Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
→‎Vegotina gelêrî: "biwêj" hat lêzêdekirin.
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 145:
{{gotara bingehîn|Wêjeya kurmancî}}
[[Wêne:Statue_of_Kurdish_poet_and_writer_Ahmadi_Xani_in_Sulaymaniyah,_Kurdistan,_Iraq.JPG|thumb|150px|Wêjevanê kurd, yê herî navdar [[Ehmedê Xanî]]]]
Li gorî gelek lêkolînerên kurd<ref name=":11">Ebdulreqîb Yûsuf (Wer. Elî Şêr), ''Şaîrên Klasîk ên Kurd'', Weşanen [[Jîna Nû (kovar)|Jîna Nû]], (Çapa Yekemîn, 1988) <nowiki>ISBN 91970927-89</nowiki> ISBN: '''91970927-89.''' http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/1R4TA7LVEQ.pdf</ref> û biyanî<ref name=":12">[[Thomas Bois|Th. Bois]], [[Vladîmîr Mînorskî|V. Minorsky]], [[D.N. McKenzie|D.N. Mc Kenzie]], ''Kürtler ve Kürdistan'', [[Doz Yayınları|Doz Yay.]] (Çapa 2., 2004) (Tirkî) http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/D1X8AB43TY.pdf</ref> [[Elî Herîrî]] yekemîn wêjevanê [[kurmancî]] ye, heta niha berhemên Elî Herîrî negihîştibû dema me<ref name=":14">[[Zeynelabidin Zinar|Zeynelabidîn Zinar (Kaya)]], ''Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî,'' Çapa Pêşî 1991 (Weşanxane li ser kitêb tune ye) ISBN 91 830 0622 7. [http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/94ZG7VUYBC.pdf]</ref> û lê îro çend helbest û menzûmeya bi navê ''[[Borê Qer]]'' tê zanîn<ref name=":9" /> û her wiha ew bi helbestê xwe ya “Têt”, di nav gel de navdar e<ref name=":18">Hüseyin KOYUNCU, ''DI HIN DÎWANÊN KURDÎ DE BANDORA TESEWÛFÊ'', ZANÎNGEHA BÎNGOLÊ ENSTÎTUYA ZIMANÊN ZINDÎ ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ (Teza Lîsansa Bilind, 2014)</ref> û [[Ehmedê Xanî]] di ''[[Mem û Zîn]]'' a xwe de wî wekî şaîrekî kurd nîşan kiriye<ref name=":15">[[Ehmedê Xanî]], ''[[Mem û Zîn]]'', Gun Yay. (1968). http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/L1RH7FSBYD.pdf</ref>. Lê tarîxa ku ew jiyaye ji aliyê gelek vekolîner ve hatiye gotûbêjkirin; di demên dawî de tê qebulkirin ku ew di sedsala 16emîn de jiyaye<ref name=":11" /><ref name=":12" />.
 
Di {{girêdan|cenga Çaldiranê|en|Battle of Chaldiran}} de ku di sala 1514an de di navbera tirk û îraniyan de pêk hat, kurd, di Kurdistana navendî de hemû bûn yek û di nav çarçeva Dewleta Osmanî de texlîtek ji mafê netewî wergirtin<ref name=":9" /><ref name=":12" />. Eva han jî tesîr kir li ser hin zana û alimên kurdan ên wek Elî Herîrî, [[Melayê Cizîrî|Melaye Cizîrî]], [[Feqiyê Teyran]] û heta gihîşte Ehmede Xanî û [[Mela Hesenê Bateyî|Bateyî]], ku heta bi kurmancî helbest û çîrok binivîsin<ref name=":11" />.
Rêz 165:
 
==== Beşa Nûjen ====
 
 
Derketina holê û avabûna wêjeya kurdî a nûjen bi çapemeniya kurdî re girêdayî ye<ref name=":9" />. Ji ber ku kurdiyên çeşnên wêjeyî yên rojavayî yekem car bi riya rojname û kovaran belav bû. Her wiha di nav çapemenî û rêxistên kurdî de cih û bandorên malbata [[Bedirxanê Evdalxan|Bedirxani]]<nowiki/>yan gelek mezin e<ref name=":19" />. Yekem rojnameya kurdî a bi navê ''[[Kurdistan (rojname)|Kurdistan]]'' li [[Qahîre]]<nowiki/>yê di sala 1898an de ji aliyê [[Mîqdad Mîdhed Bedirxan]] ve hat weşandin. Lê geşbûna edebiyata kurdî piranî bi saya komeleyên polîtîk û rojname û kovarên wan bû ên ku piştî Meşrûtiyeta Duyem (1908) derbasî qonake nû bû, heta destpêka salên 1940î jî bandora xwe dewam kirin<ref name=":20">Zulkuf Ergun, ''Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de'', Nûbihar Akademî, Jimar 4, Sal 2, 2015.</ref>. Di van salan de ''[[Hawar (kovar)|Hawar]]''a [[Celadet Alî Bedirxan|Celadet Elî Bedirxan]] jî derket ku avakirin bikaranîna [[Alfabeya kurdî ya latînî|alfabeya kurdî a latînî]] navdar e, ekolekî ava kir. Aliyê din di [[Qefqasya|Qefqasyayê]] de, li [[Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst|Sowyetistan]]<nowiki/>ê kurmancên [[êzîdî]] bi riyekî din ekolekî kurmancî anîn holê ku qasî xebatên wêjeyî, bi zanistî ve jî navdar in<ref name=":22" />. Her wiha piştî qedexekirina kurdî ji aliyê dewletên li ser Kurdistanê wêjeyekî ''sirgûnê'' (xeribiyê) jî derket holê<ref>[[Firat Cewerî]], ''Kultur, Huner û Edebiyat'', Weş. Nûdem (1996), rûpel 110, "''Şaîrê Kurd Kî ye?''" http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/Y4HWZS879K.pdf</ref>.
Line 178 ⟶ 179:
<nowiki/>''<nowiki/>''
===== Roman =====
 
Destpêkirina romana kurdî ji hêla [[kurdên Qefqasyayê]] ve bûye. Yekem [[Roman (wêje)|romana]] kurmancî (di heman demê de ya kurdî) a ku hatiye çapkirin di sala 1931an de, ji aliyê [[Erebê Şemo]] ve bi navê ''[[Şivanê Kurmanca]]'' hatiye nivîsandin. E. Şemo ev romana xwe piştî sererastkirinê bi navê ''[[Berbag]]'' di 1959an de carekî din weşandiye. Roman, weke otobiyografiyekê hatiye nivîsandin<ref name=":26">Ebubekir GÖREN, ''DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO DE FOLKLORA''
 
''KURDÎ'', Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî (Teza Lîsansa Bilind) http://en.calameo.com/read/005071515f777d4f17abe</ref>. Ya duyemîn ''[[Xatê Xanim]]''a (1958) [[Eliyê Ebdilrehman|Eliyê Evdilrehman]] e. Her wiha [[Mîroyê Esed]], [[Seîdê Îbo]] û [[Heciyê Cindî]] jî di [[Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst|Sovyet]]<nowiki/>ê de romanên xwe weşandine. Lehengên romanên kurdên wir kesên îdeal bûn û başî û nebaşî li gora pîvanên bîr û baweriyên nivîskêr dihatin diyarkirin. Herçiqas di navbera salên 1940 û 1970an de romanên kurmancî nehatibe nivîsandin<ref>[[Îbrahîm Seydo Aydogan|Îbrahîm Seydo AYDOGAN]], ''75 sal û 200 romanên kurdî(kurmancî),'' kurdîgeh.com (''2011-02-14)'' http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=43&aid=31</ref> jî romana kurdî him ji ber rakirina qedexeyê ya li ser kurdî li [[Tirkiye|Tirkiyê]] him jî li [[Ewropa|Ewropayê]] di navbera salên 1990 û 2010an de him ji aliyê naverokî ve û him jî ji aliyê hejmar ve bûye qadekî berhemdar û mezin. Di nav nivîskarên kurd de, yê ku herî pir romanên kurdî nivîsî û weşand [[Mehmed Uzun]] e. Di gel wî, nivîskar [[Medenî Ferho]], [[Helîm Yûsiv|Helîm Yusiv]], [[Hesenê Metê]], [[Firat Cewerî]], [[Lokman Polat]], [[Mihemed Dehsiwar]], [[Suleyman Demir]], [[Mezher Bozan]], [[Xurşîd Mîrzengî]], [[Zeynelabidin Zinar|Zeynelabîdîn Zinar]], [[Eyub Mîlan]], [[Aram Gernas]], [[Mistefa Aydogan|Mustafa Aydogan]], [[Îbrahîm Seydo Aydogan]], [[Bûbê Eser|Bubê Eser]], [[Laleş Qaso]], [[Mîr Qasimlo]], [[Ayebe|L. Ayebe]], [[Remezan Alan]], [[Adil Zozanî|Adîl Zozanî]], [[Omer Dilsoz]], [[Serkan Birûsk]], [[Mehmet Kemal Işık|Torî]] û hwd. jî romanên kurdî nivîsîn û weşandin<ref>[[Lokman Polat]], ''REWŞA ROMANA KURDÎ Hunera Romanê û Nirxandina Wê Lêkolîn | Nirxandin | Analîz'', Weş. Çandname, E-pirtûk (2018) https://yadi.sk/i/h0O_Zsni3RpNnK</ref>.
 
 
===== Şano =====
 
Yekemîn şanoya nûjen a kurmancî di salê 1919an de ji aliyê [[Evdirehîm Rehmiyê Hekarî|Evdirehîm Rehmî Hekarî]] ve bi navê ''Memê Alan'' di 15emîn û 16emîn hejmarên [[Jîn]]<nowiki/>ê de hatiye weşandin<ref>Çetoyê Zêdo - Yavuz Akkuzu, ''Dîroka Şanoya Kurdî'', Weş. Peywend (2015).</ref>. Lê şanoya kurdî li Sowyetistanê bi awayekî giştî bingeha xwe xurt kir. Di sala 1928an de li [[Tbîlîsî|Tiblîs]]<nowiki/>ê şanoya [[Hakob Xazaryan]] a bi navê ''Qelen'' hat lîstin. Di navbera 1934-1935an de [[Heciyê Cindî]] ''Qutiya Dû-Dermana''; [[Ahmedê Mirazî|Ehmedê Mirazî]] ''Zimanê Çîya''; [[Wezîrê Nadirî]] ''Reva Jinê'' çap kirin. Li bin desthilatdariya [[Josef Stalin|Stalin]] gelek rewşenbîrên kurd hat girtin û sirgûnkirin lê “Tiyatroya Kurdî ya Elegezê” karên xwe berdewam kir. Di vê tiyatroyê de piyesa berpirsiyarê tiyatroyê [[Celatê Koto]] ya bi navê ''Lûr de Lûr,'' ya Heciyê Cindî ya bi navê “Miraz” û ya [[Cerdoyê Genco]] ya bi navê ''Xûşka Doxtirîyê û Bira'' hatin lîstîn. Piştî girtina vê tiyatroyê, cihê şanoyan [[Radyoya Êrîvanê]] bû<ref name=":22">Sedat ULUGANA, ''Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî,'' riataza.com http://krd.riataza.com/2015/10/12/di-nav-kurden-yekitiya-sovyet-de-edebiyeta-kurdi/ (October 12, 2015)</ref>.
 
<nowiki/><nowiki/><nowiki/><nowiki/>{{Jêgirtin|Piştî girtina şanoya kurdî sala 1937'an nivîskarên me terka nivîsandina piyesan kirin. Lê ji salên 70î gava li Ermenîstanê (Gundê Elegezê) û li bajarê Tiblîsê şanoyên kurdî vebûn, ji bo wan şanoyan piyes jî hatin nivîsandin.<ref>Firat Cewerî, Kultur, Huner û Edebiyat, Weş. Nûdem (1996)</ref>}}