Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
B →‎Wêjeya kurdî a gelêrî: Ji bo gelemperîkirina têgehên gelêrî min navên wan ên soranî û zazakî jî tevlî gotarê kir.
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
→‎Vegotina gelêrî: "biwêj" hat lêzêdekirin.
Rêz 24:
==== Gotinên pêşiyan ====
[[Gotinên pêşiyan]] (bi soranî ''pendî pêşînan'', bi zazakî ''vateyê verênan''), texlîdeke ji wêjeya gelêrî ye ku, serborî, tecribe û rabirdûya civakan bi awayekî zargotinî û bi bandor rave dike. Gotinên pêşiyan; raman û hestên rayagiştî, nexşerêya helwesta jiyana neteweyî, rengvedana zanist û çanda gel, paşxaneya daneheva civakî û hilberînên binehişa kolektîfî ye<ref>Mustafa Ozturk, ''Vekolînek Derbarê Gotinên Peşiyan Ên Kurmancî De'', Mukaddime, 6(2), 2015</ref>. Lêkolînên [[Law Reşîd]] û Hîlmîyê Siwêregî yên di rojnameya ''[[Jîn]]''ê (1918-1919) de weşiyane, ya ku bi navê ''Kürdlerde Durûb-ı Emsâl'' xebatên pêşîn ên li ser gotinên pêşiyan in<ref>[[Mehmed Emîn Bozarslan|Mehmed Emin Bozarslan]], ''Haydariyên Giştî Di Heqê Kovara Jîn da'', Jîn, 1985</ref>.
 
 
 
Çend mînakên gotinên pêşiyan ên kurdan ev in:
: ''Bedewe çav kil kir, dile xortan tev kul kir.''
: ''Çavê dê û bava li ewladan, çavê ewlada li çiyayê Qaf''<ref>'''[[Biwêj|BIWÊJ]]''' (Kürdçe deyimler). http://www.saradistribution.com/pendipesinan.htm</ref>
 
==== Biwêj ====
[[Biwêj]] (bi zazakî ''tabîre~îdyome''), pêkhatineke ji gelek peyvan e û yekîtiyek e, lê wateya wan ên giştî nikarin yekser ji wateya endamên wan yek bi yek were girtin. Ango formekî taybet yê gotinên bi hev re tên bikaranîn. Wekî mînak, dema xisareke mezin bigîje kesekî, biwêja "agir bi navê ketin" tê gotin.
 
==== Mamik (tiştanok) ====