Heciyê Cindî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Heciye Cindî''' Fîlolog(1908-1990) fîlolog û [[nivîskarê kurd]] e. Cindî nivîskarê pirtûka [[Ûsiv û Zelîxe]] ye.
 
Prof. '''Heciyê Cindî''', di sala 1908- de, li Gundê Amançayîr girêdayî [[Qers|Qersê]] [[Bakurê Kurdistanê]] ji malbakteke [[Kurd|Kurdên]] [[Êzîdî]] jidayîkbûye. Di salên 1918an de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên Tirkan, ew dirivin derbasî aliyê [[Sovyet|Sovyetê]] dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpêdike. Her eiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bi xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Hey asala 1929-an, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala 1930-an de, dikeve Fakulteya [[Êrîvanê|Êrîvanê]] ya Fîlologiyayê dibe. Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala 1932-an de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û floklora Kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930-an de, di Riya Teze de dixebite. Her wiha jî di radoyê Kurdî(ku tenê nûçe diweşandin)de xebitî. Serokê akadÎmya pedogojiya Kurdî ya li Ermenîstanê bû. Di sala 1938-an de, ji aliyê rêvebirtiya Stalîn ve li gel gelek rewşenbîrên Kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên dewletên Împeryalîstin, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergerandin zimanê Kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çapkirin. Di aliyê din de jî, di yekîtiya rewşenbîrên Kurd, di yekîtiya nivîskarên Kurd, di akadîmya Kurdzaniyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftîbû. Yekemîn Kurd li [[Qafqasya]] ku keçênxwe dişîne dibistanên bilind ewebû, yekemîn Kurd yê Qafqasya ku eçên xwe bêyî Qelen û li gorîdaxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû Kurdên Suvyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Prof. Heciyê Cindî, di 1-ê Gulana sala 1990-î, çavênxwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.
Rêz 7:
== Berhem ==
*[[Ûsiv û Zelîxe]]
 
[[Category:Nivîskar|Cindî, Heciye]]