xerac]] dan berevajî vê jî [[mitefiqê]] wan bûn. Piştî hilweşîna [[Împeratoriya Mongolan]] li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general [[Yi Seong-gye]] ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima [[Xanedaniya Joseonê|xanedaniya Joseonê]].
Li salên 1592ê û 1598ê Korê ji hêla japoniyan ve hat îstilakirin. [[Toyotomi Hideyoshi]] fermandarê leşkeran bû û plan kiribû ku kişwera [[Asya]]yê bi rêhya Korêyê dagir bike, lê bi îhtimaleke mezin ji hêla [[Artêşa Salih|artêşa Salih]] ve û bi alîkariya [[Xanedanê Ming|xanedanê Ming]] ve hatin qewitandin. Bi saya vê şerê amîral [[Yi Sun-sin]] mezin bû û [[Keştiyê Kûsî]] ya wî jî meşûr bû. Li salên 1620î û 1630î da [[Mançu|mançuyan]] Joseonê îstila kirin, li dawiyê mançuyan hemû Çînê fetih kiribûn. Piştî rêzeyeke şerên li dijî Mançuryayê, Joseon nêzikî 200 sal di haşitiyê de ma. [[
Lê di salên paş da xanedaniya Joseonê ku bi awayekî aşirî girêdayî Çînê bû, tecrîd bû. Li sedsala 19emîn de Korê ji ber siyaseta tecrîdê wek [[Qiraltiya Silak]] dihate binavkirin. Xanedaniya Joseonê wê pêngavê ji ber xwaparastina ji [[Emperyalîzm|emperyalîzmê]] avit, lê di dawiyê de ji ber bazirganiyê xwa ji dinyayê ra vekir. Piştî [[Şerê Çînî - Japoniyan yê Yekem]] û [[Şerê Hûris - Japoniyan]] Korê ket bin serweriya japonan (1910 - 1945). Di dawiyê [[Şerê Cîhanî yê Yekem]] de japonan xwa teslîmî hêzên [[Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst|Sovyet]] û [[DYA|Amerîkan]] kirin. Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst [[Korêya Bakur|bakurê Korêyê]] û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî başûrê Korêyê dagir kiribûn.
|