Bakterî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 37:
[[zanist|Zanistê]] lêkolînên li ser bakteriyan [[bakterîzanist]] e ko tayekê [[hûrjînewerzanist|hûrjînewerzanistî]] ye.
 
Bakterî li hemî jîngehan hene: di nav [[ax|axê]] da, di binê [[derya]]yan da, li serê [[çiya]]yan li her derê. Ew di cihên mîna [[paşmayên tîrêjçeleng]] (radioactive waste) jî hene. Bi awayekê mînakî (typical) 40 milyon bakterî di her grameka axê da û yek milyon di nav mîlîlîtireka avê da hene. Bi giştî nêzîkî 5 [[nonîlyon]] (5 × 10³°) bakteriyan li cîhanê hene. <ref>{{cite journal | author = Whitman W, Coleman D, Wiebe W | title = Prokaryotes: the unseen majority | url=http://www.pnas.org/cgi/content/full/95/12/6578 | journal = Proc Natl Acad Sci U S A | volume = 95 | issue = 12 | pages = 6578 – 83 | year = 1998 | id = PMID 9618454}}</ref><ref>{{Cite news|url=https://daihocduochanoi.com/nhung-vi-khuan-gay-benh-thuong-gap-trong-y-hoc/|title=Những vi khuẩn gây bệnh thường gặp trong y học.|date=2017-04-29|website=Đại học Dược Hà Nội|language=vi-VN|access-date=2018-06-29}}</ref>
 
Bakterî di [[çerxa zadî]] da gelek giring in û gelek qonaxên giring di wê çerxê da, wekî [[tesbîtkirina naytrojinê]] di [[atmosfer|atmosferê]] da li ser wan dimînit. Di laşê mirovan da hijmaran bakteriyan 10 caran ji hijmara [[xane]]yên laşî zêdetir e û piraniya wan jî li ser [[pîst|pîstî]] û di nav [[koendama herisê]] da ne. <ref>{{cite journal | author = Sears C | title = A dynamic partnership: Celebrating our gut flora | journal = Anaerobe | volume = 11 | issue = 5 | pages = 247 – 51 | year = 2005 | id = PMID 16701579}}</ref> Herçind e ko piraniya wan bakteriyan bêziyan in an hema bibêje mifadar in jî, lê hindek ji wan [[derdzê]] (pathogenic) in û dikarin mirovan nesax bikin. Bakteriya derdzê ya herî berbelav bakteriya [[nesaxî]] ya [[êşa zirav]] anko sillê an tûberkolosîsê ye ko her sal zêdetir ji 2 milyon kesan li seranserî cîhanê dikujit.