Misira kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
BKurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 11:
Pirraniya gelê misirî cotkar bûn û jiyaneke zehf sivik derbas dikirin. Erdên wan ên biçûk hebûn, ên ku li dora qeraxên çemê Nîl xwe dirêj dikirin. Li ber çemê Nîlê, gelê misirî yê kevin salê 8-9 meh [[genim]], mêwe û zebze diçand. Ji ber ku ew mecbûr mabûn jiyana xwe bi cotkarî û ajaldariyê derbas bikin (bona têrkirina zikên xwe), wan [[bizin]], [[berx]] û [[ga]] jî xwedî dikirin. Herwiha, ji bo demên sêlavê her sal depoyên xwarinê jî dihatin amadekirin.
Rola civakî ya jinan bi tevahî nehatiye ronîkirin, lewra hê jî tê guftûgokirin ka jin bi çi havî tevlî jiyana civakî bûne, lê dîroknas li ser vê mijarê wiha li hev dikin ku rewşa wan wek di dema Yewnanistana
Di wê demê de gelek bebik û zarok ji ber nexweşî û birçîbûnê dimiriyan, lewra malbatên ku çiqas zêde zarok xwedî dikirin, ewqas jî [[prestîj]]a wan hebû. Demajoya jiyanê ya gelemperî jî pir ne bilind bû. Misirî hertim bi vê baweriyê bûn ku xwedayên wan li hêla wan in. Tirsa wan bi pirranî ji sextekarî û 'ruhên nexweş' hebû. Li gorî baweriya wan, gava ku mirovek dimiriya, ruhê wî kesî diçû seyahatekê bo ku bigihêje welatê miriyan. Û heger tirbek dihate şaetandin, ruhê ew kesê mirî xwe li ser rêya xwe winda dikir û bi ketina xewnan heyfa xwe ji mirovan dihilandin. Tê gotin ku rojekê [[fîrawin]]ekî, piştî ku ruheke wendayî ketiye xewna wî û jê re qala derdê xwe kiriye, biryar daye ku goristaneke hilweşandî ji nu ve avabike da ku ruhên nexweş dîsa bikevin riya rast û bigihêjin welatê miriyan.
|