Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
B sererastkirina zimanê gotarê.
Rêz 6:
 
Ji bo edebiyata devkî Celîlê Celîl wiha dibêje<ref name=":2">Hasan Karacan , Rasim Başar, ''Di Kilamên Evdalê Zeynikê de “hezkirina jîyanê û daxwaza mirinê”'', International Journal of Kurdish Studies, 1/2 ( July 2015 ) http://dergipark.gov.tr/download/article-file/90136</ref>:
{{jêgirtin|Edebiyata devkî şêwe û awayê ‘vegotina çandî’ yê xelkê ye. Ji ber vê yekê ye ku li Kurdistanê, dengbejî û çîrokbêjî pir pêşketî ye û li her derê, dengbêj û çîrokbêj hene. Ev dengbêjên ku piraniya wan xwendin û nivîsînê nizanin, gunggund bi gund, cih bi cih digerin û rojên rabirdû werdigirin û tînin roja me. Di eynî wextê de, bi gotinên xwe yên bijarte û awaz û awayên xwe yên taybetî, ew şahidî li dinya dihu, li dinya ku êdî winda dibe, dikin}}
 
Wêjeya gelerî, ji du beşan pêk tê: vegotina gelêrî û helbesta gelêrî.
Rêz 15:
'''[[Çîrokên Gelerî|Çîrok]]''' (bi zazakî ''çîroke~hikaye''), cureyek ji folklora kurdî ya devkî ye. Çîrok ji aliyekî de hînkar in, ji aliyekî de mirovan difikirîne, ji aliyekî jî şîretkar in. Di çîrokan de bi piranî kes/leheng (carcaran lehengên çîrokan ajel in) derasayî ne, xwedî hêzên derîaqil in. Herçiqas mijara çîrokên kurdî xeyalî be jî cardin bingeha xwe ji jiyana civaka kurd girtiye. Çîrok, di şevên zivistanan de li ser lêvên çîrokbêjan bi sedan sala ne ji nifşekî digihêje nifşekî din û bi vî awayî hetanî îro hatine. <ref>Mehmet Bozkoyun, ''Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok'', Bingol Universitesi Yaşayan Diller Enstitusu Dergisi, Kasim 2015]</ref>
 
Motîfên curbicur û efsûnî derdikevin pêşberî me. Qesrên li ser ewran, bajarên heft tebeqan di binê erdê de, hûtên wekî çiyayan bilind, keçikên pêriyan, postên efsûnî, hewzên nemiriyê, beranên qemer yên dûvên wan wekî zinaran mezin, qehremanên birim, kevirên biefsûn, ajelên rê û rêberiyê nîşanî mirovan didin û her wekî din tiştên ecêb di çîrokan de cihê xwe yên taybet digirin. Di çîrokên gelêrî de, zimanekî, heta tu bêjî sade, fesîh, xwerû û zimanê rojane a axaftin û jihevfamkirinê hatiye bikaranîn<ref>[[Dilawer Zeraq]], ''Qonax Bi Qonax Dirûvgirtina Kûrmanî a Vegotinê'' Toplum ve Kuram, Say˝: 4, Güz 2010. http://zanenstitu.org/wp-content/uploads/2013/12/makale10_dilawerzeraq.pdf</ref>.
 
[[Mela Mûsayê Hekarî]] di sedsala XVII. de zêdetirî 50 çîrokên kurdî yên gelêrî berhev kirine û ew bi navê [[Duru’l Mecalîs|''Duru’l Mecalîs'']] wekî pexşankî nivîsîne. Ji aliyê berhevkarî û tomarkirinê xebata herî berfireh di salên 1850î de ji aliyê [[Mele Mehmûdê Bazîdî|Mela Mehmûdê Bazîdî]] (1797-1867) hatiye kirin. Pirtûka wî ya bi navê ''[[Camiayê Rîsale û Hikayetê Ekradiyye]]'' li ser edebiyata kurdî ya gelêrî ye. Tê de 3 meqale û 40 çîrokên gelêrî hene.<ref>Ramazan Pertev, ''Edebiyata Kurdî ya Gelêrî'', [[Weşanên Avesta|Weş. Avesta]], Stenbol 2015</ref>
Rêz 70:
Tekstên wêjeyi yên herî kevn ku gehiştiye îro bi zaravayê hewramî hatine nivîsîn<ref name=":6">Ji bo nêrîna rexneyî bnr. [http://www.rudaw.net/kurmanci/interview/110720161<nowiki> rudaw.net]: </nowiki>''Ji Harvardê: Zimanên Kurdan 5 in'' ( 11-7-2016).[https://nelc.fas.harvard.edu/people/amr-ahmed<nowiki> Dr. Amr Taher Ahmed]: </nowiki><sub>''"Îcar kesê ku neteweperest be, dê wê axiftinê wekî rastiyeke vebir werbigire, bipejirîne û gelek pê dilxweş jî bibe ku edebiyata me kurdan ew qas kevnar e. Lê di nivîsîna Borekeyî de ji aliyê akademîk û zanistî ve gelek gotinên şaş û berguman hene ku ti bihayekî ji bo nivîsîna wî nahêlin."''</sub>
 
Heman hevpeyivîn: Mem Wêranî, ''Zimanên Kurdan'', Kanîzar, hejmar 7, 8 – 9/2016. https://zimannas.files.wordpress.com/2016/07/hejmar7.pdf </ref>. Bi gelemperî [[pehlewanî]] û bi taybetî jî hewramî di demekê da xwediyê statuyek gelek bilind û gewre bûn. Di eslê xwe da hewramî[[goranî]] û diyalekta wê [[Hewramî (zarava)|hewramî]] heta demên modern jî zimanê wêjeyi û civaka bilind bû. Xanedaniya kurd a [[Erdelan (mîrgeh)|Erdalan]] (1168-1867) heta ku hatiye roxandin jî bi zaravayê hewramî diaxivt. Ji ber wê hindê tekstên herî kevn ên gihiştiye îro bi zaravayê pehlewanî hatine nivîsîn.<ref>[[Çeto Özel|Çeto Ozel]], ''STANDARDÎZEKIRIN Û NÊZÎKKIRINA ZARAVAYÊN ZIMANÊ KURDÎ''. http://www.institutakurdi.org/wp-content/uploads/2011/09/KONFERANSA-ZIMAN-ChetoÖzel-ok.pdf</ref> Di “Şirovekirina destnivîsarên kurdî, yên [[Sankt Petersburg|Lênîngradê]]” de [[M. B. Rûdênko|M.B. Rûdênko]] heyşt nava tîne, ku efrandinê bi hewramî ne, di nav wan de şiîrên lîrîkîyê, poêma derheqa mêrxasîyên Rostem, efrandinên Mela Necef, Mela Şafî û yen mayîn. Şirovekirina kolêksîya [[Zimanê almanî|almanî]], ku zanyarê kurdî naskirî [[Kemal Fuad]] çê kirîye û sala 1970-î çapkirîye, malûmetîyên di derheqa 97 destnivîsaran hene, ji wana di 51-an de efrandinên bi dîalêkta hewramî û dîalêktên nêzîkî wî hene. Wan efrandina bi naverok dikarî parbikî ser yên lîtêratûrî, olî-felsefî û dîrokî ne. Kevntirîn efrandina bi hewramî di wê kolêksyayê de – “''Perîşan-name''” (ji aliyê [[Mele Perîşan|Mela Perîşanê Dînewerî]], m.1421)<ref name=":9" /> ji nîveka duyemîn ya sedsalîa XIV tê û bergirtina (kopîya) sala 1313h./1846p.z. ye <ref>N.G. Safonova (Wer. [[Tosinê Reşîd]]), ''Dîroka lêgerîna dîalekta kurdîye Goranî'', Kurdo hej. 11. http://www.habasch.de/kurdisch/pirtuk/data/kurdo-11.pdf</ref>.
 
==== Kilamên yarsanî ====