Mûlûleya xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B Zindewerzani navê Hûrxwînborî weke Mûlûleya xwînê guherand: Di dibistan û zaningehên Kurdistanê de ev peyv belavî ye. |
Pêşnumaya gotarek nû çêkir. |
||
Rêz 1:
[[Wêne:Capillaries ku.jpg|thumb|300px|Tora mûlûleya xwînê di navbera xwînberok û xwînhênerokan de cih digire.]]
'''Mûlûleya xwînê''' (bi Inglîzî ''capillary'')<ref>capillary. (n.d.) American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved August 19 2018 from https://www.thefreedictionary.com/capillary</ref>di nav lûleyên xwînê de a herî ziravtir e. Qalindiya mûlûleyan bi qasî 8-10 µm (mîkrometre) ye<ref>ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [https://www.britannica.com/science/capillary ]Capillary </ref>
. Lumena mûlûleyan wîsa tenge ku xirok<noinclude></noinclude>ên sor bi rêza yekûyek di lûleyê de derbas dibin<ref name="Leland G">CJohnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8 </ref>
. Seranserê hemû [[endam]] û piraniya şaneyan bi torên mûlûleyên xwînê dagirtin e. Torên mûlûleya xwînê ji xwînberokan derdikeve û dirêjê [[xwînhênerok]]an dibe. Ango, di navbera [[xwînberok]] û xwînhênerokan de tora mûlûleya xwînê heye<ref>Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p 957 </ref>.
== Erka mûlûleya xwînê ==
[[Wêne:2101_Blood_Flow_Through_the_Heart_ku.jpg|thumb|300px|Navbera xwînê û şaneyan de guherîna madeyan li tora mûlûleyên xwînê de pêk tê.]]
Xwîna mirov ji lûleyan dernakeve derve, lê madeyên nav xwînê yên wekî; oksîjen, karbona dîoksîd, xurek, av, [[hormon]] û şileya xwînê ji mûlûleyan derbasî [[xane]] û [[şaneyan]] dibe. Her wisa madeyên nav xane û şaneyan jî bi navbeynkariya mûlûleyan derbasî nav xwînê dibe. Bi kurtasî, erka sereke ya mûlûleya xwînê, navbera [[xwîn]] û şaneyan de guhertina(alûgor) made ye. Dîwarê mûlûleya xwînê gelek tenik e û ji boy molekulên hûrik, wekî parzûnek nîvdelînbar kar dike. Wekî mînak: Di masûlkeşane(şaneya masûlke) de Oksîjen û xurek ji [[parzûna xaneyê]]n mûlûleyên nêzî dawiya xwînberokan, ji xwînê derbasî derdora masûlkeşane dibe. Karbona dîoksîd û madeyên paşmayî yên masûlkeşane jî ji parzûna xaneyên mûleleyên nêzî xwînhênerokan derbasî nav xwînê dibe.
== Pêkhateya mûlûleya xwînê ==
[[Wêne:Capillary_ku.svg|thumb|300px|Dîwarê mûlûleya xwînê ji çînek xaneyên epîtelî yên pahn pêk tê.]]
Dîwarê mûlûleyan ji çînek xaneyên epîtelî yên pahn pêk tê. Ev çîn wekî [[endotelîum]] tê bi navkirin. Çîna endotelîumê bi perdeya binyat(Basement membrane) ve dorpêçî ye<ref name="Campbell"/><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Perdeya binyat xaneyên mûlûleyê li berhev digire û şiklê lûleyî dide mûlûleyan.
Gelemperiya şaneyan tora mûlûleyan lixwe digire, lê mêjera tora mûlûleyên xwînê di hemû şaneyan de ne wekhev e. Şaneyên çalak ên wekî; [[masûlke]], [[kezeb]], [[pişik]] û [[gurçik]]an hê pirtir torên mûlûleya xwînê lixwe digirin. Şaneya korneaya çav, şaneya epîdermîs(rûkeşeşane) û [[kirkirok]]a hîyalîn bê mûlûleyên xwînê ne.
== Di tora mûlûleya xwînê de guherîna madeyan ==
[[Wêne:2108_Capillary_Exchange_ku.jpg|thumb|300px|Li dîwarê mûlûleyê de ji bo guhertina madeyan,pestoya hîdrostayî û pestoya osmozî du hêzên sereke nê]]
Erka sereka ya mûlûleya xwînê, guherîna madeyan e. Ev guherîn bi du aliyan ve çê dibe. Hin made ji xwînê tên parzûnkirin û derbasî derdora xane û şaneyan dibe, hin made jî ji derdora şaneyan ber bi xwînê tên mijandin. Du hêz, pestoya hîdrostayî û [[pestoya osmozî]] li ser made guhertinê de bibandor in<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>
<ref name="Leland G"/>. Kîjan pesto zêde be, ew arasteya made guherînê diyar dike.
=== Pestoya hîdrostayî ===
Heke şilemenîyek di nav cihekî girtî de bimîne pestoya hîdrostayî peyda dibe. Mêjera pestoya hîdrostayî bi qebaraye tasa girtî ve heye. Gava qeberaya tasa girtî kêm bibe, pestoya hîdrostayî ya şilemenîya nav tasê zêde dibe.
[[Dil]] bi lêdanê, xwînê pompe dike nav lûleyan bi herika şilemeniya xwînê lûle piçek fireh dibe lê ev firehbûn qebareya lumena lûleyê bi têra xwe zêde nakê, loma xwîn zorê dide dîwarê lûleyên xwînê û bi vî awayê pestoya hîdrostayî peyda dibe. Arasteya hêza pestoya hîdrostayî, ji lumena lûleya xwînê, ber bi derveyî lûleyê ye<ref name="Leland G"/>. Madeyên nav xwînê ji ber hêza pestoya hîdrostayî tên parzûnkirin. Pestoya hîdrostayî ya beşa mûlûleya nezî xwînberok, herî bilind e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Her ku ji xwînberokan dûr dikevin, pestoya hîdrostayî ya mûlûleyan jî kêm dibe.
=== Pestoya osmozî ===
Hêza duyemîn a li ser guherîna madeyên nav xwînê, pestoya osmozî ye.
Pestoya osmozî ji ber [[proteîn]]ên nav xwînê peyda dibe<ref name="Leland G"/>. Proteîna albumîn yek ji proteînên xwînê ye. Albumîn hertim di nav xwînê de dimîne, ji lûleyên xwînê dernakeve derve. Li her aliyê mûlûleya xwînê de mêjara albumîn westar(sabît) e. Loma hêza pestoya osmozî ya xwînê jî westar e<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>
. Li her derê mûlûleya xwînê de hêza pestoya osmozî 25mmHg ye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Aresteya hêza pestoya osmozî ,ji derdora şaneyan ve ber bi lûmena mûlûleya xwînê ye. Ango Pestoya hîdrostayî û pestoya osmozî dijî hev kar dikin. Heker pestoya hîdrostayî berz be, molekul û şilemenî ji xwînê derbasî derdora şaneyan dibe. Na, heke pestoya osmozî ji pestoya hîdrostayî berztir be, vê gavê molekul molekul û şilemenî ji derdora şaneyan derbasê nav xwînê dibe.
=== Dîfuzyon ===
Ji xeynî pestoya hidrostayî û osmozî, hin molekûlên hurik jî bi difuzyonê ji diwarê mûlûleya xwînê derbas dibin. Molekulên çewrî(lîpîd), oksîjen û karbona dîoksîd bi [[dîfuzyona sade]] ji dîwarê mûlûleyê derbas dibin. [[Glukoz]], asîdên amînî û îyonên wekî sodyum, potasyum, kalsiyum jî bi [[dîfuzyona hêsankirî]] ji dîwar derbas dibin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>
== Çavkanî ==
[[Kategorî:Sîstema gera xwînê]]
[[Kategorî:
|