Alîşêr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
 
kurtelêzêdekirin
Rêz 1:
'''Elîşêr Beg''' (*[[1882]] li gundê [[Azger]] a [[Macîran]] (Îmranlî)/Parêzgeha [[Sêwas]]ê - †[[1937]] li [[Dersîm]] ) serokê federasyona eşîrên Kurd ên ku tevlî serîhildana yekemîn a ku li dijî komara Tirkiyê pêkhatiye [[Serhildana Qoçgiriyê]] ye.
 
Piştî perwerdeya li Sêwasê li cem [[Mistefa Paşa]] dest bi katibiyê dike. Bi Zerîfe Xanimê re dizewice. Hîç zarokên wan çênabin. Ji eşîra Kurd [[Hesenan]] e lê di dema xwe de rêzgirtina hemî eşîran ji bo wî hebû. Ew li têkiliyên baş ên Kurd û Ermeniyan digeriya. Li ser ziman û zaraveyên Kurdî gelek xebatên wî hene. Mixabin pirraniya xebatên wî di şikefteke li Dersîmê de dikeve destê dewleta Tirk. Di dema [[Şerê Cîhanî yê I.]] hevdîtinan bi Rûsya re lidardixe û ji 1914an heya 1919'ê li yekkirin û birêxistinkirina eşîrên Kurd di bin serokatiya Komaleya Hêjakirina Kurdistanê ([[Kürdistan Teali Cemiyeti]]) de digere. Amadebûna Dersîm û Qoçgiriyê bi nameyan destnîşan dike. Serokatiya Serhildana Qoçgiriyê dike. Herwekî tevlî Serhildana Dersîmê dibe. Bi întellektûelî, dîplomasî, sazkirina yekîtiya Kurd, têkoşerî û şerê gerîlayê tê naskirin.
 
Bi tevî hevala xwe [[Zerîfe Xanim]]ê bi fêl û fûtan û awayeke namerdî dîl tên girtin. Birêveberê Komara Tirkiyê [[Mustafa Kemal Atatürk]] ji serokê hêzên çekdar ên Tirk anîna serê Elîşêr dixwaze. Tê gotin ku Atatürk gotiye "Heya ez serê Elîşêr ê jêkirî nebînim dê jiyan li min heram be. Heger jiyan li min heram be, tê wateya ku jiyan dê li hemî fermadarên artêşê heram be".
 
Serokê hêzên Tirk [[Topal Osman]] fermana Atatürk bicih tîne. Biraziyê [[Seyîd Riza]] yê ku bûbû sîxurê dewleta Tirk û bi navê [[Zeynel]] kesekê ji Dersîmê teklîfa Topal Osman dipejirînin û biheryek ji wan 40 zêrî, bi planeke pirr zîrav xwe digihînin Elîşêr di şikeftekê de û wî dikujin. Topal Osman digihê miradê xwe û serê Elîşêr û hevala wî Zerîfe Xanimê jêdike û ji Atatürk re diyarî dike. Serê Elîşêr Beg bi mehan li [[Koşka Çankaya]] ya ku Atatürk lê dima dimîne. Hemî fermandar, leşker, siyasetmedarên Tirk li ber serê jêkirî fotografê bîranînê dikişînin. Herwekî Atatürk jî fotoyan dikişîne lê ew foto di arşîvan da veşarî dimîne. Çapemeniya Tirk bi lez resmê serê Elîşêr Beg diweşîne.
 
Piştî têkçûyîna serhildanê li Qoçgirî û tevahiya Kurdistanê komkujiyên hovane li dijî Kurdan tên lidarxistin. Heya Serhildana Şêx Seîd Efendî ev rewşa dijwar û kambax didome.