Cudahiya di navbera guhertoyên "Îslam" de

42 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 2 salan
B
kurteya guherandinê tune ye
B
{{Gotara bingehîn|Dîroka îslamê}}
 
Muhemmed Pêxember di sala 570'an de li bajarê [[Meke]] li [[Erebistana Siyûdî]] ya îro hatiye dinê. Di 40 saliya xwe ango di sala 610'an de [[Cebraîl]] ayetên yekem yên [[Quran]]ê ji wî re anî. Ji wê rojê şûn de di navbera 23 salan de ji Pêxember Muhemmed re hemû Quran ayet bi ayet tê. Îslam oladînê [[Xwedê]] ya dawî û neguhertî ye û ji ber vê yekê [[misilman]] xwe mîna warîsên Mesihî û Mûseviyan dibînin. Muhemmed Pêxemberê dawî yê cîhanê ye û bi vî avayî muhira hemû [[pêxember]]ên li berî xwe ye. Misilman hemû pêxemberên ku di [[Încîl]] û [[Tewrat]] ê de tên navdan wekî pêxemberên Xwedê nas dikin û hurmetê nîşanê wan didin.<ref>Salih Suruç, Allah'ın Elçisi Hz. Muhammed'in Hayatı, Timaş Yayınları 2012</ref>
 
== Bingehiyên oladînê Îslamê ==
 
=== Pênc mercên Îslamê ===
[[Wêne:Selimiye Camii ve Mavi Gökyüzü.jpg|thumb|200px||Mizgeft cîhê ku misilman tê de nimêj dikin, Mizgefta Selimiyeyê]]
Misilman di rokî de pênc caran nimêja ferd dikin. Her nimêj demekî xwe heye û [[bangevan]] di wan deman de mirovan bangê nimêj dike: nimêja sibêh, nimêja nîvro, nimêja berê êvarê, nimêja êvarê û nimêja şevê. Li gori ve sise nimej bi şev u dido bi rone.
Di berê nimêjê de bi avê [[destnimêj]] tê girtin. Lê gava ku av nebe an newe dîtin, mirov dikare bi ax û xaliyê jî destnimêj bigirî. Mirovên rêwî yan jî nexweş dikanin wekî rehetiyekek çend nimêjên xwe bi hevra yan jî dûra dû tengasiyê an bi kurtî bikin. Li roja [[în|îniyan]], nimêja îniyê di [[mizgeft]]an de bi cemaetê tê kirin û xutbe tê xwendin. Di cejnên olîdînî de jî, wekî cejna [[Remezan]]ê û [[Cejna Qurbanê|Qurban]]ê, nimêja cejnê tê kirin û piştî nimêjê mirov cejnên hevûdin bimbarek u pîroz dikin. Her weha wek mînak çend nimêjên din jî hene: nimêja li ser miriyan, nimeja diyariya mizgefte, nimêja terawiha, nimeja piştî rojhelat, nimeja tezbîha, sineten ratibe nimêjên ferd, sunnete nimêja witir û nimêja sinneta destnimêj.<ref>Ömer Seyfeddin, İlk Namaz, Timas Yayinlari, 2011, ISBN 9799753628623</ref>
 
==== Dayîna Zekatê ====
* Bi feriştên ([[milyaket]]) wî re
 
Ferişte yek ji qûl/bendên Xwedê ne û ji nûrê hatine afirandin. Mirov wan nikarin bi çavan bibînin, lêbelê ew me dibînin. Vatiniya feriştan perestina û cîh anîna fermanên Xwedê ye. Wekî hemû [[Olên semîtîk|olêndînên semîtîk]] di Îslamê de jî çar feriştên mezin hene: [[Cebraîl]] ji hêla Xwedê de wahiyê ji pêxemberan re tîne, [[Mîkaîl]] gerdûnê birêve dibe, [[Îsrafîl]] di roja heşir û meşirê pifê sûrê dike û feriştê mirinê bi nav [[Azraîl]] rihê mirovan digirî.
* Bi pirtûkên wî re ( [[Încîl]], [[Tewrat]], [[Zebûr]], [[Quran]])
Bawerî ji zanayina bêdawî û hîkmeta Xwedê re. Gerdûn bi daxwaza Xwedê hatiye afirandin û ji ber vê yekê Xwedê hemû tiştên di gerdûnê de dizane û hemû tişt li ba Wî hatiye nivisîn. Bê daxwaz û ferman û afirandina Wî qet tiştek çê nabe û nayê holê.
 
== Çend aliyên oladînê îslamê ==
[[Wêne:Muslims schools.png|300px|thumb|Mezheb di Îslamê]]
=== [[Sunî]] ===
Di dirokê de oladînê îslam ê di çend aliyan va ji hev cihê buye. Di roja îro de 90% ji hemû misilmanan sunî ne. Lêbelê sunî bi xwe ji di hêla çend [[mezheb]]an de belav bûne. Navê mezhebên sunî [[henefî]], [[malikî]], [[henbelî]] û [[şafî]] ne. Di nav vana de jî mezheba henefî ya herî mezin e. Pirraniya kurdan xwe wekî şafî dihesibinin, lê yên henefî jî hene.
[[Wehabî]] bi xwe ji aliyekî henbeliyan re tê gotin, ji ber ku ewna mezheba henbelî hinekî cûda şîrove dikin.
 
 
=== [[Xaricî]] ===
Xaricî di roja îro de komala yê herî piçûk ê oladînê îslam ê ne. Tenê aliyekî xariciyan bi nav [[îbadî]] hetanî roja îro hatiye. Xaricî tenê li başûrê [[Cezayêr]] ê, [[Oman]]ê û [[Cerba]]yê hene.
 
=== [[Elewîtî]] ===
Navê baweriyeke olîdînî li Kurdistan, Anatoliya û Rojhilata Navîn e. Ji navê pismamê pêxemberê oladînê îslamê [[Muhemmed]] ji [[Elî]] navê xwe digire.
 
== Wateya oladînê Îslamê ==
 
[[Gerdûn]]a ku em tê de dijîn bi sazûmaniyekî hatiye çêkirin. Di navbera hemû tiştên, ku di vê gerdûnê de cîh digrin de, nizamek heye. Hemû tişt bi avayekî bêkêmasî şinda xwe di vî pilana mezin de digirin. [[Roj]], [[heyv]], [[stêrk]] û tiştên ku em dibînin yan jî hina nabinin ji vî destûra Xwedê re teslîm bûne.
"Me asîman û zemîn û tiştên ku di nav wan herduyan de ne bi dadvanî û ji bo demekî navdayî afirandiye" (Qurana Pîroz, Sûreya [[Ehqaf]]: 46/3)
 
Ji xêncî mirovan, hemû gerdûn ji destûra Xwedê re bi dil an jî bê dil îte'et dikin. Bê şik ev bêkêmasiya gerdûnê ji radestiyê pêk tê. Bi vî avayî Îslam ji mirovê yekemin Hz. [[Adem]] heta Pêxemberêpêxemberê dawî Muhemmed navê hemû olêndînên rastxwedayî eye.
 
B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm<br />
"Di roja îro de min ji we re, oladînê we pêk aniye û min qenciyên xwe ji we re paşî anî û min ji bo we oladînê bi navê Îslam hilbijartiye" (Quran a Pîroz, Sûreya [[Maîde]]: 5/3)
 
"Me ji her Pêxemberî berî te şandiye re herdem wiha wahiy kiriye: Qet xudayekî din ji pêştirê min tunin, êdî hûn ji min re perestî bikin." (Sûreya [[Enbiya]]: 21/25)
"Me qet welatek bê hişyardarekî tune nekiriye. Ew hatine hişyar kirin. Bi rastî em ne sîtemkar in." (Sûreya [[Şûera]]: 26:208-209)
 
Li gor oladînê îslamê an mirov wekî ku Xwedê ji wan dixwaze radest dibin, bawer dikin an jî rik dikin, li dû hewesên xwe diçin û dijî Xwedê derkevin. Lê her çendî mirovahî teral û bedbîn be jî ev banga Yezdanî heya roja dawiyê wê berdewam bike. Wê hinek bawerbikin û hinek jî înkar bikin. Lewra Xwedê Teala jî azadiya bawerkirin û înkarkirinê daye eşrefê mexluqan.
 
== Gelheya bisilmanan ya li gorî Welatan ==