Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 196:
Çîroka yekemîn a soranî di sala 1920an de bi saya pêşbirkekî rojnameya ''Pêşkewtin'' (1920-1922) hatiye weşandin a ku di vê pêşbirkê de xelata çîroka yekemîn girt ''Cûr û Ga Şitêkî Çak e'' ya [[Şêx Nûrî Şêx Salih]] e. Lê kesên ku ''Le Xewma'' ya [[Cemîl Saîb]] wekî çîroka yekemîn dibînin jî hene<ref name=":25" /> ku ev çîrok di sala 1925 û 1926an de di rojnameyên ''Jiyanewe'' û ''Jiyan''ê de wek 23 beş hatiye weşandin<ref>Haşim Ahmedzade, ''Di Rabêja Vebêjî ya Kurdî ya Modern de Rastî û Honak'', [[Zarema (kovar)|Zarema]], Hejmar 5 (2015), rûpel 107.</ref>. Saîb bi [[Rastîparêzî|realîzma]] rexnegir kelepûra dîrokê wergirtiye<ref>Hîmdad Husên Bekir, ''Ciyê Cemîl Saib di Çîroka Hunerî ya Kurdî de'', [[Zarema (kovar)|Zarema]], Hejmar 5 (2015), rûpel 123.</ref>.
 
Yekemîn romana soranî, ''Meseley Wîjdan'', ji aliyê [[Ehmed Muxtar Caf]] ve di salên 1927-28an de hayiye nivîsandin û di 1970ê de ji aliyê [[Îhsan Fuad]] ve li [[Bexda|Bexdayê]] tê çapkirin<ref name=":25" />. Ev berhem, dikare weke çîrokeke dirêj bê hesibandin<ref name=":26" />. Çîrok û destanên kurdî ên weke Şahmaran<ref>[https://ku.wikipedia.org/wiki/Şahmaran_(pirtûk,_2011) Şahmaran/Abdusamet Yigit] </ref>, çîrokên keçekelok<ref>[http://rojevakurdistan.org/kurdi/16491-ciroken-kecelok-2-u-3 Çîrokên Keçelok 2 û 3/Abdusamet Yigit] </ref> û hwd wê çîrokna civakî ên kurdistanî ên gelirî û pirr kevn bin.
 
===== Şano =====