Open main menu

Guherandin

10.705 bayt lê hatin zêdekirin ,  20:46, 8 tebax 2018
Min nivîsa xwe ya di malpera Çandnameyê da hat weşandin li vir jî weşand. Jiberku nivîs bi forma ansîklopediyê hatiye nivîsandin. 12 Têbinî ji hene. Lê mixabin min nezanî çer tên cîhkirin.
[[Wêne:1881 Kramskoi Frauenportraet anagoria.JPG|thumb|''Portreyê jinekekî'' (Ivan Kramskoi, 1881)]]
{{Edebiyat/Wêje/Lîteratûr}}
== Edebiyat Çi Ye? ==
'''Wêje''' an jî '''edebiyat''' ji hunera ku bûyeran, ramanan, hesteyan û xeyalan bi şiklekî bedew/estetîk bi rêya ziman îfade dike re tê gotin. Edebiyat tê maneya/wateya hewldana nêrînek berfireh û gerdûnî, bilindkirina merhamet û hezkirinê.
 
Edebiyat bêyî maneya her tiştên ku hatine nivisin jî, ji hinek tiştên nenivisî re jî edebiyat tên gotin. Mîna kilamên kurdî yên bi devkî, destan û hwd. Deqên/tekstên nivisîn û nenivisîn ên hunerî berhemên edebî ne. Di vê dema me de êdî nivisandin pir hêsan e. Loma ji bo parastina berhemek edebî nivisandin bûye tiştek zerûrî. Niviskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendewanan. Her niviskar berhemên xwe bi zimanekî dinivîse, pir caran jî bi zimanê xwe yê zikmakî.
''' "Edebiyat",“ wêje“''' an jî '''„lîteratûr“ ''' sê peyvên hemwate ne. Peyva edebiyatê bi Erebî ye, ya „wêje“ bi Kurdî ye, ya „lîteratûr“ jî bi Latînî ye. Edebiyat ji peyva „edeb“ê tê û wateya vê ya ferhengî „zerafet, nezaket û xweșikî“ ye. Ereb bi xwe di wateya peyva edebiyatê de mîna disîplîn peyva edebê bikar tînin. Wekî ku dibêjin „el-edeb’ul Kurdî, ango edebiyata Kurdî. Pirhijmara peyva edebê edebiyat e û ji aliyê Kurd, Faris û Tirkan ve tê bikaranîn. Wekî „Edebiyata Kurdî“, „Edebiyatî Farisî“ û „Türk Edebiyatı“. Wêje ji peyva „wutin“ê tê. „Wutin“ di Kurdiya Soranî, Goranî û Zazakî de bi fonetikek nêzî hev beramberî wateya peyva „gotin“ê tê bikaranîn.[1] Peyva lîteratûr di hemû zimanên ewrûpî de bi wateya edebiyatê ye.
 
Edebiyat, wêje an jî lîteratûr çi ye? Ji çi re edebiyat tê gotin? Cûre bi cûre bê tarîfkirin jî, edebiyat ji berhemên nivîskî û devkî re tê gotin û ew jî bi ziman re zexm girêdayi ye. Edebiyat hêza xwe bikaranîna ziman digire û bi berhemên xwe jî ziman dikemilîne. Ji berhemên ku nivîskî û devkî yên bi hunerî bûyer, raman, hest û xeyalan bi șêweyekî bedew/estetîk pêșkeșî guhdar û xwendevanan dike re tê gotin. Ew berhem mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar, stran, șano û hwd derdikevin holê û cîhana nîgașî ya guhdar û xwendevanan dixemilînin.[2]
 
Di derheqê edebiyatê de pir tișt hatine gotin û hîn jî ewê bên gotin. Edebiyat tê maneya/wateya hewldana nêrînek berfireh û gerdûnî, bilindkirina merhamet û hezkirinê. Di vê dema nûjen de êdî nivîsandin pir hêsan e. Loma ji bo parastina berhemek edebî nivîsandin pêwîst e. Nivîskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendevanan. Lê ev nayê maneya ku edebiyat bi tenê ji berhemên nivîskî pêk tê. Edebiyata Kurdî li ber sedemên așîkar hîn jî zêdetir edebiyata devkî ye. Lazime ku edebiyata nivîskî li ser hîmê edebiyata devkî were avakirin. Wê demê dewlemend û xurt û bedevtir dibe. Li gor edebiyatvanê kurd Mehmed Uzun edebiyata kurdî pêwist e ku li ser rîçikên stran û kilamên dengbêjan were avakirin. Ji ber ku kevneșopa dengbêjtîyê hetan niha digel hemû tehdît û șîddet, asîmîlasyon û tunekirina hember zimanê kurdî ji bona zindîmayina edebiyat, huner û muzîka kurdî rolek herî girîng lihistiye.[3]
Hinek beșên edebiyatê zêdetir bi devkî tesîr dikin. Wê demê ji xwendevanan zêdetir guhdar derdikevin li pêș. Mînak stranên dengbêjên kurdan in. Stranên dengbêjan bi deng û peyîvên xwe tên pêșkeșkirin, alavên muzîkê û tinîya wan pir jî hewce nîne. Kilamên dengbêjan ne tênê muzik e. Ew bi peyîv û mijarên xwe çavkaniyên ziman û edebiyata kurdî ne. Ji ber astengiyên li ser zimanê kurdî li Kurdistanê dengbêjî û çîrokbejî hetan van demên dawî pir pêșketî bûn. Birêz Mehmet Uzun di deheqê dengbêj û çîrokbêjan de wusa dibêje:[4]
 
„Bêguman û bêșik, dengbêj û çîrokbêj xwedî û hostayên edebiyata devkî ne. Di gotinên wî/ê de fantazî û rastî, xewn û serpêhatî, bûyerên qewimî û çêkirî di nav hev de ne.“
 
Muzîk jî tiștekî li derî edebiyatê nîne. Tekiliya muzîkê zêdetir bi helbestan re heye. Her gotinên muzîkê helbestek e jî. Ji ber vê têkiliya xurt di navbera edebiyat û muzîkê ye ku di sala 2016’an de muzîkvanekî amerikî bi xelata Nobelê ya edebiyatê hat xelatkirin. Ango muzîk bi șêweyek xurt girêdayî edebiyatê ye.
 
== Mijara wêjeyê ==
 
WêjeTêkiliya tekilîyaedebiyatê bi her tiştîtişt û her bûyerê re he yeheye. Mijara wêjêyêedebiyatê mirovînsan û jîyanjiyan e. WêjêEdebiyat her dem dixwaze ku tenêtîyatenêtiya însan, tengasîyên wîtengasî, evînên wîevîn, kederên wîkeder, nefretên wînefret, hemû hestehest û xeyalên wî; ango însan ji însan re salix bide û pê bide nasandinnasîn. Tu ferqîyêcudahiyê nake di navbera gel û mirovan. AlîyênDixweze aliyên wan ên baş û nebaş, rind û xirab, rast û şaş; bi her alî vevan duxwazedixweze ku derxe holê û pêșkeș bike. EdebiyatArmanca dikeedebiyatê kuîzahkirina hevparîyahevpariya qedra ruhên însanan îzahe. bike, jiBi hev bide naskirinnasîn û bide berhev,biberhevkirinê ji wan re bibe neynik. Bi van xisletêxisletên xwe edebiyat hûnereke gerdûnî ye.[5]
Niviskar kesên ku kilîta xezneya ziman di dest de ye. Ew bi nivisê peyîvên di xeyalan wî de difirin bi rêkûpêk û nîzamî dide berhev, dixemlîne, dinivsîne. Bi wan xeyal, raman, derd, kul û keserên xwe tîne ziman. Di vê hewldanê de derûdora xwe îstîfade dike, tûrê xwe berdide bin bîra dilê xwe, wan bi tecrûbeyên xwe, bi ramanên xwe, bi hesteyên xwe, bi xeyalên xwe, bi hêvîyên xwe cûrecûr dixemlîne û pêşkeş dike. Niviskar bi uslûbek xweşik behsa însanan dike. Bi hunerî însan jî însanan re tarîf dike.
Di berhemên edebî de behsa însan, qilqiliya/tedirginiya wî, șașwazîya wî, hebûna wî, mirina wî, hêz û neçaretiya wî, șewqet û dilovaniya wî, hêrs û bêmerhemetiya wî, bêçaretiya wî, piçûkxistina wî, kul û keserên wî yên derûnî tên kirin. Herçiqas leheng û mirovên berhema edebî kesên dewerek belû bin jî, bi alîyên van ên însanî ve temsîlên hemu însanan in. Lewma birêz Mehmet Uzun dibêje ku: “Edebiyat xwedî hêzek jîndar e. Jiyanê watedar dike, nemabûnê dizivirîne geșbûnê, ji berxwedanê re dibe çavkanî. Tirsê dizivirîne cesaretê, yên ketî ra dike, tunebûnê dizivirîne hêviyê .” [6]
 
Huner û edebiyat divê ji armanca xwe dûrnekevin. Ango tu car nekevin bin bandora doz, bîrdoz, raman û ramyariya kesan û koman. Ew ji bona însaniyetê amada ne. Kengê edebiyat bûye navgîna doz, bîrdoz, raman û ramyariya mirov, ew hatiye dorpeçkirin ku edî ji edebiyatê derketiye. Edebiyatvan ger gora kêfa dilê xwe tevbigere ku bi șêweyek serbixweyî berheman ava bike. Ji bo edebiyatê sinordayin edebiyatê difetisîne. Edebiyat bi kurtayî ji bo mirovahiyê ye û malê mirovahiyê ye.
 
Edebiyatê heta ji kêfxweșî û dilfiraziya dil, ji hêvîya daxwezan hêz girt jîndar dike. Di vê wateyê de di dema herî zor û tengasîyê de dibe mekanê stara mirovan. Bi jîndariya xwe mirov ji bêhêvîtiyê, keserê û fikra tunebûnê azad dike, ruhê wî diarimîne. Lehenga “Çîrșîrokên Hezarûșevekê” ya bi navê Șehrazat bi çîrçîrokên xwe (bi edebiyatê) karîbû hêrs, kîn û dilșikestiya padîșah bizivirîne șewqet, merhemetê û hestên bedew.[7]
 
Adar Jîyan ji bona edebiyatê wusa dibêje: „Wêje tenê ne derbirîna hunera ku hest û nîgașên mirov bi gotin û nivisandinê dide neqișandin e. Wêje, wekî dîn jî çand, huner, ziman û șaristaniya qirnên dîrokî û rê û rêbazên jiyana civakî jî bi mirov dide nasandin.“ [8]
 
== Edebiyatvan/Wêjevan ==
 
NiviskarEdebiyatvan ew kesên ku kilîta xezneya ziman di destdestê wan de ye. Ew bi nivisênivîs û gotinan peyîvên di xeyalanxeyalên xwe de difirin bi rêkûpêk û nîzamî didedidin berhev, dixemlînedixemilînin, dinivsînedinivîsînin, dibêjin û vedibêjin. Bi wan xeyal, raman, derd, kul û keserên xwe tînetînin ziman. Di vê hewldanê de derûdora xwe îstîfade dikedikin, tûrê xwe berdideberdidin bin bîra dilêdilên xwe, wan bi tecrûbeyên xwetecrûbe, bi ramanên xweraman, bi hesteyên xwehest, bixeyal xeyalên xwe, biû hêvîyên xwe cûrecûr dixemlînedixemilînin û pêşkeş dikedikin. NiviskarEdebiyatvan bi uslûbek xweşik behsa însanan dike.dikin, Bibi awayekî hunerî însan ji însanan re tarîf dikedikin.
 
Dema mijar li ser însan û însaniyetê be edebiyatvan xwe, civaka xwe, herema xwe jî vebibêje; ev vegotin gerdûnî û ji bo herkesî ne. Edebiyatvan pirsgirêkên hemu kesên li rûyê erdê mîna pirsgirêkên xwe dibînin û ji bo çareseriya wan hewldidin. Ev hewldana gerdûnî sînor û tuxûbên di dil û mêjoyên mirovan de hatine danîn serûbin dikin, nêrîn û dîtinên berfireh didin ber wan. Ew êș û jana mirov û mirovatiyê ji xwe re dikin êș û jan, ji bona çareseriya wan tevdigerin. Bi duristkirin û têkuzkirina gotin û vegotinê niyet û mexsedên mirovan zelaltir dibin, baștir û duristir tên fêmkirin. Ev jî bi bêjinga edebiyatê mumkîn in.
 
Edebiyatvan bi hestyarî û pênkariyeke xurt û hêvîdar dikare pêșt ve biçe û bigihê miradê xwe. Ew bi nêrînek berfireh jiyana civakan dinêre û șirove dike. Di berhemên wî de hestyariyek û dilsoziyek mirovhezî û gerdûnî heye. Ew ji xwendewanên xwe re dibe pêșeng û hișmendar.
 
Edebiyat him nivîskar û edebiyatvanên dunê digihîne hev, him jî civak û neteweya wan. Piștdayîn û ragihandina edebiyatvanên gerdûnî dikarin așitî, azadî û hevaltiya gelan xurt bikin. Edebiyatvan bi feraset û hișmendiyê ve girêdayî ye. Ew bi qelema xwe dikare civaka xwe û hemû civakên dunê ji xirabî û gemariyên demê haydar bike û ji wan re rêya însaniyetê salix bide. [9]
 
== Wêje û civat ==
 
Mîna hemû beşên hunerê, wêjeedebiyat jî di nav civatêcivakê de peydaderdikeve dibe,holê û civatbi nabecivakê re xwe dikemilîne. WêjeDi ruhnavbera didecivakê civataû kuedebiyatê dide her dem têkiliyek dualî heye. Edebiyatvan ji nav civakê de derketîderdikeve û berhemên xwe mîna konekî li ser sînga civakê ava dike. Berhemên yeedebiyatvan, ango edebiyat ruh dide civaka ku tê de dijî, hişê/şiûrabîra wan teze dike,û zelal dike, tamir dike,û tedavî dike. Ji bona fêmkirin û lihevkirinê zemîn peyda dike, amade dike û serrastsererast dike. Li gor hewcîyênhewceyên ciwatêciwakê pêşîya wan ronî dike, ji wan re dibe rêber. WêjeEdebiyat ziman û çanda wan berfireh dike. Berhemên edebî bi misogerî/qethîyen ger nekeve bin xizmeta îdeolojîyan/bîrdozîyan û ramyariyê.[10]
 
Wêje nebe hedî hedî hestên civatê kol dibin, mirovên di nav civatê de bê xem û bê hîs dibin, her yek ji alîyê xwe yê nebaş re dikeve bezê. Wêje qirş û qalên jîyanê li ser dide alî, dixweze eslê însan nîşanî mirov bide.*
Dema mirov bala xwe dide nișêtên edebiyatê dibîne ku ew ji bona lêkirina bîra/hișê hevpar a gel pêwist e/zerûri ye. Her ku berhemên edebî gor însan û vegotinên însan hatên pêşkeşkirin ew zindî û hewceyek e. Mirov çiqas zimanê xwe pêștve bibe weqas xwe pêștve dibe; çiqas xwe pêștve bibe weqas bîra xwe pêșt ve dibe û ev dîsa pêștvebirina ziman ji xwe re tîne. Ji ber ku mirov hebûnek civakî ye di bin bandora civakê de ye, kêm be jî bi kirinên xwe li ser civakê xwedî bandor e. Gelê kurd bi salan zimanê xwe ên hat qedexe kirin, kêm hat dîtîn, biçûk hat xistin û pê henek hat kirin bi saya edebiyata devkî (dengbêj û çîrokbêjan) parast û bi wan hestên xwe derman kir. Ew hêza gotinên devkî ji birîn, hêrs, bêçaretî û tengasîyên wan re bûn merhem.[11]
 
WêjeEdebiyat nebe, hedî hedî hestên civatêcivakê kol dibinvedimire, mirovên di nav civatêcivakê de bê xem û bê hîs dibin, her yek ji alîyê xwe yê nebaş re dikeve bezê. WêjeEdebiyat qirş û qalên jîyanêjiyanê liku sermirov didedorpeç alîkirine, dixwezedide aliyekî û eslê însan nîşanî mirov bidedide.* Edebiyatvan deng li mirovahiyê dike û ji bona têkûziyên mirovahî berhemên xweșik û bedew pêșkeș dike.
Civak û gel ji gor xwedîderketina edebiyat û edebiyatvanên xwe dikare bigihê qadek bilind û payedar. Xwedî derketin jî herî pêștve girêdayê xwendina berhemên edebî ne. Ew çiqas zêde werin xwendin û di cîh de werin rexnekirin, ewqas zêde ji wan îstifadekirin peyda dibe. Gor jê îstifadekirinê edebiyat ruh û can dide xwendevan û civaka wan.
Tiștên ku neteweyekê li ser piyan dihêlin edebiyat û berhemên wê yên edebî ne. Ew jî bi zimanê wî gelî va zexm girêdayî ne. Lewma hemu dewletên dagirkerên nûjen êrișên xwe yên ewil li dijî zimanên gelên bindest dikin. Kurdan bîrên/hișên xwe demek dirêj bi stran, kilam, çîrok û destanên dengbêjan zindî girtin.
 
== Rexnegiriya/Kritîka Edebiyatê ==
 
Rexnegiriya edebiyatê ji bona pêșveçûn û serkeftina wê girîng û bingehîn e. Bi saya rexnegiriyê xurtî û kêmasîyên berheman derdikevin holê. Bi vê avayê berhemên baș û nebaș hêsantir ji hev cûda dibin û bi wî awayî tên nasîn. Cûdayetiya di navbera berhemên bedew û nebedew kișf û diyar dibe.
 
Rexnegiriya di cîh de û rastîn dibe sedema pêșveçûna edebiyatvan û berhemên wî. Bi saya rexnegir edebiyatvan bi kêmasîyên xwe dihese, ji bona sererastkirina wan hildide û di ser rêça edebiyatê de pêștve diçe. Rexnegirên edebiyatê ger ji bona pêșveçûna edebiyatê, ne ji bona qelskirina wî rexneyên xwe pêșkeș bikin.
 
Divê rexnegir ne bi hestyarî û ramyarî, bêtir bi hișmendi, kêrdarî, hêwidarî û zanistî berheman binirxîne. Tu heqê rexnegir piçûkxistin, darizandin, qewirandin û dehfandina berhemê tune ye. Lewma dema rexne hat kirin divê rexne ne li raman û hișmendiya edebiyatvan, li berhema wî bête kirin.[12]
 
'''Têbinî:''' Va nivîsa di malpera Candname da hatiye wesandin.Binêre: http://candname.com/edebiyat-weje-literatur/
 
'''Wêje''' an ''edebiyat'' an jî ''lîteratûr'' bi wateya xwe ya berteng navê hevparê yê [[helbestvanî|helbestvaniyê]] û [[pexşan]]ê ye. Di wateya berfireh de wêje têt maneya her tiştê ku hatiye [[nivîs]]în.
== Binêre ==
[[Lîsteya zanyarên kurd|Wêjevan, nivîskar, fîlozof, alim û zanistvanên Kurd]]
 
== Têbinî ==
1- Adak, Abdurrahman: Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, çapa sêyem, Stembol 2015. Rûpel 27-29
 
2- Jiyan, Adar: Ziman û Jiyan, Stembol, 2005. Rûpel 159
 
3- Uzun, Mehmed, Berhevker Alî Biçer: Bir Dil Yaratmak. Konușmalar/Söyleșiler (Afirandina zimanekî. Qisedan/Hevbeyivîn), Stembol 1997. Rûpel 21
 
4- Uzun, Mehmed: Destpêka Edebiyata Kurdî, Stembol 2007. Rûpel: 33
 
*5- http://tr.wikipedia.org/wiki/Edebiyat
 
6- Uzun, Mehmed: Dengbêjlerim (Dengbêjên Min), Stembol 2008. Rûpel 67
 
7- Uzun, Mehmed: Dengbêjlerim (Dengbêjên Min), Stembol 2008. Rûpel 68
 
8- Jiyan, Adar: Ziman û Jiyan, Stembol, 2005. Rûpel 162
 
9- Jiyan, Adar: Ziman û Jiyan, Stembol, 2005. Rûpel 163-165
 
*10- Polat, Hesen: Hêza Edebiyatê. Kovara Nûbihar, HêjmaraStembol, Hêjmar 122, Zivistan 2012, Rûpel 100
 
11- Uzun, Mehmed: Dengbêjlerim (Dengbêjên Min), Stembol 2008. Rûpel 70
 
12- Jiyan, Adar: Ziman û Jiyan, Stembol, 2005. Rûpel 168-169
 
== Çavkanî ==
{{çavkanî}}
* Adak, Abdurrahman: Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, çapa sêyem, Stembol 2015
* http://tr.wikipedia.org/wiki/Edebiyat
* Jiyan, Adar: Ziman û Jiyan, Stembol 2005.
* Kovara Nûbihar, Hêjmara 122,Zivistan 2012, Rûpel 100
* Polat, Hesen: Hêza Edebiyatê. Kovara Nûbihar, Stembol, Hêjmar 122, Zivistan 2012, Rûpel 100
* http://rojaneya-min.blogspot.de/2012/08/heza-edebiyate.html
* Uzun, Mehmed: Bir Dil Yaratmak, Konușmalar/Söyleșiler (Afirandina zimanekî. Qisedan/Hevbeyivîn). Derleyen (Berhevker): Ali Biçer. Istanbul/Stembol 1997.
* Uzun, Mehmed: Destpêka Edebiyata Kurdî, Stembol 2007.
* Uzun, Mehmed: Dengbêjlerim (Dengbêjên min), Istanbul/Stembol 2008.
* http://tr.wikipedia.org/wiki/Edebiyat
* http://rojaneya-min.blogspot.de/2012/08/heza-edebiyate.html
 
 
47

guherandin