Xan Mehmûd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

mîrê kurd
Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 15:18, 14 sibat 2007

Xan Mahmud, Mîrê Kurdê navdar a sedsala 19. ye. hemdemê Mîr Bedirxané Botî u Nurullah Begé Hekarî'ye. Mîrê Miks'ê ye. Neviyê Eyyubxan Begê Miksî'ye ko malbata wî "Eyyubxanbegî" tê naskirin. Eyyubxan Beg û kurê wî Abdî Beg hemberê Mîrên Hekariyan de şerê azadiya Miksê kirin û serketin. Xan Mahmud navbera salên 1820 - 1838'ê de Kavaş, Westan, Xavesor u Mihemdan xist bin hikmê xwe û keleha Xoşeb'ê a navdar kir navenda Mîrekatiya xwe.

Payîza 1838'ê Osman Paşayê Mişûrê Erzûrûmê bi alîkariya Nurullah Beg Hekarî u Seyfeddin Begê Botî (Mîrê Cizîrê yê kevn, kurmam u cîgirê Bedirxan Beg ) serhildana Xan Mahmud têk birin. Xan Mahmud û birayên wî Mîr Sêvdin, Xan Abdal û Abdurezzak Beg bo Dersaadet'ê (İstanbul) wekî girtiyekê hatin şandin. Salek şun de hatin efu kirin û bo Kurdistanê cardin vegeriyan.

Xan Mahmud sala 1842'yê cardin serê xwe hilda û herêma Mîrekatiya xwe ji axa İranê heta Muşê u Bazid'ê fireh kir. Wê navberê re bi Mirê Botan Mîr Bedirxan re jî hev hat. Her du Mîran dostîniyeke mezin ava kirin. Ew hevaltî, bû îttîfaqa Mirê Kurdan.

Sala 1847'ê ji bo rakirina Mîrekatiyên Kurdan, ruxandin û pelişandina îttîfaqa Mîran, hêzên Osmaniyan bi çend aliyan ketin herêm. Bedirxan Beg u Xan Mahmud berxwedan. Welê li ser îxaneta Êzdin Şêr Beg, Nurullah Beg, Xan Abdal, Fazil Begê Wanî u çendê din serhildana wan têk çu. Bedirxan û Xan Mahmud bo Dersaadet'ê hatin şandin. Bedirxan bo girava Gîrît'ê, Xan Mahmud jî bo Rûscûk'a Eyaleta Silistrê hat sirgun kirin. Xan Mahmud heta sala mirina xwe, 1866'ê li Rûscûk'ê jiya û li wê derê çû rehma Xwedê.