Hormona geşê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B HC: Zêdekirina Kategorî:Biyolojî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:1808 The Anterior Pituitary Complex ku.png|thumb|250px|Hîpotalamus derdana hormona geşê rêk dixe]]
Ev'''Hormona Geşê''' an jî '''Hormona somatotropîn''', ev hormon bi fermana [[hîpotalamus]]ê, ji beşa [[hîpofîza pêş]] ve tê berhemkirin û derdan. Ji xaneyên derdanî yên hîpotalamusê Hormona Derpirandinê ya Geşê an jî Hormona Westirînerê Derpirandina Geşê: [Growth hormone-releasing hormone (GHRH) and growth hormone-inhibiting hormone (GHIH)] tên derdan. Li gor bandora van hormonên hîpotalamusê, hîpofîza pêş hormona geşê berhem dike an jî berhemkirina hormona geşê radiwestînê. Xaneyên somatotropîk hin ji xaneyên taybet ên hîpofîzê ne, ji ber ku ev [[xane]]yan hormona geşê berhem dikin, navê din a hormona geşê, hormona somatotropîn e.
'''Hormona Geşê''' an jî '''Hormona somatotropîn'''
 
Ev hormon bi fermana [[hîpotalamus]]ê, ji beşa [hîpofîza pêş] ve tê berhemkirin û derdan. Ji xaneyên derdanî yên hîpotalamusê Hormona Derpirandinê ya Geşê an jî Hormona Westirînerê Derpirandina Geşê: [Growth hormone-releasing hormone (GHRH) and growth hormone-inhibiting hormone (GHIH)] tên derdan. Li gor bandora van hormonên hîpotalamusê, hîpofîza pêş hormona geşê berhem dike an jî berhemkirina hormona geşê radiwestînê. Xaneyên somatotropîk hin ji xaneyên taybet ên hîpofîzê ne, ji ber ku ev [[xane]]yan hormona geşê berhem dikin, navê din a hormona geşê, hormona somatotropîn e.
== Pêkhate û erka hormona geşê ==
Hormona geşê, hormonek peptîdî ye, ji zincîrek 191 asîdên amînî pêk tê. Ev hormon ji boy geşbûna asayî ya zarokan pêwist e. Di nav [[xwîn]]ê de asta mêjera hormona geşê ji zaroktiyê heta baliqbûnê bi şeweyek ahengdar zêde dibe. Dema baliqbûnê mêjera hormonê digihîje asta herî bilind. Hormona geşê di xaneyên armanc de hem berhemkirina(duristkirina) [[proteîn]]ê hander(teşwiq) dike, hem jî hilweşandina çewriyê([[lîpîd]]) zêdetir dike. Bi vî awayê xaneyên laş ji boy geşbûna şaneyan enerjî bi dest dixin. Hormona geşê hema li ser hemû xane û şaneyên laş bibandor e, lê bandora wî ya li ser [[kezeb]]ê ji ya xaneyên din cudatir e. Bi handera hormona geşê, xaneyên kezebê hin proteînan berhem dikin van proteînan wek “Hokarên geşê ya hevşêweya însulîn” (insulin-like growth factors(IGF) bi nav dibe.<ref>Encyclopædia Britannica, [https://www.britannica.com/science/growthormone ''Growthormone'']</ref>Eger di nav xwînê de bi têra xwe ji vî makromolekulê hebe, ev makromolekul wekî [[insulîn]]ê tevdigere. Hokara geşê ya hevşêweya însulîn hem qebareya xaneyan gir dike hem jî hêjmara xaneyan zêde dike. Li gel vî karê, bandor li ser mêjera [[glukoz]]a xwînê jî dike mêjera glukoza xwînê dadixîne. Derdana hormona geşê û Hokarên geşê ya hevşêweya însulînê piştê baliqbûnê kêm dibe.