Sîstema gera xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B Removing Link FA template (handled by wikidata) |
Hê pirtir zanyari, wêne û çavkanî lê zêde kir. |
||
Rêz 1:
Ajal zindewerên firexaneyî ne(bi Inglîzî, “multicellular”). Hema hemû [[ajal]] bi sîstema gera xwînê oksijen û xurek digihîne şane û xaneyên xwe. Herwisa madeyên paşmayî an jî berhemên wekî [[proteîn]] û [[hormon]] jî bi navbeynkariya xwînê xwe digihînin endama armanc. Wekî mînak xwîn karbona dioksîdê diguhezîne pişikan. Xwêy, ure, av jî bi navbeynkariya xwînê di gûrçikan de tê parzûnkirin. Du cureyên sîstema gera xwînê heye. Sîstema gera kirawe û sîstema gera daxiraw.
== Sîstema gera kirawe ==
[[wêne:Sîstema kirawe ku.png|thumb|250px|Mêşhingiv bi sîstema kirawe, hemolînfê di laşê xwe de digerîne]]
Ajalên [[bêmovik]]([[bêbirbireg]]) wekî dûpişk, [[mêşhingiv]], kulî û hvd sîstema gera xwînê ya kirawe( bi Ingîlîzî, “open circulatory system) lixwe digirin. Ev sîstema gerê ji dilek lûleyî an jî ji çendan dilan û xwînbera sereke pêk tê. Ango di vî sîstema gera xwînê de mûlûleyên xwînê û [[xwînhêner]] tune ye. Bi eslê xwe, xwîna vî sîstemê jî ne xwîna sor a asayî ye. Xwîna sîstema kirawê, bêreng e û wekî hemolînf<ref>Rittner, D., & McCabe, T. L. (2004).Encyclopedia of biology. New York, NY: Facts On File.ISBN 0-8160-4859-2, Hemolymph </ref> bi nav dibe. ( Bi Ingîlîzî hemolymph = hemo + lymph) Wateya “hemo” xwîn, wateya “lymph” jî av e<ref> Collins Dictionary[https://www.collinsdictionary.com/us/dictionary/english/lymph_1],lymph</ref>, ango ji hemolînfê re xwînav jî tê gotin. Dil hemolînfê pompe dike , hemolînfê ji şahxwînberê dirijîne valahiyên laş <ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. May 20, 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>
. Hemolînf rasterast xane û şaneyan dorpêç dike. Navbera hemolînf û [[xane]] û şaneyan de madeguherîn pêk tê. Hemolînf ji ber livîna laş û girjbûna [[masûlke]]yan, ji valahiyên laş dizîvire dilê lûlyî. Derîçeyên dil hemolînfê aresteya dil dike<ref>ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [https://www.britannica.com/animal/insect/Circulatory-system ]Circulatory-system </ref> . Hemolînf, [[hemoglobîn]] lixwe nagire, loma bêreng e. Gera xwînê ya sîstema kirawe hêdî ye.
== Sîstema gera daxiraw ==
[[Wêne:2101_Blood_Flow_Through_the_Heart_ku.jpg|thumb|250px|Di laşê mirov de xwîn bi Sîstema gera daxirav ve digere]]
Ajalên wekî masî, [[bejavî]], xişok(xijde), [[balînde]](pelewer) û [[guhandar]] wekî ajalên [[movikdar]]([[birbiredar]]) tê binavkirin<ref>Rittner, D., & McCabe, T. L. (2004).Encyclopedia of biology. New York, NY: Facts On File.ISBN 0-8160-4859-2,Vertebrates </ref>. Hemû ajalên movikdar û hin ji ajalên bêmovik, sîstema gera xwînê ya daxiraw lixwe digirin. Sîstema gera daxiraw ji dil, xwînber, mûlûleyên xwînê, [[xwînhêner]] û xwîna sor pêk tê. Di sîstema gera daxiraw de xwîn ji lûleyên xwînê dernakeve. [[Dil]] xwînê ber bi şaneyên laş ve pompe dike, xwîn di nav xwînber, [[mûlûleya xwînê]] û xwînhêneran de diherike û disa vedigere nav dil. Sîstema gera daxiraw, xwînê bi pestoyek berz û bi herikek lez di laş de digerîne.
Ji xeynî masiyan, sîstema gera xwînê ya daxiraw a hemû movikdaran ji du beşan pêk tê; gera xwînê ya pişikan û gera xwînê ya sîstemî<ref name="OpenStax, Biology"/> <ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>.
=== Gera xwînê ya pişikan ===
[[Wêne:Illu_pulmonary_circuit_ku.jpg|thumb|250px|Bi gera xwînê ya pişikan, oksîjen û karbona dioksîda xwînê tê guhertin ]]
Ev ger, gera xwînê ya navbera dil û [[pişik]]an e. Armanca gera xwînê ya pişikan guhertina [[oksîjen]] û [[karbona dîoksîd]]a xwînê ye <ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Wekî mînak, dilê mirov xwîna kêmoksîjenî ji malika rastê pompe dike, xwîn diherike nav xwînberên pişikê. Xwîna kêmoksîjenî di pişikan de, bi navbeynkariya mûlûleyên xwînê yên pişikê, bi [[dîfuzyon]]ê, karbona dioksîdê dide derve û oksîjenê digire nav xwînê. Bi vî awayê xwîna pişikan bi oksîjenê têr dibe. Xwîna têroksîjenî bi rêya xwînhênerên pişikan ve vedigere guhika çepê ya dil<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ev gera xwînê, wekî gera pişikan tê binavkirin.
=== Gera xwînê ya sîstemî ===
[[Wêne:Sankey_diagram_human_circulatory_system_ku.svg|thumb|250px|Pêdiviya şaneyan a bi xwînê ne wek hev e.]]
Xwîn di navbera dil û hemû beşên laş de tevdigere. Dil xwînê ji malika çepê pompe dike, xwîn diherike nav [[şahxwînber]]ê. Şahxwînber(aort) xwînê ji dil dûr dixe. Her ku ji dil dûr dikeve, şahxwînber şax dide û xwînber û [[xwînberok]]an çê dike. Xwinberok jî hê pirtir şax dide û mûlûleyên xwînê çê dibin. Navbera xwînê û şaneyan de guherîna madeyan li tora mûleya xwînê de rû dide. Xwîn ji tora mûlûleyan ber bi [[xwînhênerok]] û xwînhêneran ve diherike. Xwînhênerên jorê dil ên ji ser û mil û qirikê tên, digihîjin hev û tevî hev dibin, bi vî awayê [[xwînhênera sereke ya jorîn]] çê dibe <ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Herwisa xwînhênerên jêrê dil jî tevî hev dibin û xwînhênera sereke ya jêrîn çê dikin. Xwînhênera sereke ya jorîn û ya jerîn xwîna nav xwe dirijînin nav guhika rastê ya dil. Gera xwînê ya sîstemî ji malika çepê dest pê dike, di guhika rastê de bi dawî dibe
<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Du ger, gera pişikan û gera sîstemî ya xwînê, ji xeynî masiyan, di laşê hemû movikdaran de rû dide.
=== Gera xwîna masiyan ===
Masi tenê bi gera sîstemî, xwînê di laşên xwe de digerînin. Dilê masiyan du çavî ye, yek guhik û yek malik <ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Xwîna kêmoksîjenî ji malikê ber bi [[avesihk]]an ve tê pompekirin<ref name="OpenStax, Biology"/>. Avesihk endama henese ya masiyan e. Xwîn li tora mûlûleyên avesihkê de karbona dîoksîdê dide nav avê, ji avê oksîjenê digire. Xwîna têroksîjenî ji avesihkan belavê laşê masî dibe. Di navbera xwîn û şaneyên masî de guherîna madeyan pêk tê. Xwîna têroksîjenî, oksîjena xwe dide xane û şaneyan û ji wan karbona dioksîdê hildigre û di nav xwînhêneran de dizivire guhika dil. Ango di dilê masiyan de her tim xwîna kêmoksîjenî diherike.
== Çavkanî ==
[[Kategorî:Biyolojî]]
[[Kategorî:Sîstema gera xwînê]]
[[Kategorî:Anatomiya mirov]]
|