Êzdîtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 61:
 
== Baweriya Êzdiyên ==
Baweriya Êzdiyên bi hebûna yek xwedêyî tê. Ew [[Monoteîzm|monoteyîst]] in. Rehkûrbûn û koka ol'a wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna [[Îsa|pêxember Îsa]]. Ol'a Êzdîtiyê ne weke ol'ên rojhilata navîn, mîna [[Cihûtî]], [[Xiristiyanî]] û [[Îslam]]ê, bi yekcarê re peyda bûye, guhertin, pêşketin pêre çêbûye. Di dest pêkê de Êzîdiyên her çar elêmentên jîyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêşket, heya parastina rojê (Şêşims mefer e mêrê Êzdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê [[Mitrayîzim]]ê tê naskirin. Ol'a Êzdiyên ol'ekê êkane ye li hemû cîhanê. Bawerîya Êzdiyên bi [[Tawûsê Melek|melekê Tawis]] heye. Perestgeha pîroz [[Laliş|Lalişa Nûranî]], li Başûrê KurdistanêIraq ye, Mîrê wan [[Tehsîn Beg]] e û serokê olî [[Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê]] ye, li [[Ba'adrê]] û Lalişê dimîne{{Çavk}}.
 
== Mîtolojiya êzîdîtiyê ==
Rêz 121:
 
== Belavbûn û Hejmara Êzdîyên ==
Piranîya Êzdîyên li [[Başûrê KurdistanêIraq]] li deverên [[Şengal]] û [[Şêxan]] dijîn, lê li beşên din ên Kurdistanê jî li cihên cûr be cûr weke li [[Mêrdîn]]ê, [[Êlih]]ê, [[Riha]]yê, [[Efrîn]]ê û [[Serhed]]ê û herwiha Êzdîyên ku li welatên [[Qefqas]]an, [[Sovyeta Berê]] û [[Îran]]ê dijîn jî hene. Hejmara wan ji ber dijwara Kurdên Misilman û Misilmankirîna wan di sedsalên bihurdî de êdî kêm buye. Hejmara Êzdîyên di navbera 800 hezar û derûdora milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li [[Elmanya]] (60.000) <ref>[http://www.n-tv.de/839540.html Li gor agahiyên televizyona almanî n-tv]</ref> li welatên Rojavayê Ewrûpa jî êdî diyasporayeke Millete Êzdî heye.
 
== Koçberî ==
Piranîya Êzdîyên [[Bakûrê Kurdistanê]] di salên 90'î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera [[dewlata tirk]] û [[PKK]]'ê cîh û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li [[Elmanya]] û [[Belçîka]]yê bi cîh bûn. Êzdiyên welatên [[Sovyeta Berê]] terqiyan welatên din, hindek ji wan li [[Ermenistan]]ê dimînin, hindek li [[Gurcistan]]ê û yên din rewîyên [[Ûkrayna]], [[Rûsya]] û welatên din li Ewropayê. Di dema dawî de, piştî kû rejîma [[Sedam Huseyîn]] têk çû û dijminahîya di navbera ol û komên etnîkî li [[Îraq]]ê mezintir bû, êdî gelêk Êzdî ji [[Başûrê KurdistanêIraq]] jî koçberî Ewropayê dikin.
 
== Herwisa binêre ==