Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
B →‎Şano: sererastkirina ziman.
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
B →‎Wêjeya kurdî a gelêrî: Ji bo gelemperîkirina têgehên gelêrî min navên wan ên soranî û zazakî jî tevlî gotarê kir.
Rêz 14:
 
==== Çîrok ====
Çîrok (bi zazakî ''çîroke~hikaye''), cureyek ji folklora kurdî ya devkî ye. Çîrok ji aliyekî de hînkar in, ji aliyekî de mirovan difikirîne, ji aliyekî jî şîretkar in. Di çîrokan de bi piranî kes/leheng (carcaran lehengên çîrokan ajel in) derasayî ne, xwedî hêzên derîaqil in. Herçiqas mijara çîrokên kurdî xeyalî be jî cardin bingeha xwe ji jiyana civaka kurd girtiye. Çîrok, di şevên zivistanan de li ser lêvên çîrokbêjan bi sedan sala ne ji nifşekî digihêje nifşekî din û bi vî awayî hetanî îro hatine. <ref>Mehmet Bozkoyun, ''Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok'', Bingol Universitesi Yaşayan Diller Enstitusu Dergisi, Kasim 2015]</ref>
 
Motîfên curbicur û efsûnî derdikevin pêşberî me. Qesrên li ser ewran, bajarên heft tebeqan di binê erdê de, hûtên wekî çiyayan bilind, keçikên pêriyan, postên efsûnî, hewzên nemiriyê, beranên qemer yên dûvên wan wekî zinaran mezin, qehremanên birim, kevirên biefsûn, ajelên rê û rêberiyê nîşanî mirovan didin û her wekî din tiştên ecêb di çîrokan de cihê xwe yên taybet digirin. Di çîrokên gelêrî de, zimanekî, heta tu bêjî sade, fesîh, xwerû û zimanê rojane a axaftin û jihevfamkirinê hatiye bikaranîn<ref>[[Dilawer Zeraq]], ''Qonax Bi Qonax Dirûvgirtina Kûrmanî a Vegotinê'' Toplum ve Kuram, Say˝: 4, Güz 2010. http://zanenstitu.org/wp-content/uploads/2013/12/makale10_dilawerzeraq.pdf</ref>.
Rêz 23:
 
==== Gotinên pêşiyan ====
[[Gotinên pêşiyan]] (bi soranî ''pendî pêşînan'', bi zazakî ''vateyê verênan''), texlîdeke ji wêjeya gelêrî ye ku, serborî, tecribe û rabirdûya civakan bi awayekî zargotinî û bi bandor rave dike. Gotinên pêşiyan; raman û hestên rayagiştî, nexşerêya helwesta jiyana neteweyî, rengvedana zanist û çanda gel, paşxaneya daneheva civakî û hilberînên binehişa kolektîfî ye<ref>Mustafa Ozturk, ''Vekolînek Derbarê Gotinên Peşiyan Ên Kurmancî De'', Mukaddime, 6(2), 2015</ref>. Lêkolînên [[Law Reşîd]] û Hîlmîyê Siwêregî yên di rojnameya ''[[Jîn]]''<nowiki/>ê (1918-1919) de weşiyane, ya ku bi navê ''Kürdlerde Durûb-ı Emsâl'' xebatên pêşîn ên li ser gotinên pêşiyan in<ref>[[Mehmed Emîn Bozarslan|Mehmed Emin Bozarslan]], ''Haydariyên Giştî Di Heqê Kovara Jîn da'', Jîn, 1985</ref>.
 
 
 
Çend mînakên gotinên pêşiyan ên kurdan ev in:
Line 30 ⟶ 32:
 
==== Mamik (tiştanok) ====
[[Mamik]] (bi soranî ''metel'', bi zazakî ''canerûge~çibenoke''), ew pirs in ku bi şêwazeke veşartî tên vegotin û her wiha ji bo ku heyîînên veşartî yên di wan de bên dîtin, mamik wek ew pirsên ku zêhna mirov dişuxulînin tên qebûlkirin<ref>Kenan Subaşi, Vegotina Hêmayî î Metaforîk di Mamikên Kurdî de, The Journal of Mesopotamian Studies, Vol. 1/1, Summer 2016</ref>. Mamik, gotinên li hevkirî ne û wek qalibekê tê pirsîn. Yên ko ji wan qaliban re dibêjin mamik wek ''Mamikê min ê mamanî ... çi ye?'' dipirsin. Yên ko ji wan qaliban re dibêjin tiştonek dibêjin ''Tişteka min heye ... çi ye?''<ref>kurdigeh.com, ''Mamikê min ê mamanî''. <nowiki>http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=3&aid=18</nowiki></ref> Mînakek yek ji mamikan: ''Qesreke sipî a bêderî, melayek tê de bêserî? (hêk)''<ref>Subaşı, Kenan; “''Vegotina Hêmayî û Metaforîk di Mamikên Kurdî de''”, The Journal of Mesopotamian Studies, C: 1/1, Havîn 2016, r. 71-90. <nowiki>http://www.academia.edu/28702612/VEGOTINA_HÊMAYÎ_Û_METAFORÎK_DI_MAMIKÊN_KURDÎ_DE</nowiki></ref>
 
==== Efsane (mît) ====
Line 52 ⟶ 54:
==== Destan ====
 
[[Destan (wêje)|Destan]] (bi zazakî ''destane''), berhemên ku kirinên awarte yên lehengan bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û gelek caran [[Helbest|helbestî]] ne. Wekî [[Cureyên wêjeyî|cureyekî]] herî kevin ê [[Wêje|wêjeyî]] tê zanîn. Gelek caran mijarên xwe ji bûyerên rastî digirin û di nav sedsalan de di zimanê gel de wekî destan tê afirandin. Di destanên (beyt, serpêhatî) kurdî de gelek realîteyên jîyînê hene<ref>[[Rohat Alakom]], ''Folklor û Jinên Kurd.''</ref>. Çend mînak ji destanên kurdî ev in: ''[[Memê Alan (destan)|Memê Alan]], [[Derwêşê Evdî (destan)|Derwêşê Evdî]], [[Siyabend û Xecê (destan)|Siyabendê û Xecê]], Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan'' û hwd. Ev destanên kurdî, îroj li gellek deveran û bi gellek varyantan ve tên gotin û hin ji wan hatine çapkirin<ref>Ibrahim Seydo Aydogan, ''Wêjeya Kurdî û Bîr''. http://www.kurdigeh.com/rwdx/sitepdf/weje_bir_ibrahim_seydo_aydogan.pdf</ref>. [[Ehmedê Xanî]] berhema xwe ya bi navê ''[[Mem û Zîn]]'' ji destana Memê Alan adebte kiriye. Ji xeynî destanên resen ên kurdî, çend destanên erebî mîna [[Leyl û Mecnûn|''Leyla û Mecnûn'']] û [[Ûsiv û Zelîxe|''Usiv Zelîxe'']] û ji farisî jî [[Rûstemê Zal|''Rustemê Zal'']] a di [[Şahname|''Şahname'']]<nowiki/>yê de ye ketine kurdî. <ref>Rohat Alakom, ''Folklor û Jinên Kurd''. Kîtêb.</ref><ref>Seccat Aydinlu, ''Firdevsi’nin Şehnamesi’nde Kurtler'', Avesta Yay.</ref>
 
 
==== Stran ====
Di wêjeya kurdî ya devkî de di beşa nezmê de cûreya ji hemîyan dewlementir [[stran]] (''kilam'') e (bi soranî ''goranî'', bi zazakî ''lawike~deyire~kilame''). Peyva “stran” ji gotina “stirîn”ê têt. Stirîn ji bo gotinên bi rîtm û selîqe têne gotin. Lawje, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, dûrik, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hemû cureyên din têdikevin nav stranê. Di strana kurdî de kêş (wezn) û serwa (qafiye) heye. Kêş, sîstema birîtimkirin û hemahengkirina rêz û malikan e. Heta niha strana Kurdî bi awayekî rêkûpêk nehatîye vekolîn<ref>Yaşar Kaplan, ''Strana Kurdî (Kurmancî): Devera Hekarîyan Wekî Nimûne,'' Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi</ref>.
 
Ji karên sibê heta êvarê, ji biharê heta zivistanê, jîyana gundan ya rojane, çûn û hatina zozanan, çûna karwanan û têkilîyên bazirganî, xwendin û medrese, mîratî û rêveberî, şer û lêkdanên di jîyana kurdawerî ya klasîk hemî cihê xwe di stranê de girtîne<ref>Yaşar Kaplan, ''Strana Kurdî (Kurmancî): Devera Hekarîyan Wekî Nimûne,'' Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi</ref>.
 
==== Zûgotinok (çîvanok) ====
[[Zûgotinok]] (''çîvanok''), ji deng û gotinên şaşker ên biserwa pêk tên û ji aliyê ahenga hundirîn ve helbest, ji aliyê teşeya derveyî ve jî di dîmena pêxşanê de ye. Zûgotinok, ji aliyê naverokê ve bi gelemperî ji ramanên hevnegirtî pêk tê û her wiha bêhtir weke cureyeke edebiyata zarokan jî tê pejirandin<ref>Mustafa Ozturk, ''Zûgotinok Di Edebiyata Kurdî Ya Gelêrî De'', Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Sal:2 Cîld:2 Hejmar:3 Gulan/2016</ref>. Di bîngeha zûgotinan da carinan meselokên biwate carinan jî ên bêwatê têne vegotin. Hinek kin hinek dirêj in<ref>Mahmut Guneş, ''Zarok û Zûgotinok''. http://www.gazeteipekyol.com/arsiv/kose-yazisi/1977</ref>.
 
==== Dengbêjî ====
{{gotara bingehîn|Dengbêjî}}
[[Dengbêjî|Dengbêj]] (bi zazakî ''lawikvajîye~dengbêjîye''), gundiyekî hosta ye ku xwediyê dengekî pir xweş e û carinan hostayê lêdana amûrekê ye. Dengbêjên kurdan, li ser hemû bûyerên takekesî, civakî û siyasî kilam û destan afirandine. Ji ber vê yekê, dengbêj arşîva devkî ya kurdan in. Bi alîkariya kilaman haya kurdên ji herêmên cihê, ji hev çêbûye. Ji vî aliyî ve kilama kurdî, peywira medyayê jî bi cih aniye. Di rewşeke weha de bi giştî folklora kurdî û çanda devkî, bi taybetî jî muzîka kurdî, di sazkirina nasnameya çanda kurdî de xwediyê roleke sereke ye. Destpêka vê hunerê gelekî kevin e<ref name=":1" />. Çanda dengbêjiyê; ji bo dîrokê, wêjeyê, erdnîgariyê, civaknasiyê, kevneşopiyê, derûnnasiyê û mûzîkê xîmeke pirqewi ye. Bi saya dengbêjan, çanda kurdan gihiştiye hetenê nifşên îro<ref name=":2" />. Yekemîn dengbêj Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê Kurd û Kurdistanê û dengbêjê dîwana Surmelî Mehmet Paşa bû<ref name=":2" />. Kilamên li ser [[Filîtê Quto]]<ref>[[Salihê Kevirbirî]], ''Filîtê Quto'', [[Nefel (malper)|Weş. Nefel]], 2002.</ref>, [[Lawikê Metînî]], [[Memê Alan]], [[Evdalê Zeynikê]], [[Derwêşê Evdî]], Bavê Feqrîyo, Bavê Bexçet, Xalê Cemîl, [[Geliyê Zîlan]], Şerê Ûriz, Xezalê, Têlî nav kurdan gelek bi nav û deng in.
 
== Wêjeya kurdî a nivîskî ==