Xan Mehmûd: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 10:
Xan Mahmûd, guherîna siyaseta Dewleta Osmanî a li ser rêveberiya Kurdistanê ko Mîrekatiyên Kurdan dê ji holê hatibana rakirin nepejirand û hemberê Dewleta Osmanî serhilda. Payîza 1838'ê Hêzên Osmaniyan yên bi fermandariya Osman Paşayê Mişûrê Erzûrûmê bi alîkariya Nûrullah Begê Hekarî û Seyfeddin Begê Botî (Mîrê Cizîrê yê kevn, kurmam û cîgirê Bedirxan Beg ) serhildana Xan Mahmud têk birin. Xan Mahmud û birayên wî Mîr Sêvdin, Xan Abdal û Abdurezzak Beg bo Dersaadet'ê (İstanbul) wekî girtiyekê hatin şandin. Salek şûn de, hatin efû kirin û bo Kurdistanê cardin vegeriyan.
Xan Mahmûd sala 1842'yê cardin serê xwe hilda û herêma Mîrekatiya xwe ji axa İranê heta Muşê u Bazid'ê fireh kir. Wê navberê re bi Mirê Botan
Sala 1847'ê ji bo rakirina Mîrekatiyên Kurdan, ruxandin û pelişandina îttîfaqa Mîran, hêzên Osmaniyan bi çend aliyan ketin herêm. Bedirxan Beg u Xan Mahmud berxwedan. Welê li ser îxaneta Êzdin Şêr Beg, Nurullah Beg, Xan Abdal, Fazil Begê Wanî u çendê din serhildana wan têk çû. Bedirxan û Xan Mahmud teslîm bûn û bo Dersaadet'ê hatin şandin. Bedirxan bo girava Gîrît'ê, Xan Mahmud jî bo Rûscûk'a Eyaleta Silistrê hat sirgûn kirin. Xan Mahmud heta sala mirina xwe, 1866'ê li Rûscûk'ê jiya û li wê derê çû rehma Xwedê.
|