Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 105:
| jêrenot =
}}
 
 
'''Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê''' (PDK-Î) yek ji partiyên serekî û neteweperwer ên kurd li Kurdistana rojhilat e.
 
== Danasîn ==
 
Navê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, partiya pêşeng û şoreşvan ya xelkê Kurdistana Îranê ye û hemû tex û qatên gelê Kurd bo gihîştina bi armancên partiyê, ku di bernameyê de hatine, di nav refên xwe de rêk dixe. Navê partiyê di astê navneteweyî de “Democratic Party Of Iraniyan Kurdistan” û kurtiya wê jî “PDKI” e. Arma Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pêk hatiye ji: Bazinek bi rengê şîn, ku li aliyê wê yê rastê gule genimek bi rengê zer heye, û li aliyê çepê jî çerxeke pîşesaziyê bi rengê sipî heye ku ji heft dendan pêk hatiye. Di naverasta baznê de rojek ku deh tîrêj lê ketine û çiyayek bi rengê kesk. Di bin armê de di navbera gule genim û çerxa pîşesaziyê de, zemîneyeke sor 32 heye ku pirtûkeke sipî li ser de ye û hejmara 1324 di bin pirtûkê de hatiye nivîsîn ku sala avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye.
Têdîtin: di çalakiyên PDKÎ li astê navneteweyî û derekî de di cihê sala 1324, 1945 tê bikar anîn, û li bin armê de jî “PDKI” tê nivîsandin.