Yekîtiya Ewropayê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Wiki13 (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 639575 ya 83.34.17.170 (gotûbêj) şûnde kir - revert vandalism
Etîket: Betal bike
Rêz 57:
'''Yekîtiya Ewropa''', bi kurtasî [[YE]] (bi [[îngilîzî]]: ''European Union'' ([[EU]]), [[elmanî]]: ''Europäische Union'', [[frensî]]: ''Union européenne''), rêxistina navneteweyî ya [[aborî]] û [[siyaset|siyasî]] ye di navbera 28 welatên [[Ewropa]]yê de. Di sala [[1992]]an bi [[Peymana Maastricht]]ê ava bû ye navê '''YE'''yê pejirandiye. Bingeha zagonî ya yekîtiyê Peymana Nice ya ku di sala [[2003]]an de xebitî an go bû meriyet. Alaya Yekîtiya Ewropayê ji 12 stêrkên zer yên li ser zemîna şîn hatine bicîhkirin pêk tê. Ev ala di [[29'ê gulana]] sala [[1986]]an de li [[Bruksel]]ê ber bi ezmana hatiye bilindkirin. Sirûda Yekîtiyê, beşa 4'em a "Pesna Şadiyê" ya senfoniyaya 9em a [[Beethoven]] e. Roja Yekîtiyê [[9'ê gulanê]] ye. Yekitiya Ewropayê xwedî [[pasaport]] û [[ajoname]]ya hevbeş e.
 
== Dîrok de tu puta madre==
 
[[Parzemîn]]a [[Ewropa]]yê bi sedan salan bû şahidê şerên gelek mezin û dijwar. Di navbera salên [[1870]] û [[1945]]an [[Elmanya]] û [[Fransa]]yê li hemberî hev sê caran şer kirin. Gelek mirov di van şeran de jiyana xwe ji dest dan. Hîn serokên welatên Ewropî ji bo ku di nav xwe de aştiyeke domdar damezrînin baweriya xwe pê anîn ku divê yekîtiyek aborî û siyasî ava bibe. Piştî [[Şerê cîhanî yê duyem]], welatên ewropî ji bo birînên xwe yên şer derman bike û aştiyek pêk bîne ketin hewldana. Di sala [[1950]]î de ji aliyê Wezîrê karûbarên derveyî yê [[Fransa]]yê [[Robert Schuman]] ve ji bo yekkirina pîşesaziyên komir û hesinê ya welatên Ewropaya Rojava, planek hate danîn. Piştre [[Peymana Parîsê]] hate îmzekirin û di encamê de di sala [[1951]]an '''Civata Komir û Pola ya Ewropayê''' ('''CKPE''') (''European Coal and Steel Community'') bi şeş endamên ku ji [[Belgiya]], [[Elmanyaya Rojava]], [[Luksemburg]], [[Fransa]], [[Îtalya]] û [[Holenda]]yê pêk dihat hate damezrandin.<ref>[http://web.archive.org/web/20110501134941/http://europa.eu/abc/history/1945-1959/index_en.htm 1945 -1959 A peaceful Europe – the beginnings of cooperation]</ref> Di van welatan de biryarên ku derbarê komir û polayê hatine girtin li saziyeke bilind serbixwe û serwelatî ya bi navê Otoriteya Bilind (''High Authority'') hate dewirkirin. Serokê yekemîn ya vê saziyê [[Jean Monnet]] bû. Di nava çend salan '''CKPE''' ew qas serkeftî bû ku şeş welatên endam, di derbarê pêşvebirina hevkariya di nav xwe û ji bo yekkirina beşên an go sektorên din yên aboriyên xwe biryar girtin.