Plazmaya xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Bot: + {{Interwiki conflict}}
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:BloodPlasma ku.jpg|thumb|300px|Pêkhateya xwînê]] FreshFrozenPlasma.JPG
'''Plazmaya xwînê''' yan jî '''plazma''', madeyeke rihn di rengekî zer û de ye. Hêmana ko 55% ji tevaya xwînê pêk tîne û malzarên xwînê bi asayî di nêv de ne. Beşa [[întravaskular]] ji tevahiya [[fluîd]] a laşî pêk tîne (hemû fluîda laşî li derveyî malzaran e). Bi pirranî av (93% ji hecimî) û hin [[proteîn]] hiliyayî, [[glukoz]], faktorên zuhakirin û hişkirina xwînê (''clotting factors'' bi îngilîzî), îyonên mîneralan, hormon û karbondiyoksîd, plazmaya navincî ya sereke ye ji bo pakkirina berên dihundirîne. Wekî din plazma peywira rezerva proteînê di laşî de dibîne. Roleke giring di [[ozmotîk]]a întravaskular a ku [[elektrolît]]an di şêweyeke hevsengî de digire û laşî ji [[înfeksiyon]] û hin bêpergaliyên xwînê.
[[Wêne:FreshFrozenPlasma.JPG|thumb|300px|Plazmaya xwînê şileyek zerokî ye]]
'''Plazmaya xwînê''' an jî '''plazma''' şileyek bi rengê zer e. Xirokên sor, xirokên spî û [[perikên xwînê]] di nav vî şileya zerokî de tên veguhastin. %55 ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. [[Proteîn]], [[dijaten]], [[asîdên amînî]], [[glukoz]], [[asîdên çewrî]], xwê, îyon, [[hormon]], [[vîtamîn]], av û madeyên paşmayî, yên wekî karbona dîoksîd, amonyak û ure, madeyên serekê yên nav plazmayê ne<ref>Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8 </ref>.) %90 yê plazmayê av e<ref>Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4 </ref>. Ava plazmayê li dîwarê rûviyan ji nav xurekan tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Hinek ava plazmayê jî di nav xaneyan de piştê reaksiyonên kîmyayî, wekî madeya paşmayî çê dibe û tevlê xwînê dibe. Ji bilî avê % 7 ê plazmayê ji proteînan pêk tê<ref>Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 </ref>. Hinek ji van proteînan her tim di nav plazmayê de digerin û wekî proteînên plazmayê tê binavkirin. Rêjeya pH a [[xwîn]]ê bi proteînên plazmayê ve tê rêkxistin. [[Albumîn]], [[globulîn]] û [[fîbrînojen]] proteînên sereke yên plazmayê ne.
Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e<ref>OpenStax, Biology. OpenStax. May 20,
2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Albumîn di kezebê de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhastina asîdên çewrî, [[Vîtamîna D]], [[hormona tîroksînê]] jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhastin.
Di nav plazmayê de sê cureyên proteîna globulîn heye<ref>OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , [https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology] </ref>. Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan; rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîn a alfa û beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhastina hesin, çewrî(lîpîd) û vîtamînên A,D,E,K pêk tîne. Navê globulîna sêyemîn Gama globulîn ,an jî îmunoglobulîn e. Ev proteîn di xaneyên [[lenfosîta B]] de wekî dijaten tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rekxistina bergiriya laş e. Dijaten proteînên taybet in, ji boy bergiriya laş, ne yek lê gelek cureyên dîjatenan heye. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijatenan jî zêde dibe.
Ji proteînên plazmayê a herî hindik proteîna [[fîbrînojen]] e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya [[xwînmeyîn]]ê dike. Ev proteîn bi eslê xwe [[enzîm]]ek neçalak e, dema xwînmeyînê fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe.
Pêştê herisînê, xurek ji rûvî derbasê nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû [[şane]] û xaneyên laş dibin<ref> BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6 </ref>.
Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were durxistin, [[serum]] tê destxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serum tê binavkirin<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall.ISBN 978-0-13-127384-9 </ref>.
 
== Çavkanî ==
Plazmaya xwînê bi lûleya daweşindinê ya xwîna terr a ku [[sentrîfuj]]eke [[antîkoagulant]]an dihundirîne heta ku şanikên xwînê dakevin xwarê lûleyê û dûre plazmaya xwînê tê kişandin. Siftiya plazmayê nêzîkî 1025 kg/m3.
 
[[Kategorî:XwînBiyolojî]]
[[Serûma xwînê]] plazmaya bê [[fîbrînojen]] yan faktorên pixtîkirinên din e (anku, xwîn giş bêyî şanik û faktorên pixtîkirinê). [[Plazmaferez]] timareke nojdarî ye ko xwînê derdixe, derman dike û dîsa vedigerîne laşî.
 
{{kurt}}
 
[[Kategorî:Xwîn]]
[[Kategorî:Hematolojî]]