Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Ji bo dîmena gotarê min binbeşên "çeşnên wêjeyî" tevî hev kir. Agahiyên zêdetir li gotûbêja gotarê ye.
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 46:
 
Di helbestên gelêrî de destan, [[stran]]~kilam, zêmar (kilamên şînê) û hwd. hene<ref>Dawud Rêbiwar, ''Zêmarên Kurdên Elewî Di Albumekê de Hatin Civandin'', Tîroj, Adar-Avrêl 2011</ref>.
 
 
 
[[Destan (wêje)|'''Destan''']] (bi zazakî ''destane''), berhemên ku kirinên awarte yên lehengan bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û gelek caran [[Helbest|helbestî]] ne. Wekî [[Cureyên wêjeyî|cureyekî]] herî kevin ê [[Wêje|wêjeyî]] tê zanîn. Gelek caran mijarên xwe ji bûyerên rastî digirin û di nav sedsalan de di zimanê gel de wekî destan tê afirandin. Di destanên (beyt, serpêhatî) kurdî de gelek realîteyên jîyînê hene<ref>[[Rohat Alakom]], ''Folklor û Jinên Kurd.''</ref>. Çend mînak ji destanên kurdî ev in: ''[[Memê Alan (destan)|Memê Alan]], [[Derwêşê Evdî (destan)|Derwêşê Evdî]], [[Siyabend û Xecê (destan)|Siyabendê û Xecê]], Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan'' û hwd. Ev destanên kurdî, îroj li gellek deveran û bi gellek varyantan ve tên gotin û hin ji wan hatine çapkirin<ref>Ibrahim Seydo Aydogan, ''Wêjeya Kurdî û Bîr''. http://www.kurdigeh.com/rwdx/sitepdf/weje_bir_ibrahim_seydo_aydogan.pdf</ref>. [[Ehmedê Xanî]] berhema xwe ya bi navê ''[[Mem û Zîn]]'' ji destana Memê Alan adebte kiriye. Ji xeynî destanên resen ên kurdî, çend destanên erebî mîna [[Leyl û Mecnûn|''Leyla û Mecnûn'']] û [[Ûsiv û Zelîxe|''Usiv Zelîxe'']] û ji farisî jî [[Rûstemê Zal|''Rustemê Zal'']] a di [[Şahname|''Şahname'']]<nowiki/>yê de ye ketine kurdî. <ref>Rohat Alakom, ''Folklor û Jinên Kurd''. Kîtêb.</ref><ref>Seccat Aydinlu, ''Firdevsi’nin Şehnamesi’nde Kurtler'', Avesta Yay.</ref>