Hormona geşê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
 
== Pêkhate û erka hormona geşê ==
Hormona geşê, hormonek peptîdî ye, ji zincîrek 191 asîdên amînî pêk tê. Ev hormon ji boy geşbûna asayî ya zarokan pêwist e. Di nav [[xwîn]]ê de asta mêjera hormona geşê ji zaroktiyê heta baliqbûnê bi şeweyek ahengdar zêde dibe. Dema baliqbûnê mêjera hormonê digihîje asta herî bilind. Hormona geşê di xaneyên armanc de hem berhemkirina(duristkirina) [[proteîn]]ê hander(teşwiq) dike, hem jî hilweşandina çewriyê([[lîpîd]]) zêdetir dike. Bi vî awayê xaneyên laş ji boy geşbûna şaneyan enerjî bi dest dixin. Hormona geşê hema li ser hemû xane û şaneyên laş bibandor e, lê bandora wî ya li ser [[kezeb]]ê ji ya xaneyên din cudatir e. Bi handera hormona geşê, xaneyên kezebê hin proteînan berhem dikin van proteînan wek “Hokarên geşê ya hevşêweya însulîn” (insulin-like growth factors(IGF) bi nav dibe.<ref>Encyclopædia Britannica, [https://www.britannica.com/science/growthormonegrowth-hormone ''GrowthormoneGrowth hormone'']</ref> Eger di nav xwînê de bi têra xwe ji vî makromolekulê hebe, ev makromolekul wekî [[insulîn]]ê tevdigere. Hokara geşê ya hevşêweya însulîn hem qebareya xaneyan gir dike hem jî hêjmara xaneyan zêde dike. Li gel vî karê, bandor li ser mêjera [[glukoz]]a xwînê jî dike mêjera glukoza xwînê dadixîne. Derdana hormona geşê û Hokarên geşê ya hevşêweya însulînê piştê baliqbûnê kêm dibe.
 
Bandora herî berbiçav a hormona geşê li ser geşbûna [[hestî]] û [[masûlke]]yan e. Hormona geşê dema mirov di xewê de ye hê pirtir berhem dibe û tên derdan.