Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guherandina Franzstrauss (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Ghybu
Etîket: Vegerandin
Rêz 3:
 
== Wêjeya kurdî a gelêrî ==
Wêjeya gelêrî, [[wêjeya devkî]], zargotina kurdî an jî folklor ku wek taybetmendiyên xwe yên anonîm û kolektîf di nav civakê de tê afirandin û dîsa di nav şert û mercên civakê de bi nifşên nû re tê veguhastin, di çanda civakekê an jî heremekê de roleke gelekî bingehîn dilîze.<ref>Necat Keskin, ''Di Çarçoveya Teoriya Performansê De Nîrxandina Vegotınên Gelêrî'', International Journal of Kurdish Studies Vol.2 /1 ( January 2016 )</ref> Wêjeya gelêrî an jî devkî yek ji beşên folklorê ye ku folklor bi xwe beşeke zanistê ye. [[Mele Mehmûdê Bazîdî|Mela Mehmûdê Bazîdî]] yekem kes e ku li ser folklora kurdî xebatan kiriye. Wî ev karên xwe bi hevkarî û alikariya [[Alexandre Jaba|Alexandere Jaba]] (1803-1894) kiriye.<ref>Necat Keskin, ''Pirsgirêkên Giştî Yên Xebatên Folklora Kurdî û Çend Pêşniyaz'', The Journal of Mesopotamian Studies, Vol. 2/1 Winter 2017</ref> Xebatên folklora kurdî, dikare were gotin ku, her çiqasî di asta berhevkirinê de bin jî xebatên analîz, şirove û berawirdiyê jî hêdî hêdî derdikevin pêş. Berhevkarên girîng yên folklora devkî ya kurdî, nivîskarên wekî [[Zeynelabidin Zinar]], [[Ordîxanê Celîl]], [[Celîlê Celîl]], [[Celîla Celîl]], [[Heciyê Cindî]], [[Eskerê Boyîk]], [[Hîlmî Akyol|Hilmi Akyol]],[[Yekta Uzunoglu]], [[Rohat Alakom]] û hinek kesên din in.<ref>Avdo Karataş, ''Folklor û Afirandina Nivîskî'', The Journal of Mesopotamian Studies, Vol. 2/1, Winter 2017</ref>
 
Ji bo edebiyata devkî Celîlê Celîl wiha dibêje<ref name=":2">Hasan Karacan , Rasim Başar, ''Di Kilamên Evdalê Zeynikê de “hezkirina jîyanê û daxwaza mirinê”'', International Journal of Kurdish Studies, 1/2 ( July 2015 ) http://dergipark.gov.tr/download/article-file/90136</ref>: